Di 8 mehan de li Tirkiyê hezar û 494 cînayetên kar çêbûne

ÎSÎG rapora cînayetên kar a meha tebaxê amade kir. Li gorî raporê 7 jin û 11 zarok jî di navê de 174 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Di 8 mehên despêka salê de jî bi giştî hezar 494 karkeran jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Nûçeyan - Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) a Stenbolê rapora têkildarî cînayetên kar a meha tebaxê aşkere kir. Li gorî raporê di meha tebaxê de 11 zarok û 7 jin bi giştî 174 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Di 8 mehên despêka salê de jî bi giştî hezar 494 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Di raporê de hat diyar kirin ku herî zêde li Stenbolê cînayetên kar çêbûne û karkeran li ser kar jiyana xwe ji dest dane.