Di mediyayên Başurê Kurdistanê de destgirtina mijara jinê

Di medyaya Başûrê Kurdistanê ya alîgir de piranî giringî nadin pirsgirêkên jinan û bi mijarên ji rêzê nuçeyên di derbarê jinan de didin yan ji cihek biçûk didin û dibêjin jinek ji ber pirsgirêka civakî dawî li jiyana xwe anye û mijarê digrin ev yek ji wisan dike ku pirsgirêkên jinan ên bingehîn neyên dîtin.

TERZE TAHA
Silêmanî- Her roj nuçeyên kuştin, şewitandin û tunditujiya li beramberî jinan belav dibin. di gelek malperên medyayê de dema ku behsa pirsgirêkên jinan dikin û çawan ji van pirsgirêkan re çareseriyê bibinin, tenê behsa xwarinçêkirina jinan û karê malê dikin. Gelek çalakvan û jin van malperan rexne dikin û dibêjin li şûna ku ewqas cih didin mijarên siyasî û aborî, cihek biçuk jî ji pirsgirêkên jinan re na veqetinîn û dema nuçeyek li ser kuştina jinê didin vê jî weke pirsgirêkek ji rêzê digirin dest û bi wî ayaî ser mijarê digirin. Di nava ragihandinê de ew mijarên ku li ser jinê derdikevin jî  piraniya wan di derbarê çêkirina xwarinê, çawan malê rêk û pêk dikin û perwerdekirina zarokan derdikeve pêş, tu gîrîngî nadin pirsa bingehîn û pirsgirêkên bingehîn yê jinan. Ger nuçeyek a kuştina jinekê belav jî bikin dibêjin ji ber pirsgirêkek civakiye bi wî awayîbêyî lêkolîn bikin ka çawa ew jin hatiye kuştiye dawî lê tînin. Ev rewşe ne tenê medyaya Başûr, hinek jî li hemû welatên Rojhilata Navîn mirov dikare rastî bêxemiya mediyayê ya li hemberî pirsgirêkên jinan bê. Weke mînak di tora medyaya El Cezair de beşa jinê bi çêkirina xwarinê û karê jinê tejî dikin.
“Perwerdekirin ne tenê erkê jinê ye”   
Nuçegihana Ajansa Puk Media Jîner Mehemed di derbarên mijarên jinan yên di medyayê de wiha got: “Berpirsyariya jinê geleke, lê belê di malperên mediyayê de dema qala jinan tê kirin piranî behsa xwarinçêkirin, cil û bergê jinê û perwerdekirina zarokan dikin. Evane tenê ne erkê jinane erkê mêra ne jî. Gelek caran bi mebestekê û ji bo bazirganiyê vî karî dikin. Mixabin ger medyaya Başurê Kurdistanê wisan bike, heman aqlê malbatê aniye di nava ragihandinê de divê li ser vê yekê niqaş were kirin.”
“Medya pirsgirêkên jinan biçuk dibîne” 
Nuçegihana Navenda Nuçeyên televzona NRT Xensa Meruf rexne li malperên ku mijarên jinê biçuk dibinin dike û dibêje: “Di ragihandinê de kuştina jina biçuk dibin sedemê wê ji weke pirsgirêka civakê bi nav dikin û ser digirin. Di ragihandinê de hewil nadin ku pirsgirêka jinan mezin bikin û ji vê pirsgirêkê re çareserî bibînin. Gelek medya piranî di dema ku jinek tê kuştin de  mijarek mezine, mijarê gelek biçûk dikin, ji ber medya xîtabî gel dike û xwedî bandorek mezine. Bi manşetek sade navnîşanekê didanin ji bo kuştina jinê, eve jî ji aliyê xelkê ve kuştina jinê normal dibe. Di encam de kesek hatiye kuştin û sezayê kuştina kesekê gelek mezine.”
Xenase dide diyarkirin ku ew jinên ku di saziyên medyayê de kar dikin divê weke berpirsyartiyekê mafê jinê bi parêze û got: “Ger em wisan berdewam bikin, em vê yekê çareser nakin, divê em ji bo xwe jî kar bikin. Dema ku rêveberê qenal mêrek be ji ber vê civak bi vî awayî çareser nabe, ger her kes di aliyê xwe de tiştek bike wê pirsgirêka jinê çareser bibe. Ger her jinek pirsgirêka jinekê weke pirsgirêka xwe bibîne wê demê wê pirsgirêk çareser bibe tiştek nebe jî wê di medyaya Kurdî de ev pirsgirêk kêm bibe.”