Dewleta Tirk zeviyên gundiyan dişewitîne

Şêniyên gundên kantona Minbicê bal kişandin ku zêviyê wan ji aliyê dewleta Tirk ve tên şewitandin, anîn ziman ku gelek caran dema diçin ser erdê xwe bi metirsiyan re rû bû rû dimînin.

SÎLVA El-ÎBRAHÎM

Minbic – Di demekê de ku xwediyên zeviyên yên herama Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bende ne simbilên wan zer bibin ji bo biçinin, lê dewleta Tirk herêmên nêzî sînor topbaran dike dibe sedem ku zêviyên xelkê bişewite.  

Şêniyên gundên kantona Minbicê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku xwe dispêrin çandiniyê weke herêmên din bi ceh û genim navdar e. Dema simbil zer dibin û dema çandiniyê tê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî wê dest bi topbaranê dikin, ev yek ji xelkên li gundên nêzî herêmên di bin dagirkeriya Tirk de dijîn cihê metirsiyê ye.

Li gundewarên Bakur heta Gundewarên Rojavayê Kantona Minbicê nêzî 3 hezar û 60 darên fêkiyan û 2 hezar û 670 Hektar erdên baranê hene. Li gorî meclisa bajarokê El-Farat nêzî 250 hektar ji genim li gundê Îlan, rûbera 200 hektar darên zeytûnan, zêdetirî 35 hektar, li gundê El-Seyada, 25 darê fêkiyan û li gundê Boxaz jî 10 hektar erdên bi zeytûnan çandî şewitîne.

‘Ji ber êrîşan em nikarin derbasî zeviyên xwe bibin’

Derbarê mijarê de ji gundê Boxaz yê girêdayî bajarokê Erîma ya li Rojavayê kantona Minbicê welatiya bi navê Ebîr Hemo ku dikeve gundewarên Bab ya dagirkirî got: "Her sal zeviyên me yên çandiniyê ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker a rastî şewatan tên, rûberên mezin ji erdên bi zeytûnan çandî jî rastî şewatan hatin, her wiha ji ber em rastî êrîşan tên nikarin derbasî erdên xwe yên çandiniyê bibin û sûd jê bigrin.”

Ebîr Hemo diyar kir ku carekê ji caran ew û malbata xwe hatin hedefgirtin û wiha dewam kir: "Mewsima zeytûnan a par dema em çûn nav erdên xwe em ji aliyê blafirek bêmirov hatin hedefgirtin û hevjînê min birîndar bû, em ji mirinê filitîn. Me gelek ked di ber darên zeytûnan yên rastî şewatê hatin daye, em 20 salan li wan miqate bûn, niha jî bi rengekî gelekî hêsan bi destê dewleta Tirk a dagirker dibe dûman.”

‘Dewle Tirk dixwaze me ji axa me dûr bîxe lê em dev ji xaka xwe bernadin’

Ebîr Hemo wiha berdevam kir: “Em weke çotkar gelek rûberên erdên me yên bi ceh, genim û zeytûnan çandinî hene, di demên dawî de rûberên fireh ji erd û darên girêdayî gundê me şewitîn. Ttopbaran ranaweste û e gelekî ditirsin rûberên erdên me ên mayî jî bişewitin, ji ber wê em bi şev pê de li ber wan in ji bo ku neşewitin.”

Ebîr Hemo teqez kir ku malên wan jî rojane rastî topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê tên ji ber wê neçar mane dest ji malên xwe berdin û berê xwe bidin derdora Gund û got: “Dewleta Tirk bi van siyasetan dixwaze me ji axa me dûr bixe lê em dev ji axa xwe bernadin.”

‘Jiyana kesên li erdê xwe kar dikin di metirsiyê de ye’

Ji aliyê xwe ve Kefaa El-Ilêwî ya ji gundê Îlan ya girêdayî gundên bajarokê Erîma ya li ser xeta sînor bi herêmên dagirkirî re got: "Em ji ber topbarana dagirkeriya Tirk gelek azaran dikşînin. Niha dema çandiniyê ye. Ev topbaran dihêle erdên me rastî şewatên mezin werin. Di demên dawî de dewleta tirk a dagirker zeviyên me yên çandiniyê hedef girt. Ji beriya 12 sala ve em di rewşa şer de dijîn û mafên me tên binpêkirin. Xelk nema dikarin di nav erdên xwe de kar bikin ji ber jiyana wan dikeve metirsiyê de.”

Kefaa El-Ilêwî nerazîbûna xwe derbarê êrîş û binpêkirinan de anî ziman û got: "Em hebûna dewleta Tirk li ser xaka xwe qebûl nakin. Ew dixwaze e neçarî koçberiyê bike û dagir bike û guhertina demografî pêk bîne.”

‘Bi êrişê DAIŞ’ê em neçarî koçberiyê bûn niha jî êrişê dewleta Tirk dijîn’

Derbarê heman mijarê de Cemîla Ebd El-Qadir jî ku koçbereke ji bajarê Helebê ye û li gundê Îlan dimîne got ku ew weke jinên herêmê yên din êş û azar ji kirîza Sûriyê dîtiye, ji ber ew ji koçberî kantona Minbicê bû û li gundê Îlan bi cih bû, di salên dagirkeriya DAIŞ’ê ji kantona Minbicê re hevserê wê li ser destê çeteyan hat revandin û heta niha agahî li ser tune ne.

Cemîla Ebd El-Qadir got: "Me gelek êş û azar ji kirîza Sûriyê dît, em ji cihekî koçberî cihekî din bûn. Îro roj jî em rastî topbarana dewam a dewleta Tirk a dagirker tên. Ji bilî wê jî cîhan hemû ji van binpêkirinan bêdeng e.”