Desteya Jin bi xebatên xwe alîkariyê dide dayîkên karker

Desteya Jin ya herêma Firatê ku kar û xebatên xwe di çarçoveya rojev û mijarên jinan dide meşandin bi projeya danîngeh û baxçeya zarokan alîkariyê dide dayikên karker.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê - Desteya Jin ya herêma Firatê ku di her warî de bi jinan re dibe alîkar, ji bo bi taybet dayîkên xebatkar projeya danîngeh û baxçeyên zarokan di 2015’an de dest bi xebatên xwe kiriye. Di dirêjahiya van salan de 7 danîngeh û baxçeya zarokan li ser asta kantona Kobanê bi navê Rêmas, Roj, Hêvî, Zozan, Kulîlikên Pêşerojê, Zehra û Sara vekiriye.

Ji ber ku hejmara dayîkên xebatkar di sazî û dezgehan de pir e, danîngeh û baxeçeyan têra hejmara zarokan nedikir. Ji ber vê Ofîsa Lênêrîna Zarokan di 13`ê Tebaxê de sê danîngeh û baxçeyên din vekiriye.

Berdevka ofîsa Lênêrîna Zarokan Rojîn Hesen behsa pirojeya xwe, armanc û girîngiya wê kir.

"Em ji bo zarokan pergaleke taybet ava dikin"

Rojîn Hesen di destpêka axaftina xwe de behsa pergala danîngeh û baxçeyan kir û got: "Kar û barê ofîsa lênêrîna zarokan di çavçoveya şopandina xebatên ku danîngeh û baxçeyan tê kirin e. Di nava pergla me de zarok ji temenê 6 mehan û heta 5 salî tên pêşwazîkirin. Danîngeh dibe du beşan, piştre odeya amadekirina zarokan ji bo beşa baxçe heye û paşê zarok derbasî beşa baxçe dibe. Di her beşekî de karekî cuda tê kirin, ji lewra mamoste li gor wê tên amedekirin. Zarokên di dangîngehê de lênêrînek taybet bi wan pêwîst e û yên baxçe jî perwerdeyek  taybet ji bo wan tê dayîn, ji ber ku êdî dikevin pêvajoya destpêkirina dibistanan. Ji ber vê em zarokan ji aliyê derûnî û zanistê de amede dikin ku dest bi pêvajoya dibistanê bikin."

"Me pirojeya xwe ya 2022’an pêk anî"

Rojîn Hesen di berdewamiya axaftina xwe de behsa vekirina 3 danîngeh û baxçeyên nû kir û got: "Li gor nirxandinên me yên di sala 2021’an de pêdivî pê hebû ku hejmara danîngeh û baxçeyan were zêdekirin. Ji lewra me ev yek xist nava projeyên xwe yên sala 2022’an û li ser vê bingehê me di 13’ê Tebaxê de 2 dîngeh û baxçe bi navê Vejîn û Şehîd Zarav ku di komkujiya Kobanê de jiyana xwe ji dest da li Kaniya Kurdan û taxa şehîd Peyman yên li Kobanê û me yek li navçeya Qinê jî vekirin. Ji bo kadroyên wê jî gelek jinan serdana me kir, me li gor zagon û perensîpên xwe ezmûn ji wan re çêkir û li gor wê me hejmara mamosteyan temam kir ku a niha jî bi rengekî çalak kar dikin."

"Em dixwezin dayîk û zarok sud werbigirin"

Herî dawî Rojîn Hesen armancên xwe yên bicih anîna pirojeyeke bi vî rengî wiha bilêv kir: "Gelek armancên me hene bi pêkanîna vê projeyê. Dayîkên ku zarokên wan hene astengiyê di kar de bibînin, gelek dayîk jî hene nikarin ji ber zarokan bixebitin. Ji ber vê em dixwazin karê dayîkan hêsan bikin ku bikaribin bi rengekî rehet bixebitin. Li aliyekî din em dixwezin zarokan ji biçûkaniyê de ji bo xwendinê amade bikin da ku bingehekî wan yê zanistî hebe. Xala sêyemîn jî ew e ku em derfetên kar ji bo jinan peyda bikin, weke tê zanîn jî kadroyên danîngeh û paxçeyan hemû jin in. Gelek jin jî pêwistiya wan bi kar heye, ji bo vê ev alî jî heye ku jin bikarbin aboriya xwe ya taybet bi dest bixin û debara xwe bikin. Em di vê baweriyê de ne jî ku jin gelek sud ji vê projeyê digirin. Di pêşerojê de jî gelek projeyên me yên cuda jî hene ku wê di asta yekem de xizmeta zarok û jinan bikin."