Dewleta tirk zagonên navdewletî û pîvanên exlaqî bin pê dike û dibistanan topbaran dike

Mamosteya dibistana Gozeliyê Neda Silêman topbarana dibistana gund ji aliyê dewleta tirk ve û zirarên ku gihîştiye wê nirxand û got: "Dewleta tirk a dagirker rêzê nade zagon û hevpeymanên navdewletî her wiha deverên giştî weke dibistan, nexweşxane û malên sivîlan topbaran dike. Di 26'ê Hizêranê de jî dibistana gundê Gozeliyê ku dikeve ser rêya M4 topbaran kir û zirareke pir mezin gihîşt dibistanê."

Mamosteya dibistana Gozeliyê Neda Silêman topbarana dibistana gund ji aliyê dewleta tirk ve û zirarên ku gihîştiye wê nirxand û got: "Dewleta tirk a dagirker rêzê nade zagon û hevpeymanên navdewletî her wiha deverên giştî weke dibistan, nexweşxane û malên sivîlan topbaran dike. Di 26'ê Hizêranê de jî dibistana gundê Gozeliyê ku dikeve ser rêya M4 topbaran kir û zirareke pir mezin gihîşt dibistanê."
SORGUL ŞÊXO
Hesekê-Dewleta tirk a dagirker hevpeymana agirbesta di navbera Tirkiye-Rûsya û Emerîka-Tirkiyeyê de ya ku der barê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, di Cotmeha 2019'an de hatibû îmzekirin, pêk nayne. Her wiha ji kêliya ku ev hevpeyman hatiye îmzekirin heya roja me ya îro binpêkirinên dijmirovî ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên Oposîzyona Sûriyeyê ve li herêmên dagirkirî rû didin. Ji qetilkirina jinan, revandin û tecawizkirina wan heya guhertina demografiya herêmê û veguherandina wê, ev kiryar didomin. Ev binpêkirin jî rastî bêdengiyeke navneteweyî tên, bêdengiya navneteweyî hêzdayina dewleta tirk di domandina dagirkeriyê de ye.
Dewleta tirk rêzê neda hevpeyman û zagonên navdewletî deverên giştî weke dibistan, nexweşxane, malên sivîlan topbaran kir û sivîl qetil kirin. Di 26'ê Hizêranê de dibistana gundê Gozeliyê ya dikeve ser rêya M4 bi 16 kîlometreyan Rojavayî navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikeve, ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatibû topbarankirin. Li gorî şahîdan, dibistan hatibû hedefgirtin û bi dehan top lê xistibûn. 9 dibistan di xeta agir de ne. Ji bo em bêtir rewşa gund û armanca hedefgirtina dibistanê bizanibin, em çûn gund û me bi mamosteya dibistanê Neda Silêman re hevdîtin pêk anî.
Hewldanên vekirina deriyê dibistana gundê Gozeliyê 
Neda behsa asta xwestina hînbûna ziman û dîroka xwe ji aliyê malbat û zarokan ve anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Beriya destpêkirina werza sala 2020-2021'ê malbatên gundê Gozeliyê daxwaz kirin ku em dibistanê vekin û zarokên wan perwerde bikin. Ruxmî ku malbatan dizanibûn ew di xeta agir de ne, rewş xeter e û ne diyar e di kîjan kêliyê de dibistan ji aliyê dagirkeran ve wê bên topbarankirin. Li ser daxwazên malbatan Komîteya Rêveberiya Dibistanan vekirina dibistanê qebûl kirin. Hemû pêdiviyên dibistanê pêk anîn û deverên ku zirar dîtibûn, tamîr kirin ku dibistan di destpêka werza 2021'ê de amade be şagirtên xwe bi dilgermî pêşwazî bike. Di rastiyê de ne tenê şagirt ji gundê Gozeliyê bûn, ji hemû gundên derdorê berê xwe dan dibistanê, da ku hînî zimanê xwe bibin."
“Çavên dagirkeran bar neda” 
Neda da zanîn ku çavên dagirkeran bar nedaye ku em li ber çavên wan zarokên herêmê di dibistanê de perwerde dikin û wiha domand: "Dewleta tirk ne dûrî me ye, em bi çavan hev dibînin, ji ber ku tenê rêya M4 di navbera me de ye. Lê çavên dagirkerên xaka me bar neda ku em şagirtan fêr dikin û ji bo zanîn û têgihîştina wan perwerde didin. Yek ji armancên hedefgirtina dibistanê jî ew e ku em branşên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, didin xwendin. Ji lewre bi zanebûn dibistan hedef girtin û ew bi giranî topbaran kirin da ku em meşa xwe rawestînin."
