“Dewleta Tirk ketiye halek wiha êdî êrîşî kampa me ya penaberan dike”

Jinên Efrînê yên ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker ji warê xwe koçber bûne dîsan ji êrîş û hovîtiya dewleta Tirk xilasnebûne dibêjin: "Xwesteka dewleta Tirk a dagirker ew e ji deverên ku em lê dijîn dîsan koçberî deverên din bike. Xewin û xeyalên Erdoxan tu carî bi êrîşan pêk nayê ji ber ku gelê Kurd xwedî îradeyek bê hempa ye."

Şehba - Di demên dawiyê de êrîş û toparanên dewleta tirk a dagirker li ser wargeha Vegerê ya navçeya Şêrawa a Kantona Efrînê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Di encama êrîşên li ser wargeha Vegerê de gelek zirarên madî çêbûne. Êrşîşa 19'ê Mijdarê hate kirin li nêzî wargehê bû. Dayikên ku ji ber êrîş û topbaranên dewleta tirk a dagirker ji Efrînê koçberî navçeya Şêrawa ya Efrînê bûne û jiyana xwe di wargeha Vegerê di berdewam dikin, nêrînên xwe di derbarê êrîşa dawiyê yên li ser kampa wan hatekirin anîn ziman. 
"Em ji êrîşan natirsin"
Endama Meclîsa wargeha Veger Dilovan Îbiş da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku em ji kampê koçberî deverên din bibin û wiha pê de çû: "Ev 4 salin em di wargeha Vegerê de pir zor û zehmetiyan dikişînin bi taybet di zivistanê de. Dewleta tirk a dagirker destdirêjî li ser axa me kir, armanca wan ew e ku me ji kampê jî koçberî deverên din bike lê Erdoxan û çeteyên girêdayî wî tu carî nagihin xewin û xeyalên xwe. Di demên dawiyê de dewleta tirk êrîşî kampê kir di encamê de hin çadiran zirar dîtin. Em hewel didin pêdiviyên miletê xwe pêk bînin. Dema ku di demê dawiyê de êrîş hatekirin zarok û kesên temen mezin tirsiyan. Em hêz û morala xwe ji bo vegera Efrînê bilind dikin. Em ji êrîş û topbaranên dewleta tirk natirsin. Li Efrînê jin û zarok tên kuştin û tecawizkirin ji ber wê kiryar li wan deveran her roj zêde dibin."
"Xwasteka me ewe di welatê xwe de jiyanek azad bijîn"
Eyşa Reşîd Mele ya 52 salî ji navçeya Şiyê ya girêdayî gundê Senarê yê Kantona Efrînê Bakûr Rojhilatê Sûriyeyê û niha jiyana xwe li wargeha Vegerê berdewam dike jî got: "Dema ku êrîşa dawiyê li ser wargeha Vegerê hate kirin em di mala xwe de bûn, bi carekê hat û ax bi ser çadiran de ketxarê. Êrîş li jêrî mala cîrana me bû, em hemû ji mala xwe derketin û hatin gel hev. Di zagonên navnetewî de nabe êrş li ser kampan were kirin lê Erdoxan hesab ji dewletan re nake û topbaranên wî berdewam e. Miletê kurd bê sûce, ji warê xwe koçber bûye jiyaneke aram najî. Xwasteka me ew e ku em vegerin cih û warê xwe Efrînê û jiyaneke azad li welatê xwe bijîn."
Remziyê Hesen Misto ya 35 salî ji gundê Senarê ya navçeya Şiyê û niha li kampa Veger dijî  got: "Di demên dawiyê de dewleta tirk kampa Vegerê ji bo berjewendiyên xwe hedef girt û gelek zirarên madî çêbûn. Di dewletên dunyayê de qedexeye ku kamp were hedef girtin, lê Erdoxan û çeteyê girêdayî wî van tiştan nizanin û li dijî qanonan derdikevin. Em êrîş û topbaranên dewleta tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin. Em ji êrîşên dewleta tirk natirsin û em ji malên xwe êdî koçberî deverên din nabin û tu carî dernakevin."