“Desthilatdarî rê dide ku tundîtûjî zêde dibe”

Ji ber aqilê mêrsalarî û sîstema desthilatdariyê her dem tundîtûjî li hemberî jinan tê kirin, jinên Başûrê Kurdistanê didin diyarkirin ku divê jin xebat û têkoşînê ji bo azadî û mafên xwe bikin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Bi giştî jin û jinên Kurd li her cihê dinyayê rastî tundîtûjî û kuştinê tên, aqilê mêrsalarî û sîstema desthilatdar û hikumet her dem hevkar bûn ji bo pêşxistian aqilê mêrsalarî, tundîtûjiya li hemberî jinan û zêdebûna bûyerên kuştinê li hinek herêman bi riya sîstema xwe ya taybet bi cih dikin. Lê belê li hinek welat û herêmên din rasterast bi riya hêzên ewlehiyê tundîtûjî li jinan tê kirin.

Weke ew bûyera ku li serê jina Kurd a bi navê Jîna Emînî li Tahranê qewimî, ji ber tu tometek wê nebû û ji ber hicaba wê kêmek sist bibû bû hincet lê belê di rastiyê de sedema tundîtûjî û kuştina wê ji ber Kurd bû, bi vî awayî jî ev ji bi aqilê mêrsalarî û valatiya desthilatdariyê zêde dibe û jin di vê navberê de zirarê dibînin.

Ev bûyer hemû cîhanê hejand, jinên Kurdistanê gelek çalakî û daxuyaniyên taybet û xwepêşandan li dar xistin. Li Başûrê Kurdistanê jin û çalakvan li hemberî vê bûyerê xwe weke berpirsyar dibînin û çalakiyan li dar dixin. Di vê derbarê de jinên çalakvan û têkoşer ji ajansa me re axivîn.

“Tundîtûjiya beramberî jinan bûye çandek û li pişt wê desthilatdarî heye”

Endama Yekitiya Jinên Kurdistanê Beyan Mehemed diyar kir ku tundîtûjî şêwazeke pêşîlêgirtina mafan e û ya li dijî jinan kevneşopî û çand li piştê ye û wiha got: “Kuştina jinan tundîtûjiya beramberî tevahî jinan e, ji bo wê li her cihê vê cîhanê jin tên kuştin, em dilgiran in, ya ku ji destê me were divê em bikin û li dijî vê rewşê bisekinin. Sîstem û desthilatdarî rê dide ku tundîtûjî zêde dibe. Ji ber dema tewanbar diçe dadgehê ceza bi temamî li ser nayê sepandin û zagon bi cih nayên, ev jî wisa dike ku tewanên cuda bike. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêdetir tundîtûjî li hemberî jinan tê kirin a herî diyar jî hicaba bi zorê ye.”

“Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê binpêkirinên li hemberî mirovehiyê”

Endama Yekitiya Jinan a Silêmaniyê Hêrû Emer bi bîr xist ku jin pîroz in, mêr her dem hewl didin pîroziya jinan ji holê rakin, bi giştî cîhan û bi taybetî Kurdistan aqilê mêrsalarî tê de bi cih dibe. Ji ber wê divê jin xwedî xwe bin û hişyar bin û bibin riyek ji bo hişyarîkirina mêran û wiha got: “Ya ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tê kirin, ne ayînî ye zordarî ye, ji ber wê ev bûyera ku qewimî li dijî mirovahiyê ye rê ji bo gelek tiştên din vedike û jin ji ber hicabê tên çewisandin. Hemû lêkolînerên li Îranê li hemberî vê yekê derdikevin bi taybet jin, ji bo wê divê jin xwediyên xwe bin û der barê mafên xwe de divê haydar û bi tevger bin.”