Di nava şer de jiyana zarokên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê

Zarokên Kobanê der barê roja cîhanî ya zarokan de wiha gotin: "Em her roj tên kuştin, ji hevalên xwe dûr dikevin û ji mafê perwerdeyê bêpar dimînin, em mafên xwe dixwazin."Em di demek welê de dijîn ku temenê zarokan ji yê perperîkan kuttir e, di her kêliya jiyanê de zarok tên kuştin, koçberkirin û ji mafê jiyana bi ewle bêpar tên hiştin. Li Rojhilata Navîn her roj bi dehan zarok sêwî dimînin. Bi sed hezaran jî ji mafê perwerdeyê tên qutikirin.

DILUCAN BOZÎ
Kobanê-Di sala 1917’an de maf û neheqiyên ku li zarokan tên kirin, dibin rojevek sereke di nava civakê de. Ji bo ku ev pirsgirêk bên çareserkirin gelek kes bertek û nêrînên xwe bi riya medyaya civakî parve dikin û daxwaz dikin ku rojek wekî roja mafên zarokan were destnîşankirin. Li ser daxwaz û pêşniyariyên civakê di sala 1925'an de li Cenevreyê konferansa di bin navê xweşguzarî ya zarokan de tê lidarxistin. Di vê konferansê de pêşniyar te kirin ku 20’ê Mijdarê wekî roja mafê zarokên cîhanê were diyarkirin. Piştî 64 salan şûnde, di sala 1989’an de pêşniyariya mafê zarokan ji milê Neteweyên Yekbûyî ve bi awayek fermî tê pejirandin. Di heman demê de roja mafê zarokan ji aliyê 193 dewlet-neteweyan ve tê pejirandin. Emerîka û Somalî tevli vê hevpeymanê nabin. Di sala 1990'î de Emerîka û di sala 2015’an de jî Somalî vê hevpeymanê mohr dikin. Bi vê şêweyê hevpeymana mafên zarokan ji aliyê 195 dewlet-neteweyan ve tê mohrkirin.
 Şertên hevpeymanê
Di hevpeymanê de 54 xalên sereke ji bo mafên zarokan hatine destnîşankirin. Hinek ji wan xalan mirov dikare wiha rêz bike: Temenê zaroktiyê ji 0/heya 18 saliyê ye. Kesên di bin temenê 18 de doz li wan nayê vekirin û nabe ku bikevin girtîgehan. Bi tu şêweyî niheqî û xirabî nabe ku li zarokan were kirin. Kesên di bin temenê 18 de  nabe ku beşdarî şeran bibin û neheqiyên cuda li wan werin kirin. Her wiha nabe cudahiya ol, ziman, çand, zayend, nijad û hwd. din li zarokan bê kirin. Bêyî ku cudahî bikeve navbera zarokan her zarok xwedî heman mafane û civak, dewleta ku li wê herêmê di ber mafê zarokan de berpirsiyar e. Ji vana 195 dewletên ku hevpeyman mohirkirine di ber parastina mafên zarokan de berpirsyar in. Hemû dewletên ku hevpeyman mohr kirine li gorî 54 xalên hevpeymanê di zagonsaziya xwe de gurherîn dane çêkirin. Ji bo şopandin û pêkanîna vê hevpeymanê komîteyek çavdêriyê ji aliyê NY’ê ve tê lidarxistin û erka vê komîteyê ew e ku her 5 salan carekê rewşa zarokên li 195 dewletan dijîn di ber çavan re derbas bike û der barê van dewletan de rapora çavdêriyê amede dike û dide Neteweyên Yekbûyî. 
