Di civaka Filistînî de zewaca zû sedem û encamên wê

Diyardeya zewaca zû di civakan de mijarek girîng e ku cur be cur pirsgirêkên civakê digre nav xwe û di heman demê de ew sûc e li dijî keçên temenê wan biçûk. Ji ber ku encama zirara vê diyardeyê di nav civakên Filistînî de pir belav bûye.

Diyardeya zewaca zû di civakan de mijarek girîng e ku cur be cur pirsgirêkên civakê digre nav xwe û di heman demê de ew sûc e li dijî keçên temenê wan biçûk. Ji ber ku  encama zirara vê diyardeyê di nav civakên Filistînî de pir belav bûye. 
NEXEM KARACA 
Xeza- Sedema zewaca keçan di temenê biçûk de bi gelemperî ji ber adet û kevneşopiyên ku dê û bav ji dapîr û bapêrên xwe mîras digrin pêk tê.
Tekildarî vê mijarê A. Ri ya 24 salî behsa çîroka xwe ya zewaca zû kir û wiha got: “Ez di 14'e saliya xwe de li gorî adetan zewicîm. Dema ku zavayekî xwedî taybetmendiyên baş ji bo min hat pêşniyarkirin malbata min ew qebûl kir û dema ji min pirsîn ez zewacê bi wî kesî re qebûl dikim bersiva min erê bû lê min wê demê berpirsiyarî û wezîfeyên ku dê ji min werin xwestin fam nedikir û min nedizanî ku mijar ewqas tevlihev e."
Zehmetiyên ku di encama zewaca di temenê biçûke de tên dîtin
Der barê êşa ku wê piştî zewacê di temenê biçûk de kişandiye de dibêje: "Ez yekser piştî zewacê ducanî bûm û ji ber ku temenê min biçûk bû ez bi gelek pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû mam. Her wiha pirsgirêkên malbatî yên ku ji ber malbata hevjînê min çêdibûn hebûn. Ji ber vê yekê ez gihîştim asteke wisa ku min nema dikaribû vî barî û nakokiyên domdar rakira. Piştî gelek hewldanên min ên peydakirina çareseriyan min biryar da ku em ji hev veqetin.
Jina navê A.D. ku de temenekî biçûk de zewicîbû teqez kir ku ew ê nehêle keçên wê di temenê biçûk de bizewicin û wê rê nede tu kesî ku wan di temenê biçûk de bidin zewicandin û wiha gotinên xwe domandin: "Dema ku ez gihîştim temenê ciwaniyê zewicîm û min buhayê peyva pejrandina zewacê nizanibû lê ez mezin bûm û min xwe adapte kir piştî ku di dema ducaniya xwe ya yekem de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên ku ez heya niha jî êşa wan dikşînim. Her wiha ji ber ku ez di temenekî biçûk de zewicîm û min êş û zehmetiyên wê dîtine ez tu carî destûr nadim ke keçên min jî vê êşê bikşînin, ez ê derfet bidim wan da ku destpêkê xwendina xwe bidomînin û bi dawî bikin."
“Herî zêde jin ji vê kevneperestiyê bi awayê neyînî bi bandor dibin”
Pispora derûnî ya Navenda Karûbarên Jinên Filistînî Suad Abu Dhalfa zewaca zû wiha şîrove kir: "Zewaca zû tê zanîn ji bo herdu aliyan jî dema ku di biniya 18 saliya xwe de bin her wiha qanûnên Filistînê temenê zewacê ji bo ciwanan 17 sal û ji bo jinan 18'e sal diyar kirine. Zewaca zû di temenê biçûk de tê hesabkirin zewicandina bi zorê ji ber ku yek an herdu kesên ku wê bizewicin û temenê wan biçûk be di vî temenê biçûk de ew ne xwediyê azadiya razîbûnê ne û ne jî xwediyê wê hêza ku karibin hevalê/a jiyana xwe hilbijêre ne û di temenê biçûk de tecrubeyên wan ên jiyanê tune ne da ku karibin biryarên rast bigrin. Ji ber ku qebûlkirina jiyana nû ji wan tê xwestin  ku biryarên guncav bidin û berpirsyariyan tevahî bigrin ser xwe."
Suad Abu Dhalfa diyar dike ku herî zêde keç ji vê diyardeyê bi bandor dibin, ji ber ku hin malbat hene li gorî adet û kevneşopiyên di hişê wan de bi kok in ji zarokatiyê ve li ser keçên xwe kesên ku bi wan re bizewicin ferz dikin û dema ku ew digihîje temenê ciwaniyê yekser tên zewicandin."
“Ji ber rewşa şerê li Filistînê ev diyarde zêdetir bûye”
Her wiha Suad Abu Dhalfa destnîşan dike ku sedemên li pişt zewaca keçan di temenê biçûk de pir in û hatine belavkirin û ev yek da zanîn: "Gelek sedem û mebestên zewaca zû hene ku ew perwerdeya tixûbdar e jinên ciwan ji xwendinê bêpar dimînin ji ber nebûna wesayîdan, kêmbûna zanista malbatê, nezanîna qanûnan, rewşa aborî ya nebaş û adet û teqalidên civakê ye. Çawa keç dikeve temenê ciwaniyê zewac lê tê ferzkirin. Ji ber ku civak zewaca keçan di vî temenî de wekî starê dibînin û ji ber rewşa ewlehiyê ya herêma Filistînê nebaş e û di nava şeran de ye ev diyarde zêdetir bûye."
