Di nava Rêveberiya Xweser de giringiya xebatên jinê

Firyal Remedan a di despêka avabûna şoreşê de ji Mala Jin ê despêkiriye, di nava xebatên Rêveberiya Xweser de giringiya xebatên jinê wiha anî ziman: “Her devera ji destê çeteyên DAÎŞ’ê tê rizgarkirin pêdivî bi avakirina Mala Jin ê heye.”

NECAH MEÎŞ
Hesekê - Firiyal Ehmed Remedan 21’ê Mijdara 1970’ê li taxa Tilhecer a bajarê Hesekê yê Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava hatiye dinê. Di nav malbatek welatparêz mezin de mezin bûye. Malbata wan a mezin dinava hev de bû ew û zarokên apê xwe bi hev re mezinbûne. Firiyal xwendina xwe ya seretayî li dibistana Mehmûd Nayif qedand û heta dibistana amadeyi li Hesekê xwendiye. 
Germahiya şoreşa Bakur Rojhilatê Sûriyê - Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2011’an tîna xwe gihand hemû kuçe û kolanan. Xebatên perwerde û hişmendîkirina civakê pêşiya hemû karî hat dîtin. Ji xebatên tenduristiyê heya leşkeriyê welatî, tayîbetî jî jin hatin perwerde kirin û piştî perwerdeyan jî cihê xwe di qadên pêwîst de girtin. Her kesê li gorî hêza xwe di nava kar de cihê xwe girt. Ji jinên ciwan û xwendekar ên bajarê Hesekê Firyal a wêdemê di perwerdeyek tenduristiyê de biriyara ketina nava xebatê dayî û hîna bê naveber dixebite. 
Dema şoreşa Rojava despêkir perwerdeyên tendirustî li taxan dihatin dayîn. Firyal jî tevlî perwerdeya tendirustê dibe. Di dema qedandina dewreya wan a tenduristiyê di derbarê rewşa siyasî ya bajar û giştî Sûriyê de nirxandin hatin kirin. Wê demê ev perwerde û tayîbetî jî nirxandinên dawiya perwerdê yên di derbarê rewşa siyasî de hatin kirin bandorek mezin ser wê kir û biryara xwe da ku tevlî kar û xebatê bibe. Malbat nebû asteng û di 2014’an de tevlî xebatên Mala Jinê ya bajar bû û paşê li gelek deverên cuda perwerdeyên bîrdozî dît. Êdî çi dihat pêşiya wê û çi karba tu carî nedigot na û niha jî li Nahiya Xerbî di komîta perwerdê de cihê xwe digre. Em ji Firyal ê di derbarê jiyana wê de guhdarî bikin.
‘Min ji Mala Jin ê despêkir’
Firyal diyar kir ku dema wê biriyara ketina nava kar da malbat jî pêre bûn alîkar û wiha domand: “Dema min biryara ketina nava kar da dê û bavê min piştgiriya min kirin. Ji ber wan dizanîn hêzeke min heye û ez karim gelek serkeftîbim. Despêkê min di mala jinê de dest bi kar kir. Hem jî cara yekê bû me mala jinê ava dikir, hem ez nû, hem jî xebata min nû bû. Em bi hev re gihiştin û me hev temam kir. Çima jin? Ji ber ya ku di nava civakê de hatiye helandin û bê maf maye jin e. Ji bo avakirina civakek tendursit pêdivî bi hêza jinê dîtinê heye. Ji bo wê jî herî baş min xebata Mala Jin ê dît û ji wê despêkir. Di nava kar de min gelek ezmûnên giring girtin, min şahidi ji gelek tiştan re kir. Buyerên bi serê jinan hatîn hîn zêdetir ez dixistim nava lêhurbûnan. Ji ber wê jî dema carekdin bêm diniyayê û têkevim nava kar, ezê ji Mala Jinê despêbikim.” 