Mafê zarokan tê binpêkirin
Der barê mafên zarokan de pir kes dipeyîvin û dibin xwedî nêrîn. Ji bo ku mafên zarokan baştir bê parastin kesên sosyalîst û civaknas hewl didin xwedî li mafê zarokan derkevin. Ji wan 195 dewletên ku hevpeymana mafên zarokan mohr kiribûn û qaşo xwedî li mafên zarokan derdikevin gelek caran neheqî li zarokan tê kirin. Li gorî lêkolîn û zaniyariyên ku hene gelek dewlet mafên zarokan binpê dikin. Kesê bi navê Greta Thunberg û 15 hevalên xwe di dîroka 24’ê Îlona 2019’an de neheqî û bêmafiya ku di dewletên weke Almanya, Fransa, Brezîlya, Arjantîn û Turkiyeyê de li zarokan tê kirin hene û der barê van dewletan de nerazîbûnên xwe ji Neteweyên Yekbûyî ragihandine. Ji dewletên ku hevpeyman mohir kirine yek ji wan jî dewleta Tirkiyeyê ye. Her çendî di sala 1990’î de hevpeyman ji milê dewleta tirkan ve hatibe mohrkirin jî lê belê nehatiye pejirandin. Di sala 1995’an de hevpeyman ji milê dewleta tirk ve tê pejirandin. Lê belê kiriyarên ku niha ji milê dewleta tirk ve li Bakurê Kurdistan û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava tên meşandin kiryarên derveyî mirovahiyê ne.
Di encama şeran de derûniya zarokan xirab dibe
Di encama êrîşên çeteyên DAIŞ, El Nusra, OSO û dewleta tirk de zarokên herêmên Bakur Rojhilatê Sûriye-Rojava ji hemû mafên zarokan, perwerde û jiyanê bêpar dimînin. Her çendî hevpeymana mafên zarokan ji milê gelek dewletan ve hatibe pejirandin jî lê belê bi tu awayî mafên zarokan nîn e û hebûna zarokan nayê parastin. Li Rojhilata Navîn ji ber sedemên şeran her roj bi dehan zarok tên kuştin an jî parçeyek ji bedena wan diçe. Ev bûyer û geşedan hemû li ber çavên Neteweyên Yekbûyî çêdibin. Lê belê tu hêzên navdewletî li dijî van neheqiyên ku li zarokan tê kirin bertek nadin nîşandan. Ji sala 2013’dan û şûnde şer û pevçûn li herêmên axa Sûriyeyê gur bûn û kesên herî zêde para xwe, ya neyînî ji van şeran girtin zarok bûn. Di 27’ê Îlona 2014’an de bi alîkariya dewleta tirk çeteyên DAIŞ’ê êrîşî kantona Kobanê kirin. Di encama van êrîşan de gelê herêmê neçar man ku ji warê xwe koçber bibin. Di koçberiyê de gelek zarokan jiyana xwe ji dest dan û gelek zarok jî bê dê û bav man. Piştî vegera gel li Kobanê, di 25’ê Hezîrana 2015’an da çeteyên DAIŞ’ê bi êrîşên xwekujî komkujî di Kobanê de dan çêkirin, di encama van êrîşan de 35 zarok jiyana xwe ji dest didin, gelek ji wan dê û bavê wan tên kuştin û bi dehan zarok derûniya wan xirab dibin. Di heman demê de çete li ber çavên zarokan dayik, bav, xwîşk, bira an jî mirovên wan dikujin. Ew zarokên ku bûyer li ber çavên wan çêbûne heya niha jî nikarin tevli civakê bibin.
