‘Dewleta Tirk li Efrînê mîna DAIŞ’ê erîşê Êzidiyan dike’

Jineke Êzidî ya ku piştî dagirkirina Efrînê berê xwe da kantona Şehbayê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê zextên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve dîtiye vegot.

RÛBARÎN BEKIR

Şehba- Li kantona Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî dagirkeriyê gelek binpêkirin û siyasetên qirêj ji aliyê dagirkeriya Tirk ve rûdidin lewre gelek malbat ji bo parastina jinan û ewlekariyê jê derdikevin û penaber dibin.

Jina Êzidî ya Kurd R.C ji gundê Basofanê li navçeya Şêrawaya Kantona Efrînê ye, piştî ku ji aliyê çeteyên dagirkeriyê ve hat binçavgirtin neçar dimîne bireve kantona Şehbayê.

Dewleta Tirk Ezidiyan kafir dibîne û kuştina wan helal dike

R.C di destpêka axaftina xwe de behsa kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê dike û destnîşan dike ku  ji roja yekem a dagirkirina Efrînê ve hemû mafên gel binpê dikin ji kuştin, îşkencekirin, destdirêjiyê bigre heta jêkirina daran, êrîşê her derê dike û bi taybetî jî gorên Êzidiyan xirab dike û wiha pêl da gotinên xwe: “Ev siyaset bi armanca derxistina me ji erd û gundên me ne, dewleta Tirk weke Êzidî hebûna me li Efrînê qebûl nake, dibêje hûn kafir in û kuştina we helal e.”

R.C di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: “Piştî pênc salên ku dewleta dagirker a Tirk Efrîn dagir kiriye me qet aramî û aştî nedît, tu pêdiviyên jiyanî yên bingehîn lê nemane. Dagirkerî hewl dide herêmeke nû li gorî siyaseta xwe û fikrên Osmanî ava bike lewre piştî ku piraniya cihên dîrokî arkeolojîk rûxandin komelgehên niştecihbûnê ava dike.”

‘Kiryarên çeteyên dewleta Tirk mîna yên çeteyên DAIŞ’ê ne’

R.C da zanîn herî zêde jin ji dagirkeriyê zirar ditîye û wiha lê zêde kir: “Bi hinek hincetên cuda jinên Efrînê û bi taybetî yên temenê wan biçûk rastî binpêkirinan tên, min dît ku çeteyên dagirker destdirêjî keçek 8 salî kirin her wiha jinek 70 salî jî. Ev sûc û binpêkirin weke kiryarên çeteyên DAIŞ’ê yên li jinên Şengalê kirine eynê ye.

Zarok jî ji zordariya wan xilas nebûne mafên zarokan li Efrînê nemane, ew rastî kuştin, revandin û îşkenceyê tên her wiha çete zarokan tevî dayikan direvînin ji bo bibînin ew çi bi dayikên wan dikin.”

‘Bi hincetên derew her tişt ji xwe re maf dibînin’

R.C axaftina xwe didomîne û wiha qala zehmetiyên ku gelê Efrînê ji destên çeteyên dewleta Tirk dikşîne dike: “Bûyerên dizî û talanê li Efrînê gelekî zêde ne, bi hincetên derew her tiştî ji xwe re rewa dibînin, wan zevî, mal û milkên me desteser kirin, xelkê Efrînê niha li derveyî malên xwe dijîn. Efrînî di nava zordariyek mezin de dijîn tevî ku dezgehên ragihandinê û bangawaziyên gelêrî ev binpêkirin eşkere kirin jî rêxistinên mirovî û mafnasî parastina mafên mirovan nekirin û bêdeng man. Divê her tişt bê diyarkirin û ji vê bêdengiyê derkevin ji ber ku êşa gel her diçe zêde dibe, tu sûcê gel nîn e ji ber ku ew Kurd in rastî ewqas êşan tên, ma dadmendî, maf û mirovahî li ku derê ye?

Piştî erdhejê gelek alîkarî hatin herêmê lê wan qet tiştek nedîtin ji ber ku çeteyan li kesûkar û malbatên xwe belav kirin.”

Du caran ji aliyê çeteyan ve hat binçavkirin

R.C di dawiya axaftina xwe de behsa binçavkirinê û çawa ji destê çeteyên dewleta Tirk reviyaye dike û wiha pêde çû: “Du caran ez girtim, nizanibûm min bi ku ve dibin û ne jî min cihê zindanê dizanibû, zêdetirî 60 jinên Kurd û gelek zarok di wê zindanê de bûn. ji aliyê derûnî û bedenî ve çeteyan pir dijwarî îşkence li wan dikirin, min didît çawa destdirêjî jinan dikin. Wan ez girtim ji bo pereyan bidim lê pereyên min tunebûn lewma piştî meh û nîvekê ez berdam. Ez nikaribûm êdî ewqas binpêkirin û siyasetên qirêj ên dagirkeriya Tirk tehemul bikim lewre min biryar da ez birevim. Dema ku gihîştim Şehbayê min aramiya ku her jinek li Efrînê hêvî dike dît, aliyên pêwendîdar li vir alîkariya me di her warî de kirin û malek jî dan me.”