Di nava Eşîra Xasî de keça biçuk peyîwira dayika xwe digire
Çanda mirovên Xasî yên li Bakurê Rojhilatê Hindistanê dijîn, li gorî deverên dinê yên welat gelek cudaye, rêveberiya wan a xweser heye, xebatên nava bazarê û malê hemû jinên temen mezin bi rêve dibin. Dema jinên temen mezin jiyana xwe ji dest didin jî keça wan a herî biçuk li cihê wan hem serweriya malê dikin hem jî di nava civakê û bazarê de cihê wan nahêlin vala.
Navenda Nûçeyan - Destûra Bingehîn a Hindistanê di 26'ê Çileya 1950'î de ket meriyetê, bêyî cudahiya bawerî, nijad û zayendan, mafê bingehîn ê wekheviyê ji hemû welatiyên Hindistanê re hat dayîn. Li gel wê jî li gelek deveran welatî rastî newekheviya zayendî, aborî û ji mafê wekhev girtina mîrasê bêpar diman û ji vê rewşê gazin dikirin. Piraniya van giliyan li gelek deverên Hindistanê jinan eleqedar dikin, li deverên Bakurê Rojhilatê Hindistanê ev yek pir cuda ye.
Pêşdeçuna jinên Eşîra Xasî yan
Mîgalya wîlayeteke piçûk e li Bakurê Rojhilatê Hindistanê ye. Piraniya şêniya wê ji eşîran pêk tê, eşîrên wê yên herî girîng jî Xasî, Gazo û Jîantîya ne. Ev sê eşîrên sereke li ser welatiyên Mîgalya serweriyê dikin. Eşîra Xasî ji eşîrên xwecihî yên Mîgalya ne ku şêniya wan nêzîkî 14 hezarî ye, ji sedî 85 ji wan Xirstiyanîne. Miletê Xasî di çend qebîlan de têne dabeş kirin, lê zimanê hemûyan Mon Xemîr e.
Ji demên dirêj ve çandinî çavkaniya wan a serke ya debarê ye. Jinên Xasî li gel xebatên çandiyê di gelek pişeyên weke bijîşk, endezyar, mamoste û her wekî dinê de jî pirpor bûn û kêhatiyên xwe nîşan dan. Li gel vê pêşketina ku ketî nav jiyana mirovên Xasî de jî, wan dev ji bawerî û kevneşopiyên xwe bernedan û bi ser bilindî pabendiya wan dikin. Ew bawir dikin ku xweza û baweriya dînî bi hev girêdayî ne. Mirovên Xasî yên li Mîgalya dijîn, bi fermî wekî hindikahiyek etnîkî li Hindistanê hatin pejirandin û destûr ji wan re hatiye dayîn li gorî çanda xwe ya civakî bijîn.
Rêveberiya Xweser a Eşîra Xasî yan
Meclîsa Parêzgeha Xasî saziyek rêveberiya xweser e û saziyek fermî ye ku zagonên bêhempa yên mirovên Xasî diparêze heye. Çanda mirovên Xasî li gorî wîlayetên din yên Hindistanê, bêhempa ye, ji ber ku li piraniya herêmên din her tişt di bin destê mêran de ye. Tevî ku jin li Hindistanê ji sedî 42 hêza karkeriya çandiniyê temsîl dikin jî, ew xwediyê kêmtirî ji sedî 2 erdê çandiniyê ne, ji ber ku piraniya erdan milkê mêr an ê malbatî ye.
Li gorî navnîşek ku ji hêla Navenda Rêvebiriya Erdê ya li Bonasiwar ve hatiye belav kirin ve tê dîtin tenê ji sedî 12. 9 ji jinên Hindî li vî welatî xwedan erdin. Ji ber tunebûna haydarbûn û perwerdeyê, her wiha kevneşopiyên baviksalarî, jinên Hindî nikarin mafên milkê xwe û mîratê bixwazin.
Mîrat ji dayikê tê veguheztin keça herî biçûk
Li Mîgalya her tişt cuda ye. Ya ku mêrên Xasî ji piraniya mêrên Hindî cuda dike ew e ku ew nasnavê dayika xwe digirin. Dema mêrek dizewice, li mala hevjîna xwe dijî. Mîrata malbatê jî ji dayikê tê veguheztin keça herî biçûk.
Nava sûkê ji jinên ku zebze, goşt û karên destan difiroşin, tijî ne. Her wiha jinên temen mezin jî li korîdorên sûkê digerin ku çavdêriya bazirganiyê dikin û ferman didin mêrên ku li ber destê wan dixebitin, ku torbeyên sebze û fêkiyên nû hilgirin.
Zarok navê malbata dayikê digire
Zarok navên malbatên dayikên xwe digirin. Keçên di nav civaka Xasî de azad in ku di nava malbatê de bijîn an jî biçin xaniyek din, ji xeynî keça herî biçûk, ku dibe parêzvanê milkê malbatê û piştî zewacê jî ji malê dernakeve. Ew dê û bavên xwe xwedî dike û piştî mirina dayika xwe dibe serê malbatê.