Koçberî mirin bi xwe ye
Di her êrîşek de gelên herêmê ji neçarî koçber dibin. An jî wê di nava şer û pevçûnan de bimînin û zarokên wan li ber çavên wan jiyana xwe ji dest bidin. Bi her awayî koçberî tê wateya malwêranî, mirin, bêçand bûyîn û bêzimanî. Di her koçberiyê de zarok ji serma, germa, bêvaî û xwariniyê jiyana xwe ji dest didin. Yek ji van mînakên ber bi çav zarokê bi navê Alan ku ji Kobanê ye, di sala 2015’an de, dema koçberiyê de keştiya wan li Tirkiyeyê noqî avê dibe û Alanê biçûk jiyana xwe ji dest dide. Weke Alan bi deh hezaran zarokên ku di riya koçberiyê de jiyana xwe ji dest dane hene. Berdewamiya van êrîşên çeteyan 20’ê Çileya 2018’an ku dewleta tirk bi balafir, obîs, hewan, balafirên keşfê û bi awayek bejahî êrîşî Kantona Efrînê kir. Di encama êrîşên dewleta tirk de gelê Efrînê ji neçarî koçberî kantona Şehba bû û hîna jî di konan de jiyana xwe didomînin. Di encama van êrîşan de jî bi dehan zarok hatin kuştin, sêwî man. Her wiha zarok ji mafên xwendin û nivîsandinê jî bêpar hatine hiştin. 
Dewleta tirk, kujerê zarokên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ye
Beriya êrîşên 9’ê Cotmehê di demek kurt de zaroka bi navê Sara Rifet a 6 salî ku ji gundewarên Girê Spî ye dema diçû dibistanê ji milê segvanên dewleta tirk ve hat hedefgirtin û jiyan xwe ji dest da. Herî dawiyê jî dewleta tirk di 9´ê Cotmeha 2019’an de, bi alîkariya balafirên keşfê, balafirên şer, obîs, hewan û bejahî êrîşî herêma Cizîr û Firatê kir. Di encam êrîşên dewleta tirk û çeteyên wî bajarê Serêkaniyê, gundewarên wê û bajarê Girê Spî, Silûk û hinek ji gundewarên wan hatin dagirkirin. Niştecihên van herêman neçarî koçberiyê bun û niha li bajarên cuda yên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava jiyana xwe di nava zehmetiyan de didomînin. Zarokên van herêman ji hemû mafê zarokan bêpar hatin hiştin. Di encama êrîşên çekê qedexekirî de bedena zarokê 13 salî Mihemed ku ji Serêkaniyê bû şewitî û gelek kesan perçeyan ji bedena xwe winda kirin. Li beramberî van kiryarên dermirovî, komîteyên mafên zarokan bêdeng dimîne. Bi tu awayî mafên zarokan nayê parastin.Di vê çarçoveyê de zarokên ji Kobanê ji ajansa me re axivîn. 
“Zarok dibin qurbaniyên şeran”
Ava Elî ya 12 salî da zanîn ku mafên zarokan nayê parastin tenê gotin heye lê tiştekî pratîk tune ye û wiha got: "Ez bi fehm bûm nebûm, şer û pevçûnan dest pê kir, ji wan salan heya roja me ya îro jî em di nava şer de dijîn. Jiyana me giştî bûye şer, tirs, tarîtî. Ji ber şerê dewleta tirk gelek zarok ji civatan an kombûnê dûr dikevin. Ev bi xwe jî şerê ne baş li ser zarokan tê kirin, bi taybet dema ku komkujî li Kobanê çêbû, hin zarok heya niha jî di wê tirsê de ne û xwe nêzî me nakin. Di refa min de bi xwe hin zarok hene ditirsin ku çar din DAIŞ bên vir û me bikujin an em bê dayik û bav bimînin. Kesê ku dibêje em mafên zarokan diparêzin me tiştek wiha nedît. Zarokên dewletan kêf dikin em jî li vir dimrin an jî seqet dimînin. Heya niha jî zarok ji ber bermahiya mayînên dewleta tirk jiyana xwe ji dest didin û bi taybetî zarokên li ber sînor dema ku diçin pezên xwe diçêrînin rastî mayinan tên û hin endam ji bedena xwe winda dikin. Ka wê demê çima kes mafên me naparêze. Gelek caran em ji xwendinê bêpar man. Em tenê dixwazin di cihekî bi ewle de bi dayik û bavê xwe re bijîn."
