Di bin şertê penaberiyê de jin çanda tenûran zindî dihêlin

Çanda çêkirina tenûran rêwîtiya xwe ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Mexmûrê ku çandên cuda li cihekî hevpar digihêjin hev balkêş dike û jinên li wargehê hewl didin di bin şertê penaberiyê de çanda tenûrê bidomînin.

BERJÎN KARA

Mexmûr - Tenûra ku dîroka wê dirêj e, nifş bi nifş bi veguhestinê heya roja me ya îro hatiye. Tenûr destpêkê ji bo armancên germkirinê hatiye fikirîn û di bin xaniyên axê de hatiye çêkirin. Bi demê re, tenûra li navenda xanî hatî bicih kirin, wek firina nan jî hatiye bikaranîn. Di demên destpêkê de tenûr di xaniyên bi dûkêş de hatiye bikaranîn. Piştre li derveyî xaniyan hatiye çêkirin û ji bo pijandina nan û çêkirina goşt hatiye bikaranîn. Di van demên dawî de derbasî cihên girtî yên bi navê ‘xaniya tenûrê’ an jî ‘serê tenûrê’ bûye. Tenûra ku ji heriyê tê çêkirin yan di bin axê de tê danîn yan jî bilindahiya wê bigihe bejna mirov derdora wê tê pêçan. Ji bo tenûrê axa kîl yê taybet tînin û bêjîn dikin û ka, muyê bizin an jî pembû dixin nav de û herî tê çêkirin. Piştre li ber tavê tê zuhakirin, piştî wê dibin erdê de tê bicihkirin yan jî li ser erdê tê bicih kirin û derdora wê tê pêçandin.

Tenûr hem bi dîroka xwe, hem jî bi tam û bêhna nanê xwe girîngiya xwe ya roja yekem diparêze. Li Kurdistanê hîna jî ferdên malbat û cîran tên gel hev û vê kevneşopiyê didomînin. Jinên ku li dora tenûrê dicivin û ji hev re nan çêdikin, sohbet dikin û çayê vedixwin jî beşek ji vê kevneşopiyê ne. Kevneşopiya ku bi sedsalan berdewam dike, nifş bi nifş tê veguhestin.

Tenûr bi hezaran sal e di erdnîgariya Kurdan de hatiye bikaranîn. Faktora sereke ya ku ew qas navûdeng dike, bê guman ew xwezayî û pratîkî ye. Îro jî li gundên ku lê dijîn, tenûr amûra sereke ya çêkirina nan e. Ne tenê li cihên ku lê diman, her cihê ku koçber bune jî kevneşopiya çêkirina tenûran lê domandine.

Çanda tenûrê ji aliyê jinan ve zindî tê hiştin

Li wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê jî tenûrê ji xwe re cihek dîtiye, ev çand ji aliyê jinan ve zindî tê hiştin. Tenûr rêwîtiya xwe ya li wargeha penaberan a Mexmûr ku çandên cuda li cihekî hevpar digihêjin hev balkêş dike. Jinên li wargeha Mexmûrê hewl didin kevneşopiya bi sedan salan a tenûrê çêdikin bidomînin. Yek ji wan jinan jî Gulê Çelê ya ku ji gund heta niha bi çêkirina tenûran ve mijûl dibe ye. Gulê Çelê ya ku temenê qasî 80 salî ye hem ji bo çanda çêkirina tenûran zindî bihêle hem jî debara jiyana malbata xwe bidomîne çanda tenûr çêkirinê fêrî zarok û bûkên xwe dike.

Di şertên penaberiyê de tenûr çêkirin

Gulê Çelê diyar kir ku li gund fêrî tenûr çêkirinê buye û got: “Me li gund tenûran çêdikir. Li gund jî dar zêdebûn, me jinan alîkarî ya hevdu dikir, herkesî li ber deriyê mala xwe tenûr çêdikir û em bi hevre diçûn alîkariyê. Piştî ku em koçber bûn, em hatin wargehan tiştek me nebû, ne nanê me hebû, ne sêlik ne jî kûç hebû. Ji bo wê divê me bixwe derfetên xwe peyda kiriba. Dema em hatin Etrûş, xwişka min jî alîkariya min kir û me du tenûr çêkirin. Me bi vî awayî destpêkir.”

‘Nanê tenûra di bin erdê de xweştir e’

Gulê Çelê destnîşan kir wan ji bo debara jiyana xwe bidomînin destbi çêkirina tenûran kiriye û wiha got: “Destpêkê dema em nû hatin wargeha Mexmûr, me hinek tenûr çêkirin. Me yek ji xwere yên din jî cîranên me ji xwe re birin. Piştre ji ber debara xwe pêkbînin me ji bo firotinê tenûran çêkirin. Li gund hinekan tenûrên xwe dibin erdê de bicih dikirin, hinekan jî li ser erdê çêdikir û derdora wê digirtin. Nanê tenûra dibin erdê de xweştire, ji ber ku rehetî çêdibe. Li gundê me hertim hênik bû ji ber wê gelek xweş bû.”

‘Em piraniya xwe tenûran bihar û payîzan çêdikin’

Gulê Çelê wiha qala çêkirina tenûran kir û got: “Dema em nû hatin wargeha Mexmûr ji ber ku derfetê ji derve ax anînê nebû, me xakê dikola û li bêjîngê dikir û bivî şêweyî me ax bidest dixist. Piştî ku hêdî hêdî derfet çêbûn, xanî hatin çêkirin me ji derve ax xwest û me ax anî. Em av û ka dixin nav axê de heta ku dibe herî û kêrî çêkirinê tê em têk didin. Piştî ku heriya wê çêdibe, em mûyê bizina dixin nav de. Piştre wek hevîr em dikin topikî û rêzek datînin heta ku xwe digre. Piştre wisa rêz rêz berdewam dikin heta şiklê tenûr digre. Havînê di hefteyekê de çêdibe, lê ji ber ku germe em berbi biharê û payîzê ve çêdikin.”