‘Ji bo her deverên ji DAİŞ’ê tên rizgarkirin Mala Jinê şerte’
Firyal bilêv kir ku her devera ji çeteyên DAİŞ’ê tê rizgarkirin hema ew û komek hevalên xwe berî hemû saziyan Mala Jin ê avadikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berî hemû xebatan em giringî bi avakirina mala jinê didin. Ji ber me gelek jin guhdar kirine. Me jinên dibin destê çeteyan de rastî kirinên der mirovî hatine dîtin û guhdarî kirin. Ji bo em bikarin demek ji ya dinê zutir jinan ji wê kabûsê rizgar bikin û bibin alîkar me ev berpirsiyarî daye ser milê xwe. Ne tenê ez, em komek girêdayî vê xebatê me berpirsiyariya xwe gihandina hemû jinan û çareserkirina pirsgirêkên wan daye pêşiya xwe. Birastî heya cihekê êdî me tecrube girtiye û ezmunên me çêbûne. Ji bo wê jî çareseriyên piratîk difikirîn û derman ji derde gelek jinan re peyîda dikîn. Ev di nava civakê de baweriyek jî daye avakirin. Mala Jin ê ji aliyê her kesê ve weke navnîşana çareseriya pirsgirêkan tê zanîn û her kes bi vê baweriyê serlêdanê dikin.”
Firyal a bi koma hevalên xwe ve di nava bajar de sînor nema û gelek navçe û bajarokan jî Mala Jinê vekirî xebatên xwe yên Şedadê û deverên dinê jî wiha vegot: “Dema navçeya Hesekê Şedadê ji çeteyên DAÎŞ’ê hat paqijkirin weke her deverê cardin em koma xebatkarên Mala Jinê berî hemû saziyan çun û me dest bi kar kir. Me hewilda alîkariya jinên wê herêmê jî kir. Niha jî Mala Jin ê li wê ye û xebatên xwe berdewam dike.”
Zehmetiyên avakirina zagonên Mala Jinê
Firyalê hinek pirsgirêkên dihatin Mala Jinê ber destê wan jî wiha anî ziman: “Di serî de dema derxistina zagonê mala jinê me pir zehmetî kişan. Ji ber civakê bi çavê biçuk li jinê dinêrî, ev jî têr nedikir hişmendiya çeteyên DAÎŞ’ê jî li deverên demî bin destê wan de mayî xwe dabû nîşandan. Ev mijar hemû li pêşiya karê me astengbûn. Cara yekem jinek hat pirsgirêka jiyabû bi me re parve kir. Wê demê çareserî zorbû, ji ber hê zagonên me neketibûn meriyetê. Hêdî hêdî me pirsgirêk çareser kir. Di vê pêvajoya çend salan de jin jî hatin perwerdekirin.” 
‘Pêşîlêgirtina zewaca temenê biçuk’
Firyal zagona pêşîlêgirtina zewaca temenê biçuk jî wiha nirxand: “Yek ji xala giring a zagona me jî pêşîlêgirtina zewaca temenê biçukbû. Wê demê agahî ji me re hat ku zarokek temenê wê 15 saliye malbat bê xwesteka wê dizewicînin û ev jî têr nake wê bişînin Başûr. Hema bi bihîstinê re me xwe gihand malbatê. Em çun malê bi malbatê re runiştin û  me pirsî ka çima keçika xwe hem biçuk hem jî bê xwesteka wê dizewicînin. Despêkê înkar kirin. Piştî sohbeta me ya li gel malbatê me bi keçikê re jî nîqaş kir. Dema ku me asta jinê ya nava şoreşê jêre vekir êdî wê jî biryara xwe da ku tevlî kar bibe. Wê demê me biriyara tevlîbûna wê ya kar erê nekir û jê re got: ‘Tu hîn zarokê, xwendina xwe bi dawî bike heya wê demê tu dê bêhtir xwe û xebatên jinê yên nava şoreşê nasbikê. Paşê em ê hev bibînin û em ê te bînin gel xwe.’ Keçika biçuk ku dê bi zorê hatiba zewicandin bi gotina min gelekî kêfxweş bû û erê kir.”
Firyalê herî dawî hêviyên xwe yên jinên cîhanê hemû gihandina asta zanistiya bi xwe biriyara xwe dayînê û wiha anî ziman: “Ez bi hêvî me hemû jin pirsgiryêkên xwe bi me re parve bikin û em bi hev re rêbazên çareseriyê pêşbixin. Derê Mala Jinê ji hemû jinan re vekiriye, ji bo wê jî tu jin bi tenê nîne û bila xwe bi tenê nebînin. Hêvîdarim dê ev pergala xebatên Mala Jinê gerdunî bibe û bigihe hemû jinên cîhanê.”