‘Di civaka Yarasanî de jin û mêr xwedî mafên wekhev in’

Civaka Yarsanî ku di warê ol û felsefeya jiyanê de jin û mêr xwedî mafên wekhev in, tevî polîtîkayên Îranê jî rastiya hebûna xwe înkar nake û çanda xwe diparêze. Civaka ku xwedî çand û oleke qedîm e bi qirkirina spî re rû bi rû ye.

JAN KERAMÎ

Kozran- Yarsanî giranî li Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê li herêmên Kirmanşan û li Başûrê Kurdistanê herêma Germiyanê dijîn. Li îran û Rojhilatê Kurdistanê weke gelhe (nifû) piştî misilmanan li ruxmê ku xwedî baweriya duyem û nijad in jî nasnameya Yarsaniyan tê înkarkirin. Gelek deman weke mislimanên şiî tên binavkirin. Yarsaniyên ku rastî cihêkariyên cur be cur tên li herêmên ku lê dijîn di aliyê aborî de nehatine pêşxistin.

Civaknas M.H. a ku rîtuelên baweriya Yarasan û pozîsyon û statuya jinan li Rojhilatê Kurdistanê, Kurdistana Federal, Îran û Iraqê dinirxîne, bersiv da pirsên me.

‘Jin û mêr xwedî heman mafan in’

Dema ku em li dîroka Rojhilata Navîn binêrin em ê rastî çanda ku jinan ava kiriye werin. Berhemên van çandan mirov di gelek olên kevin û kevneşopiyan de hene. Hûn nêrîna jinên Yarsanî çawa dinirxînin?

Di bawerî û felsefeya Yarsanan de cihê jin û mêr di nava civakê de heman e û xwedî heman mafan in. Bawerî û felsefeya Yarsan her dem destnîşan kiribû ku jin û mêr xwedî heman mafan in. Bi şanazî îfade dikirin ku cudahiya mêr û jinan nîn e li gorî metnên nivîskî di mîrasê de para jin û mêr heye. Cihê jin û mêr ne cuda ye û xwedî mafên wekhev in.

‘Nasnameya Yaresanê her dem tê înkarkirin’

Ola Yaresan, wekî olên din ên qedîm her dem di bin zexta îslama siyasî desthilatdariyên olî de maye. Gelo rewşa civaka Yarasan a niha çawa ye?

Bêguman jiyana di bin desthilatdariya kesên din de her dem rê li derbeya li ser komên nijadî vekiriye. Civaka Yarasan jî ji vê rewşê bi bandor bûye. Ger em ji aliyê erdnîgarî ve li mijarê binêrin, em ê bibînin ku hejmara Yarasanên li Başûrê Kurdistanê di nava herêmên sînorên xizan ên di navbera Ereb û Kurdan de zêde ne. Tevî ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, wekî gelhe piştî misilmanan koma olî ya nijad in, li tu derê behsa Yarasanan nayê kirin, nasnameyên wan her dem tên înkarkirin û carna ji aliyê otorîteyên olî ve wekî ‘misilmanên şiî’ tên binavkirin. Yarasan de karên dewletê de tune ne, li dibistan û buroyên misilmanan biçûk hatin dîtin, zext li wan hat kirin ku daxilê merasimên olî yên misilmanan bibin. Leşkerên Yarasanî li qişleyan biçûk hatin dîtin, herêmên wan di aliyê aborî de bi pêş neketin, piraniya jin û mêrên Yarasanî nebûn xwedî kar.

Gelek malbatên Yarasanî nasnameya xwe vedişêrin nabêjin û ji zarokên xwe dixwazin ku di nava civakê de baweriya xwe nebêjin. Em gelek caran bûn şahid ku ji bo heqareta hikumetan şermezar bikin gelek Yarasaniyan xwe kuştin û şewitandin lê mixabin van çalakiyan tu bandorê li ser mercên jiyana wan nekir. Bi giştî her diçe civaka Yarasanî ji rastiya xwe ya olî dûr dikeve û bi qirkirina spî re rûbirû ye.

Her çendî di bawerî û felsefeya Yarasanî de jin û mêr wekhev bin jî ji ber qirkirina çandî zayendperestî bi pêş ketiye lê di salên dawî de li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, têkoşîn bi pêş ketiye. Ev rewş civaka Yarasanî çawa bi bandor dike?

Di çend salên dawî de ji aliyê zanist û çandî de mezin bû û jinên Yarasanî ketin zanîngehan û bazara kar û mafên jinan zêdetir hatin naskirin û ji aliyê mêran ve hat destekkirin. Di çanda civaka Yarasanî çanda lêdana defê ku demek dirêj e heye. Hebûna jinan a di vî warî de jî vê nîşan dide.

Hinek çavdêr diyar dikin ku serhildana “Jin jiyan azadî” guherînên mezin ên çandî ava kiriye. Van serhildanan bandoreke çawa di asta malbat û civakê de li ser Yarasanan kirin?

Li gorî min ew têkildarî mijarên wekî sergirtina jinan nabin. Wekî gelek herêman li ser jinan astengî çêbûn lê piraniya wan ji ber faktorên derveyî bûn. jinên Yarasanî yên ku girîngî didin kincên xwe yên neteweyî, her dem xwedî terzê hêsan ê ku were qebûlkirin in ji bo kincan. Bandora vê şoreşê ya li ser jinên Yarasanî di rastiyê de dikare were gotin ku ji derveyî çanda Kurd û Yarasanî, di destxistina mafan de bû sedem ku zêdetir bi xwe bawer bin.

Herî dawî peyama we ji bo jinan çi ye?

Ez bang dikim ku jinên Yarasan û Kurdistanî di warê çandî û siyasî de xwe bi pêş bixin. Ger jin di warê çandî û siyasî de bi pêş bikevin dê bikaribin cihê xwe yê rastîn di civakê de bigrin.