“Ger şagirt ne di betlaneya havînê de bûna, wê komkujiyeke pir mezin rû bida”
Neda got ku mirov xeyal bike di kêliyên topbaranê de şagirt li dibistanê bûna wê çi bûbûya û wiha pêde çû: "Ka em xeyal bikin beriya şagirt têkevin betlaneya havînê û li dibistanê bin ku di refên xwe de bin û topbaran çêbûbûya, wê çi rû bida? Ya herî baş û bi şans ew e ku dibistan di kêliyên topbaranê de vala bû û şagirt li malên xwe bûn. Ger ne wiha bûya, wê 84 şagirt tevî 10 mamosteyan bihatana qetilkirin û komkujiyeke mezin rû bida. Topbarana dibistanê bi xwe sûcekî şer e. 3 ref bi temamî hatin rûxandin, pêdiviyên mangeya rêveberiyê û pirtûkên şagirtan her wiha banê dibistanê hatiye xwarê û dîwarê dibistanê bi gelek cihan hilweşiyaye. Her wiha depe, pencere, derî, texebend, cam û gelek deverên din zirar dîtine û devereke saxlem nemaye. Tu li dibistanê dinêrî ji hilweşînê pê ve tiştek diyar nabe."
“Rapora NY’ê dûrî rastiyê ye”
Neda bersiv da rapora Neteweyên Yekbûyî ya li ser bikaranîna dibistanan wekî nuqteyên leşkerî ku di 6'ê Gulanê de hatibû dayin û ev yek anî ziman: "Rapora NY’ê dûrî rastiyê ye. Em behsa herêma ku lê dimînin bikin, gelek dibistanên ku di xeta agir de ne, wekî dibistana gundê Mehel, Til El-Leben û Gozeliyê ji derveyî şagirt û mamosteyan tu hêzeke din bi kar nayne. Ev cihê şagirtan e û tu carî hêzên leşkerî wê wekî nuqte ji xwe re bi kar neanîne. Em bi xwe li dibistanan dimînin û şagirtan perwerde dikin. Ger îro Neteweyên Yekbûyî raporan der barê herêmên me de parve dikin, bila ji kerema xwe re ew yan ji komîteyekê ava bikin û derbasî herêmên me, yên xeta agir de jî bibin û rastiyên heyî belge bikin. Bila werin û binpêkirinên dewleta tirk a dagirker li ser dibistanan ku hemû pîvanên exlaqî û zagonên navdewletî bin pê dike, bibîne û belge bike. Divê ku raporên NY ne li gorî polîtîkayên dewletan bin divê ku ji rastiyê werin ne ji dijberiya bi hêzan re be. Ya girîng jî Rêveberiya Xweser bi xwe rê nade ku dibistan wekî nuqteyên leşkerî werin bikaranîn."
“Zagon û hevpeymanên navdewletî polîtîka ne”
Neda bal kişand ser windabûna hevpeymanên navdewletî û wiha got: "Dewleta tirk hemû zagonên navdewletî bin pê kir û rêz neda û gelek deverên giştî topbaran kir. Di heman wextê de jî kîna xwe ji sivîlan heya ajalan radike. Ew hevpeymanên navdewletî û pîvanên exlaqî û zagonên ku dewletên hegemon û rêxistinên mafên mirovan behsa wan dikin, li ku ne? Ew zagonên ku qetilkirina sivîlan qedexe dike û divê der heqê wê de lêpirsîn vebe li ku derê ne? Ev hevpeyman û zagonên navdewletî li gorî berjewendiyan in. Hêzên ku dijberiya xwe pê re bikin, wê der heqê wan de lêpirsîn û lêkolînan dest pê bikin lê dewleteke wekî dewleta tirk ku hemû zagonan binpê kirine, çavên xwe jê re digrin."
“Em dixwazin NY komîteyeke ava bike û derbasî xeta agir bibe”
Neda daxwaza xwe anî ziman û wiha bi dawî kir: "Em wekî mamosteyên ziman, bang dikin ku dewleta tirk li ser sûcên der heqê dibistan û sivîlan de pêk aniye were darizandin. Her wiha em bang li NY’yê dikin ku komîteyeke şopandinê ava bikin û derbasî herêmên me bibin û binpêkirinên dewleta tirk ên li ser sivîlan û zirarên ku gihandiye dibistanan belge bikin. Dewleta tirk bi rengekî eşkere û ne veşartî ji hêzên leşkerî zêdetir sivîlan û zarokan hedef digre."