Di beşa grafîk û şêwekariyê de xwediyê xelata oskarê Selwa El-Xîtabî

Jina ciwan a Mexribî Selwa El-Xîtabî ya xwedî pêwistiya taybet di beşa grafîk û şêwekariyê de serkeftinên mezin bidestxistiye.

 
HENAN HAIRT
Mexrib - Selwa El-Xîtabî berî pênc salan ji bo bide ispat kirin ku ew dikare hemû astengiyan derbas bike bi israr ket qada grafîk û şikldanê. Ji ber nebûna dezgehên perwerde û tenduristî yên girêdayî kesên xwedî pêwîstiyên taybet zû ji dibistanê qût bû. Bi xwe xwe perwerde dike, dikeve nava xebatan û niha ji bûye xwediyê xelata oskarê.
“Seqetbûn ne di laş deye di mêjî de ye”
Dema ku Selaw Xîtabî çavên xwe li dunyayê vekir ew ji ling û destê xwe astengdar bû. Heta ku temenê wê bû yek sal ji nû ve nîşanên astengdariyê lê xuya kir. Wê di tevgera meş û destên xwe de zahmetî didît malbata wê hewil da ku tu cudahiyê nexin navbera wê û zarokên din ên di temenê wê de û bi wê yekê hîs nekin. Di derbarê vê yekê de  Selaw ji ajansa me re dibêje: “Zaroketiya min wek zarokên din normal bû, ez diçûm dibistanê û min bi hevalên xwe re dilîst, min tu caran cûdabûna xwe hîs nekir.”
Astengdariya wê tu carî li pêş armancên wê nebû bend. Weke ku Selwa bi xwe dibêje: “Seqetbûn ne di laş deye di mêjî de ye tevkî ku di laşê xwe de ez astengdarjî bim, min bi xwe kariya hemû astengiyan derbaz bikim û xwe bigihînim armancên xwe û min kariye di warê Girafîk û Şikildanê de xwe pêş bêxim.”
“Malbata min fêrî min kir ku çawan li beramber jiyanê bi sekinim”
Selwa da diyarkirin ku malbata wê di çêkirina kesayeta wê de rolek mezin leyîstiye û wê bi xwe tu caran hîs nekiriye ku ew lawaz e ango rewşek ya astengdariyê dijî û wiha got: “Bavê min piştgiriya min kir ku ez bi derdora xwe re danûstandinê bikim. Her tim ji min re digot, Selwa tu wek hemû kesên normalî, divê tu di civakê de xwe isbat bikî. Malbata min fêrî min kir ku çawa li beramber jiyanê bisekinim û xwe bidim isbatkirin. Ev yek ji bû sedem ku di min de kesayetek bi hêz ava bibe û min tu caran teslîmbûn nas nekir.”
“Nebûna dezgehên perwerde û tenduristî bu sedama qûtbûna min ya ji dibistanê”
Dema Selwa Xîtabî giha temenê xwe yê dibistanê, bavê wê biryar da ku qeyda wê li dibistanê çêbike û dibistana seretayî bi pileyek baş temam kir. Lê ji ber nebûna dezgehên perwerdê û tenduristî yên girêdayî kesên xwedî pêwîstiyên taybet nikaribû dibistana Navîn bixwîne û temam bike. Ev yek bû sedem ku xwendina xwe bi sekinîne û li malê rûne.
Lêgerîna li zanînê
Tevî zehemtiyên ku Selwa di jiyana xwe de dikşîne jî ew xwedî vîn û îradeyekî mezine. Hezkirina wê ya ji jiyanê rê da ku  xewn û xeyalên xwe pêk bîne. Ji  bo vê yekê ew di malperên tora civakî,televizyon û pirtûkan de gerî da ku kesayeta xwe ava bik û pêş bixe, wê her tim lêkolîn di aliyê zanyarî û wêjeyî de dikir.
Selwa da zanîn ku heskirina wê ya ji Şikldana rengan û cîhana kompîterê re hişt ku bi fikire ka wê çawa vê hezkirinê bidest bixe. Lêkolînên wê ew gihand Girafîk û Şikldanê. Li vê derê geşta wê dest pê kir û wiha pêde çû: “Min li ser YouTube vîdyo tamaşe dikirin û ji wê derê ez nû fêrî gelek tiştan bûm û min di wê fêrbûnê de israr kir, da ku hemû kesan re isbat bikim ku xwendin û fêrbûn tenê bi dibistanan ve nayê girêdan. Rêwêtiya hezar km bi gavekê dest pê dike. Gava destpêkê teqez wê di dawiyê de xweşiyê bine. Ji bo xwe gihandina armanca ku mirov bi xwe hewil dide hertim hewceyî bi gava yekem heye. Ger  gava yekem nebe tê wateya ku di bingeh de tu kar nîne.”
“Min bi xwe karî di karê xwe de serkeftinê bi dest bixwim”
Selwa di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser tevî renxneyên ku di destpêkê de lê hatin kirin jî ew teslêm nebû û wiha pêde çû: “Di destpêka karê min de dema ku min yek parçe ji şikldanên xwe dawî ki, min li ser hin malperên civakî parve kir gelek rexne ji min re dihatin. Ger yeki din li cihê min bûya, wê dest ji vî karî berdaya û berdewam ne dikir. Lê min her tim ji xwe re digot ez gav paş ve navêjim, binkeftin kilîta serkeftinê ye û tu serkeftin bê binketin çênabe. Min bi xwe karî ku di karê xwe de serkeftinê serkeftinê bi dest bixwim û îro jî ez şikldanan çêdikim ku gelek kes pê razî ne heta min Logaya yek ji Radyoyên Mexirbê jî çêkiriye.”
Nivîsandina helbestan
Helbest cihekî girîng di jiyana Selwa Xîtabî de digre. Di encama hezkirina xwe ya ji karên civakî û dilxwaziyê re ew bejdarî komeleya kişaf ya Mexribê bû. Di demê ku her kesî berhemên xwe yên weke stran, wênekêş, leyistikvan û dans pêşkêş dikirin. Selwa wê demê helbest dinivîsand û li pêş her kesî dixwend ew dibêje; ‘tevî ku helbesta min a yekemîn bû jî lê gelek hat ecibandin. Îro gelek vexwendin ji aliyê komeleyên din ve tên ji min re.’
Xelata Oskar
Sewla Xîtabî ji aliyê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî a hunerî û komeleya Stêrkên bê sînor ve xelata Oskar girtiye. Ew yekem keça xwedî pêwîstiyên taybet e û li kêleka gelek kesayetên navdar xelatê digre. Wek hunermenda Misrî Îlham Şahîn û hunermenda Mexribî Saîde Şerf. Selwa dibêje ez serbilind im ku min xelata Oskar li gel van kesayetên navdar wergirtiye, ez vê xelatê tenê ji bo xwe nahesibînim, ev ya tevahî kesên xwedî pêwîstiyên taybet e.
Di dawiya axaftina xwe de Selwa Xîtabî dibêje: “Ez li vê derê peyamê didim hemû kesan ku divê mirov li xalên hêzbûna xwe bigere. Ji hemûyan re dibêjim dest ji xewin û xeyalên xwe bernedin û li pey armancên xwe bi meşin.”