“Di mecrayên biriyargirtinê de ji nêrîna jinan re cîh nîne”

Hînkar Hiba Allah Hitênî diyar kir ku jin ji mafê rêveberiyê tên bêpar hiştin û got: “Civak gelek bendan ferz dike, rola jinê binpê dike ji ber nêrîna berê jin di biryargirtinê de gelek bi tirs e.”

EMANÎ EL-MANÎ
Dîmeşq – Di nav civaka Ereban de tenê rol ji bo mêran hatiye dayîn û taybetmendiyên jinan ên dikarin rêveberiyê bikin hatine paş guh kirin. Ji ber jin xwediyê sebir û afirîneriyê ne, dikarin her karê bi awayek baş û serkeftî bikin. Nêrîna civaka Ereb ya li ser jinê hîna ew têgihiştina berê ye û heta niha jî hîna mêr serdest e. 
“Nêrîna jinê ya afrîner di her karî de serkeftinê tîne”
 Hînkar Hîba Allah Hitênî ya ku di warê perwerdehî û rêbazên wanedayînê de pispor e wiha behsa rola jinê di rêveberiyê de kir: “Mêr rola jinê di rêvebertiyê de qebûl nake. Ji ber ku ew bawer dike mijûlbûna jinê di nava rêveberiyê de wê erkên xwe paşguh bike, ji bo wê em gelek jinan dibînin ku bi vê nêrînê bandor bûne. Nêrandina jinan nerme zêdetir afirînerin. Ji ber rihekî hestyar ya jinê heye û hemû rewşan berçav digre. Jin guhdarî pêşniyaran dikin. Ev yek jî kar xurtir dike da ku armanca hevpar pêk werin. Ji ber jin xwedî taybetmendiyên cûdaye dikare bibe rêvebirek serkeftî û bi rolek aktîv di nava pêşketina civakê de radibe û xwedî wê kesyetêye ku dikare bandor û guhertinê di nava civakê de çêbike.”
“Jin bi israr û baweriya xwe dikare çewtiyan sererast bike”
Hîba Hitênî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser ispatkirina jinan di karê rêveberiyê de û wiha dom kir: “Di encama ramanên neynî de jin rastî gelek pirsgirêk û astengiyan tên. Zext û berpisyariyên zêde dihêle ku dema xwe winda neke û bi vê yekê re hevsengiyekê di navbera rola xwe ya rêvebertî û jiyana xwe ya şexsî de çê bike. Bi vî awayî serkeftin û hebûna xwe dide isbatkirin. Jina rêvebir divê xwedî kesayetek bi hêz be û bi xwe bawer be, jin bi israr û baweriya xwe dikare çewtiyan sererast bike û pêşerojeke baş ava bike.”