Her wiha Suad Abu Dhalfa der barê sedemên zewca di temenê biçûk de van xalan destnîşan dike: "Di gelek malbatan de ji ber hejmara zêde ya keçan dibe sedem ku malbat keçên xwe zû û li pey hev bidin zewicandin. Bi taybetî dema ku aboriya malbatê nebaş be ji bo ku xwe ji berpirsyariya wan xelas bikin vê yeke dikin. Mîrîtî sedema herî girîng e, ji ber ku ew di civaka Filistînî de yek ji motîvên herî girîng ên zewaca keç an kur a zû tê dîtin û keçan bi kesên xizmên wê re didin zewicandin da ku mîras bimîne di nava malbatê de."
“Ev diyarde li ser jinan dibe sedema şîdet û destdirêjiya zayendî”
Der barê bandora zewaca zû li ser jiyana civakî ya keçan de Suad Abu Dhalfa dibêje: "Zewaca zû ya keçek dibe sedema belavbûna şîdet û destdirêjiya malbatî û zayendî û di heman demê de ger cudahiyek mezin a temen di navbera herdu aliyan de hebe nelihevkirin derdikeve. Di heman demê de keç ji xwendin û danûstandinên bi derdorê re bêpar dimînin û gelek caran cudahiya di navbera herdu aliyan de di warê temen ve dibin sedema veqetandinê. Ev diyarde di van demên dawîn de pir belav bûye di encama kêmbûna têgihîştin û lihevkirina di navbera her du aliyan de." 
Her wiha Suad Abu Dhalfa bal diyar dike ku gelek aliyên neyînî ji zewaca temen biçûk re hene ku bandorê li ser psîkolojiya jinan dikin û wiha pêl da gotinên xwe: "Pir caran dibe sedem ku keç hezkirin û dilnizmiyê winda dikin di heman demê de ji zaroktiya xwe mehrûm dibe û di zextên derûnî re derbas dibe. Tiştê ku di navbera wê û hevjîn de çêdibe qebûl nake û rewşa tirsê her û her dijî û difikire ku duh ew zarok bûye hewceyî xwedîkirinê bûye îro ew berpirsiyara hemû tiştan e."
Zewaca di temenê biçûk de ji bo jinan gelek nexweşiyên derûnî û bedenî bi xwe re tîne
Ev diyarde pirsgirêkên tenduristî ji keçan re tîne di dema ku ew zû bizewice her wiha Suad Abu Dhalfa ev dide diyarkirin: "Zewaca zû jiyana keçikê dixe xeterê, nemaze dema ku ducanî dibe. Ji ber ku zirar digihîje tenduristiya wê û gelek caran  kêmxwînî, tansiyona bilind û bi enfeksiyonên genîtal re rû bi rû dimîne. Di heman demê de, ducaniya keçikên temenê wan biçûk dibe sedem ku zarokên xwe winda bikin. Ji ber ku ducaniya zû di pir rewşan de dibe sedema acizbûn, dijwariya baldarî, xemgînî û gelek tengasiyên xewê."
Her wiha keç piştî anîna zarok a dinyayê rastî dapresyonê tê. Pispor Suad Abu Dhalfa der barê vê xalê de jî ev yek da zanîn: 
"Sedema depresiyona piştî zayînê ji ber dijwariya sazkirina têkiliyek di navbera dê û zarok de ye. Westandina giran a ku ji êşa jidayikbûnê derdikeve, pir caran keçên temenê wan biçûk ji ber êş, depresyon û perpirsyariya giran difikirin ku zirarê bidin xwe û zarokên xwe. Her dem di tirsê de ne ji ber van tiştan rewşa depresyonê dijîn."
“Divê ji bo hişyariyê kampanya werin destpêkirin”
Suad Abu Dhalfa diyar dike ku divê hin rêgez hebin, diyardeya zewaca zû kêm bikin û zirar û bandorên neyînî yên ku jê çêdibin. Ev jî bi şêwazekî ku perwerdekirina civakê li ser temenê qanûnî yê zewacê ji bo her du aliyan, tenduristiya zayendî, cinsî û encamên derûnî û diyarkirina rola jinan. Da ku perwerdeya li ser van bingehan ji wan re bibe alîkar ku giraniya zirara ji ber şîdeta laşî kêm bikin." 
Wê teqez kir ku pêwîst e kampanya werin destpêkirin û kampanyayên domdar ên raya giştî ji bo bilindkirina hişmendî û gihîştina zanebûnê di warê rêvebirina civakê de zêde bibin. Fêrkirina hevgirtina malbatê, plansaziya pêşketinê di warê karûbarên dadrêsî peyda bikin û di rewşên lezgîn de ji bo keçan xaniyek ewledar peyda bikin.