“Di her tengasiyê de ziyana herî mezin doza jinan dibîne”
Sekretera berê ya Encûmena bilind a karubarên jinan li herêma Kurdistanê, Pexşan Zengene da diyarkirin ku qeyrana darayî pirsgirêk û tengasiyên siyasî û aborî bandorê li ser doza jinan dikin. hertim di demê her pirsgirêkekê de ziyana herî zêde jin dibîne.
TERZE TAHA
Silêmanî- Tundîtujiya li hemberî jinan li tevahiya cîhanê her roja ku diçe zêdetir dibe. Li gorî daneyên ku li cîhanê hatine belavkirin, salane nêzî 90 hezar jin tên kuştin, zêdeyî pênc hezaran jin jî ji ber sedemên namusê tên kuştin. Li welatên ku rewşa wan nebaş e rêjeya tudîtujiya li hemberî jinan zêde dibe. Bi taybetî di dema belavbûna vîrusa Koranayê de li cîhanê zêdeyî 243 milyon jin rastî tundîtujî û destdirêjiya cinsî tên.
Li herêma Kurdistanê jî weke welatên din ên cîhanê tundîtujiya li hemberî jinan zêde bûye. Ji ber derneketina jinan di dema belavbûna vîrusa koronayê de û ji ber ku nikaribûne biçin cihên pêwendîdar û bûyer nehatine tomarkirin, daneyên tundiyê bi awayek berbiçav kêm bûne. Lê belê li gorî rêxistin û çalakvanan, tundîtujî zêde bûye lê belê nehatine tomarkirin.
“Belavbûna vîrusa koronayê derbeya yekem li jinan da”
Sekretera berê ya encûmena bilind a karûbarên jinan li herêma Kurdistanê, Pexşan Zengene da zanîn ku tundîtujiya li hemberî jinan her roja diçe zêde dibe, bi taybetî di dem pirsgirêk û qeyranan de rewşa jinan gelek zehmet bûye yek ji wan sedeman jî belavbûna vîrusa koronayê ye û wiha got: “Di asta cîhanê de karantîna û belavbûna vîrusa koronayê derbeya yekem li jinan da û yên xwedî kar hemû kes neçarî malê man. Hejmara karkeran kêm kirin vê rewşê ji bo jinên civaka me zehmetiyan zêdetir kir. Ne tenê vîrusa koronayê, di dema her pirsgirêkê de ziyanek mezin dide jinan, çi pirsgirêka aborî, siyasî yan jî civakî ziyana yekem jin jê para xwe digrin. Ji ber qeyrana darayî û pirsgirêka aborî gelek projeyên ku sûdên bidin jinan hebûn lê belê rakirin û gelek ji wan ji bo mijarên cuda biçûk kirin.”
“Jin dibin qurbanê rewşa aborî”
Pexşan Zengene di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser projeyên ji bo jinan hatine avakirin û wiha domand: “Yek ji wan projeyan jî projeya bihêzkirina jinan bû ku jin bikarin fêrî xwendin û karê çandiniyê û fêrî ajotina traktorê bibin. Plan hebûn ku di dawiyê de donimek mezin ji bo çandiniyê bikrin. Hinek wezaret beşdarî vê projeyê bûn lê belê ji ber qeyrana darayî ev projeya ku ji sê qonaxan pêk tê, temam nekirine. Yek ji projeyên din projeya perwerdeyê ye lê wezareta perwerdeyê ku çendîn konfarans li dar xistin û ezmûna ji çend welatên cuda girtine, ji bo ku bikarin bernameya xwendin û sîstema xwendinê çêkin, ji bo başkirina sîstema perwerdeyê û rola jinan lê belê ji ber qeyrana darayî ev jî hat rawestandin. Bi taybetî di civaka me de pêwîstiya me bi bernameyên taybet ji bo bihêzkirina rewşa jinan heye. Di aliyê maf û têgihîştin û beşdarkirinê de gelek kêmasî hene. Ji ber ku di her têgihîştinê de jin dibin qurbanê rewşa aborî.”