Di kêliyên şer de li Şêx Meqsûd berxedana jinan

Şêniyên taxa Şêx Meqsûd ya bajarê Helebê tevî hemû êrîşên çeteyan û dorpêça li ser taxan jî dest ji têkoşînê bernedan û bi şev û roj xebitîn.

MÎDYA MÎQDAT

Heleb – Hemû şêniyên taxa Şêx Meqsûd a Helebê ji jinan, mêran, mezin û biçûkan ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ya 2011- 2017’an de parastina taxa xwe li hemberî çeteyan kirin, li hemberî çeteyên eniya Tehrîr El-Şam û komên terorîst ên din, li ber xwe dan. Gelê Şêx Meqsûd rastî gelek astengiyên şer hat, weke dorpêçkirin, birçîbûn û çekên kîmyewî li dijî wan hatin bikaranîn di sala 2016’an de.

Henîfe Cirnaz yek ji şahid û beşdarên berxwedaniya Şêx Meqsûd e, niha jî rêvebera komîna Şehîd Gulê Selmo ya jinan e, dibêje: "Dema çeteyan di sala 2012’an de êrîşî taxa Şêx Meqsûd kirin, sûcên herî giran li dijî sivîlên taxê kirin, weke kuştin, rûxandin, dizî, koçberkirina bi hezaran sivîl û birçîhiştina wan ji bo taxê dagir bikin."

Henîfe Cirnaz diyar dike ku gelê taxê bi hemû hêza xwe bi hev re li ber xwe daye tevî hemû binpêkirinên çeteyan jî wan, di dema dorpêçê de xwarinên xwe bi hev re parve kirine.

Him ji bo şervanan xwarinê çêkirin, him nobetê girtin

Rola Henîfê ya ew jî di berxwedaniyê de cihê xwe girt, wê tevî jinên taxê ji bo şervanên YPG û YPJ’ê di eniyên şer de xwarin amade dikirin. Êvaran jî wan jinan heta sibê çek hildidan û taxa xwe diparastin. Henîfe alîkariya birîndaran jî dikir û tevlî rêxistinkirina çalakiyan jî dibû, dibêje: "Me xwarin ji bo keç û xortên xwe yên ku di şerekî giran de bûn li dijî çeteyan amade dikir û moralê wan bilind dikir. Bi saya hevgirtina gelê taxê bi hev re em dikaribûn taxa xwe ji çeteyan rizgar bikin, em yek dest bûn ji bo wê nikarin vîna me bişkînin."

Heyat Şêxo, niştecihê Şêxmeqsud e û şahidê berxwedaniyê ye, dibêje: "Li bajarê Helebê û taxa Şêx Meqsûd gelek êrîş û şerê çeteyan qewimîn lê gel bi hemû hêz û vîna xwe li ber xwe da, berxwedaniya me jinan piştî şehadeta endama Kongra Star, Gulê Selmo xurtir bû."

Nimûneyên ji şerê gel ê şoreşgerî

Gulê Selmo di Meclisa Gel a Taxa Şêx Meqsûd ku di destpêka sala 2012’an de ava bûbû cihê xwe girt, rola wê di Kongra Star de jî mezin bû lê dema serhildana gelê taxê li dijî komên çekdar, Gulê bi nûçegihanek re bû sûcên çeteyan tomar dikir dema çeteyan hewl da wî nûçegihanî dîl bigrin Gulê xwe da pêşiya wê ji bo parastinê lê çeteyan gule bera dilê wê dan û piştî sê rojan jiyana xwe ji dest da.

Heyat Şêxo dibêje: “Piştî şehadeta Gulê gelê taxê alîkariya hev û şervanan zêde kir, çeperên şer ji bo şervanan amade dikirin ji ber wê jî berxwedaniya me bi şerê gelê şoreşgerî hat binavkirin."

Ji her pêkahteyê jinan taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê parastin

Piştî berxwedaniya jinan, di 25’ê Hezîrana 2015’an de yekîneya jin a parastina civakê bi navê Gulê Selmo hat ragihandin, tê de 60 jinên ji hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Turkmen cih girtin. Ew hê jî kar û erkên xwe berdewam dikin, rola wan di parastina herdu taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd de di dema êrîşên 2016’an de gelek mezin bû.

Şêx Meqsûd bû keleha berxwedanê

Heyat Şêxo di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ew şerekî dijwar bû, tevî wê jî çeteyan nikaribûn vîna me bişkînin. Dirûşma me yan serkeftin an mirin bû. Bi rastî jî di dawiyê de em bi ser ketin û me ala serkeftinê jî hilda. Em dikaribûn hebûna xwe îsbat bikin û nîşan bidin ku em dikarin parastina axa xwe bikin, ji wê demê ve jî taxa Şêx Meqsûd bi navê keleha berxwedanê tê naskirin."