Di nava tevgera sendîkayan de hejmara jinên Cezayîrî kêm e

Gelek sedemên mayîna jinan li derveyî qada yekitiyê hene ku aktîvîsta siyasî û mafên mirovan Fatima Saedan ji ajansa me re eşkere kir û sedema yekem jî girêdayî meyla pîşeyî ya jinan e. Karê sendîkayî ne karekî hêsan e, karekî mafnasî û motîvasyonî ye ku pêwîstî bi fedakarî û avantajên taybet heye. Mijara lihevanîna jiyana pîşeyî û jiyana malbatî beşeke girîng di ramana jinan de digre.

RABIA XERÎS
Cezayîr- Hebûna jinek di serokatiya sendîkayekê de li Cezayîrê pir kêm e ku ev yek bi amarên ji aliyê zilamê yekem ê berê yê Yekitiya Giştî ya Karkerên Cezayîrê (sendîka herî kevnar a li welat) Ebdulmecîd Sêdî Saîd ve hatiye pêşkêşkirin. Wî di di mudaxeleya xwe ya di çarçoveya xebatên sempozyûma "Jina kedkar û sendîkavan" a sala 2018’an de hat lidarxistin de aşkera kir ku sendîkayên jin di navenda sendîkayan de ji du milyon û 700 hezar sendîkavan, ji sedî 11 e temsîl dikin.
Hebûna jinan di qada yekitiyê de li gorî hevtayê xwe yê siyasî, ji hêviyan kêmtir e û bi tevahî têrê nake ku bikaribe rasterast bandorê li pêşketina siyasetê bike û mafên xwe biparêze. Tevî ku ew bi xurtî li qadan û li eniyên pêş ên xwepêşandanan hene, çi grev, çi rûniştin û çi jî meş. Her wiha di xwepêşandanên tevgera gel ku di 22’yê Sibata 2019’an de dest pê kiribûn de jî bi xurtî amade bûn.
Di cihên xebatê de hejmara jinên berpirsyar ji sedî 9 e
Li gorî amarên ku vê dawiyê ji aliyê Seroka Komîteya Mafên Jinan a Yekitiya Giştî ya Karkerên Cezayîrê (Sendîkaya herî mezin a Cezayîrê) Somaya Salihî ve hatine eşkerekirin, hebûna jinan di cihên berpirsyariyê de ji sedî 9 derbas nake û berpirsyariya wê tenê bi pozîsyonên navîn ve sînorkirî de ye. Tevî ku rewşa giştî ya jinan li Cezayîrê li gorî rewşa ku me piştî serxwebûna welat mîras girtibû bi pêşketinek berbiçav û eşkere nîşan dide. Di sala 1966’an de rêjeya jinên kedkar tenê ji sedî 3 bû lê rêjeya îro ji sedî 17,4 e.
Sendîkavan Somaya Salihî di mudaxeleya  xwe de di dewreyeke perwerdeyê de ku ji bo berjewendiya xebatkarên komplekseke hikûmetê, di destpêka Cotmeha borî de hatibû organîzekirin de got: "Jinbûn li Cezayîrê hema bêje hemû pîşeyan di nav xwe de dihewîne, ya herî dawî jî beşa malzemeyên avahîsaziyê ye, her çend ev beş di kategoriya "nêr" de cih bigre jî di van demên dawî de karkerên jin zêde bûne.”
Sendîkvanê dema ku behsa jinan û têkoşîna sendîkayan kir, amaje bi xala 40’emîn a ku di makezagona Cezayîrê de (qanûna herî bilind a welat) hatiye destnîşankirin, wiha got: “Dewlet li her cih û şert û mercan, di qada giştî û qada pîşeyî û taybet de jinan ji her cure şîdetê diparêze."
Somaya Salihî destnîşan kir ku riya wekheviya kar "dirêj" û "dijwar e" û pêwîstî bi hewldan û hevkariyeke hevbeş di navbera jin, xebatkarên jin û rêveberan de li hemû beşên cuda û di nava civakê de heye.
“Ji ber bandorên kolonyalîzma Fransayê hebûna jinan di gelek waran de kêm e” 
Profesor Fatima Saedan dibêje ku lihevhatina demên cuda yên jiyanê ji bo jinan zehmet e, bi taybetî ger zarok pir bin. Hebûna kêm a jinan di astên curbecur de ji ber kolonyalîzma Fransayê ye ku bandorê li azadiya wan kiriye û bi awayekî hovane ew di bin lepên xwe de hiştine. Di çarçoveya vê yekê de wiha dibêje: "Tevî di dîrokê de mînakên qehremaniyên wê yên bêdawî hene jî dîsa bi awayekî kêm behsa jinan tê kirin." 
Çalakvana komeleyê Abbas Diaa jî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku jin karên sade weke çavkaniya debarê îspatkirina kesayetên baş dibînin û heta bidestxistina parêzbendiya kolektîf û serxwebûna aborî tercîh dikin.
Astengiyên jiyana malbatî gelek caran bandorê li jiyana pîşeyî dike
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje: "Jin bi gelemperî pîşe û pozîsyonên berpirsyariyê yên ku hewcedariya wan bi pabendbûna pîşeyî zêdetir e red dikin, wekî gelek mîsyonên li derve û perwerdeya pîşeyî. Heta karê zêde jî ji ber astengiyên jiyana malbatî ku pir caran bandorê li jiyana pîşeyî dike, ev yek jî derengmayîna jinan di mezûnbûn û pêşketina di warê pîşeyî, sendîkayî û siyasî de diyar dike.” 
Di nav sedemên din de ku jin wek endamên çalak, bi taybetî jî wek pêşengên tevgerên sendîkayan derketine holê, çalakvana komeleyê ji ajansa me re behsa hebûna xurt a karîzmatîk a ku divê bi jinan re hebe, dike. Diaa yek ji wan serpêhatiyên ku di vî warî de dîtiye bi bîr tîne û dibêje: "Dema ez xwendekara zanîngehê bûm, tevî 6 xwendekarên jin ên zanîngehê tevli sendîkaya xwendekaran bûm. Lê wan riya sendîkayê temam nekir û ji ber ku nikaribûn bi zehmetiyan re rû bi rû bimînin, biryar dan ku xwe vekişînin û ez di nav komê de yekane sendîkavan mam."
“Jin ji tirsa girtin, pirs, lêpirsînên ewlehiyê û nakokiyên navxweyî xwe ji wî warî dûr dixin”
Aktîvîsta komeleyê Abbas Diaa behsa "zîhniyeta baviksalarî" dike ku hê jî civaka Cezayîrê kontrol dike, ji ber ku jin hê jî di bin destên mêr, bav an bira de ne. Ji ber vê yekê divê hêz û wêrekiya pêwîst hebe ku di xwepêşandan û medyaya civakî de her tim li eniya pêş bin.
Di nava astengiyên li pêşiya pêşketina jinan di pêkhateyên sendîkayan de, Diaa balê dikşîne ser aliyê ewlehiyê, ji ber ku jin ji tirsa girtin, pirs, lêpirsînên ewlehiyê û heta nakokiyên navxweyî jî xwe ji tevlibûna di vî warî de dûr dixin.
Di dawiyê de, çalakvana komeleyê behsa wê yekê dike ku piraniya mêran baweriya xwe bi jinan naynin, ji ber ku ew jinan xeleka herî lawaz di hevkêşeyê de ku pêwîstî bi parastin û piştevaniyê heye dibînin.