"Di bin konê penaberiyê de emsalên havîn û zivistanê"

Jinên Efrîn ên ku li Şehbayê bi cih bûne anîn ziman ku ew di bin konê penaberiyê de herî zêde yên zehmetiyan dikişînin jin, zarok û kesên temen mezin in.

ŞÊRÎN ELÎ

Şehba- Dema ku di 18'ê Adara 2018'an de Efrîn ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin, gelê wê neçar ma ku dev ji mal û milkên xwe berdin û ber bi deverên bi ewle ve biçin, yek ji wan deveran jî kantona Şehbayê bû. Gelê Efrînê yên ku li kantona Şehbayê bi cih bûne di nava şert û mercên dijwar de dijîn. Hêrî zêde jin, zarok û kesên temen mezin rastî zehmetiyan tên. 

"Li ser xwezaya Efrînê kiriyarên dermirovî tên kirin" 

Zeyneb Obe ya 49 salî ji gundê Gemrûk yê girêdayî navçeya Mabeta ya Efrînê ye diyar kir ku ew di bin çadirên naylon di demsalên havîn û zivistanê de rastî gelek zehmetiyan tên û wiha domand: "Ev çar sal in em li kantona Şehbayê bi her awayî li ber xwe didin. Heya vê kêliyê bêdengiyek navdewletî di derbarê rewşa me de heye. Dewleta tirk a dagirker derewan li gel dike û dibêje Efrîn aram û ewle ye, lê kesên ku vedgerin Efrîn rastî gelek kiryarên dijmirovî tên. Hejmareke mezin ji koçberan li kantona Şehbayê jiyan dikin. Ji roja ku dewleta tirk Efrîn dagir kir heya roja îro kiryarên hovane û dijmirovî li ser jin û xwezaya Efrîn pêk tîne. Di kantona Şehbayê de ji bilî zehmetiyên ku em dikşînin ambargo jî ji aliyê Rejîma Baas ve li ser herêmê hatiye ferzkirin. Mirin careke di jiyanê de bila ew jî bi rûmet be. Di bazar û sûkan de ji ber buhabûna zêde tiştek nayê kirîn. Ez bang li rêxistinên Mafên Mirovan û dewletên navnetewî dikim ku êdî çavên xwe li ser gelê Efrîn vekin û ji bêdengiya xwe derkevin."

"Em dixwazin vegerin Efrîn û jiyanek aram weke berê jiyan bikin"

Feyrûz Sebrî ya 50 salî ji gundê Heyat ê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê ye got ku ew bi girî û xemgînî ji Efrînê derketin û wiha pê de çû: "Em di hêviyek mezin de jiyan dikin ku wê rojek were û em ê vegirin li ser axa Efrînê. Em dixwazin vegerin Efrîn û jiyanek aram weke berê jiyan bikin. Tu kes nikare hêz û baweriya Efrîniyan têk bibe. Rêveberiya Xweser pir bi me re dibe alîkar, lê em ji aliyê Rejîmê ve rastî gelek zehmetiyan tên. Em bang li hemû dewletên navnetewî dikin ku xwedî li penaberên ku li kantona Şehbayê li ber xwe didin derbikevin."

"Herî zêde jin, zarok û kesên temen mezin in zehetiyan dijîn"

Rebîa Mihemed a 35 salî ji gundê Çeqelo yê navçeya Şiyê ya Efrînê ye anî ziman ku di wargeha Berxwedan de yên ku herî zêde zehmetiyan dikişînin jin, zarok û kesên temen mezin in û wiha lê zêde kir: "Em bang li hemû dewletên cîhanê û rêxistinên Mafên Mirovan dikin ku xwedî li zarokên penaber derkevin. Tu carî em dev ji axa xwe bernadin û em ê berxwedaniya xwe ji bo vegera Efrînê bidomînin.”