“Ji ber şer ez ê ji perwerdeyê bêpar bimînim"
Mihemed Mustefa jî yek ji kesê ku karê tamîra hesinan dike wiha axivî: "Ez bi vî temenê xwe karê rûn û şehmê dikim, zarokên di temenê min de divê li dibistanan bin lê ez ji ber şer û pevçûnên heyî neçar mam ku karekî bibînim. Tu dewletan mafên me zarokan biparasta diviyabû ez niha di refên perwerdeyê de bûma. Ev dewletên qaşo dibêjin em mafên zarokan diparêzin rast nabêjin û li gorî hevpeymanên xwe tevnagerin. Ger rast tevbigeriyana wê rewşa me ne wiha bûya. Her roj zarokên wek min tên kuştin bê dayik û bav dimînin. An jî barên giran radikin, ji bilî QSD'e heya niha tu kesî mafê me neparastiye. Me li ber çavên xwe zarokê bi navê Mihemed dît ku çawa bi çekên kîmyewî li Serêkaniyê hat şewitandin û qîrîna wî li cîhanê deng veda lê tu dewletê negot çima ev zarok tê şewitandin tu kesî dewleta tirk ceza nekir. Ji bilî ku zarokên me di bin tekerên hêzên Rûs û dewleta tirk de tên perçiqandin. Ji ber ku em di nava şer de mezin bûne û me ew tişt jiya lewma piraniya zarokan lîstokên wan çek in an mewziyên şer in. Tiştên ku em dijîn ne hindik e lê divê zarok ji wê derûniyê derkeve. Lîstokên zarokan divê ax û lîstokên ku di kolanan de tên lîstin bin."
"Dewleta tirk naxwaze em bijîn"
Şeyda Ehmed a 12'e salî di axaftina xwe de teqez kir ku zarok dibin qurbaniya berjewendiyên dewletan û wiha pêde çû: "Piraniya zarokên vê herêmê bi şer mezin bûn, ev rastî li ber çavên her kesê heye lê dewletên ku qaşo mafên zarokan diparêzin çavên xwe ji vê yekê re girtine û naxwazin rastiya xwe derxin. Dema ku êrîş çêdibin em ditirsin û xwe dixin hundir, bi rojan em di hundir de dimînin, em dizanin ku em derkevin em ê bimrin an jî em hevalên xwe winda bikin. Ji ber vî şerî min gelek hevalên xwe winda kirin û gelek jî ji ber neçariya van şeran de koçberî herêmên cuda cuda bûn. Her roj em bi tirs radibin, tenê tirsa me ew e ku em bê dayik û bav nemînin. Zimanê me winda nebe, jixwe dewleta tirk naxwaze zarokên Kurd bijîn."
"Em li dijî kuştina zarokan in"
Mihemed Enwer dibêje em şer naxwazin em rehetî dixwazin: "Şerê ku li herêmên me tê kirin, em dibin qurbaniya wî şerî, em dixwazin bixwînin em naxwazin bên kuştin. Gunehê me çi ye ku em bimrin an jî bê dayik û bav bin. Vî şerî hişt ku zarok sêwî bimînin û ji hemû tiştan hemrûm bibin, ji kêfxweşiyan bigre heye ji cejnan. Dema ku cejnek çêdibe em dibînin ku hin zarok ne kêfxweş in, ev jî ji ber ku sêwî ne tu kes bi wan re mijûl nabe. Zarokên di kampan de jiyana wan nebaş e, ji ber ku dûrî warên xwe û hevalên xwe ketine. Her tim çavên wan li vegera mala wan e. Em bi hêvî ne ku ev şer bê sekinadin êdî xwîn nerije, zarok li hev bicivin. Di kolanan de bi awayekî ewle bi hev re bilîzin. Em bala xwe bidin mafê her kesê tê parastin lê yê me li şûna ku mafê me biparêzin me dikujin."