Destên pîra Zînê ya 108 salî ji bo gelek derdan dermane

Dapîra Kobaniyan Zîn Mustefa ya 108 salî hem şahiydiya xwe ya dîrokê hem çîrokan dibêje, hem jî destê wê yê bi şifa ji bo gelek derdan deramane.

 
DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Her dapîrek xwediyê dîrokeke kevnar û qedîm e, ew in ên ku nirxan diparêzin û nahêlin dîroka gelê Kurd bê windakirin an jî jibîrkirin. Çi bi riya çîrokan an jî dengbêjiyê be nirxên dîroka xwe diparêzin. Di heman demê de kesên temenê wan mezin bi taybetî jin, wek civaka xwazayî destê wan dermanê hemû nexweşiyan e. Yek ji wan dapîra Kobaniyan Zîna Mihemed Mustefa ye temenê wê 108'in û hê jî li ser xwe ye û mêjiyê wê jî baş dixebite ye. Herî zêde dayikên me çanda xwe diparêzin û nifşên pêşiyan jî fêrî wê çanda resen dikin, pêşeroja wan diyar dikin. Ger mirov bixwaze dîroka xwe û çanda xwe nas bike divê li dayikên temenê wan mezin guhdarî bike û lêkolînan ji wan bigre. Zîn dayika 10 zarokan e û ji gundê Minazê yê Rojavayê Kobanê ye. 15 sal in hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye û niha jî bi tena xwe dijî. Zîn miriyan bi xêra xwe dişo, bîrovan bi destên xwe dibire û pîrikî dike. Ji ber dayikên wek wan tev xêr û bêr in. Zîn Mihemed Mustefa der barê salên ku derbas kirine û çîrokên ku ji zarokan re vedibêje de ji ajansa me re axavî.
"Dîrok bi xwe ji çîrokan pêk tê"
Zîn qala çîrokên ku hatine jiyîn dike û dibêje: "Ez 10 salî bûm, dapîr û bapîrên me çîrok ji me re digotin, ji ber di demên berê de wek niha teknolojî tunebû, tv tunebû, tenê yek radyo hebû hemû şêniyên gund lê kom dibûn  diciviyan ka ev radyo çi dibêje. Piraniya radyo nûçe û muzîk bûn. Her şev em li hev diciviyan û çîrok dibîhistin an jî dema zarok ranedizan dayikên me çîrok digotin da ku ew zarok razên. Çîrok bi roj nayên gotin bi şev tên gotin, çîrok bi civata şevê xweş dibû, zarok jî li ser çîrokê difikirî gelo ev çi dibêjin an çîrok çi ye û behsa çi tê kirin, me zarokan li çavên hev dinihêrî û guhdar dikir. Lê piştî em hînekî mezin bûn, me fam kir ku ev çîrok hin ji wan behsa demên hê kevin dikin hin ji wan rast in û hin ji wan gotin in. Lê di her çîrokek de rastiyak heye divê mirov baş li ser lêhûrbûn bike û şîrove ke. Ez bi xwe di demên berê de hatime dinyayê. Çîrok di werza zivistanê de xweş in û tên guhdarkirin. Herî zêde zarok dixwazin li çîrokan guhdarî bikin, ji ber ji wan re xweş tê."
"Gulê li Ispir çi kir û Ispir li Gulê çi kir" 
Zîn di nava gotinên xwe de behsa çîroka Gulê û Ispir dike: "Rojekê ji rojan Gulê û Ispir dibin dildarê hev lê Gulê ji koleyekî hez dike û Ispir pê dihese, li vir Ispir dixwaze navbera wan xira bike, gelek hewldanan dike, paşê Ispir Gulê dike wek lawir û roj bi roj wê îşkence dike. Paşê dîsa wê vedigerîne wek mirov. Vê carê Gulê li Ispir dike û wî îşkence dike heye ku êdî her kes dibêje ku bes e bera xwe ji hev vekirin û her kes di riya xwe de biçin û nêzî hev nebin. Gelek kes çîrokan dibêjin lê her yek li gorî xwe şîrove dike. Ya ku min ji vê çîrokê fêm kir ku divê mirov bi hev rast û dirust be, destpêkê divê bawerî hebû heye ku du mirov ji hev fêm bikin û jiyana xwe li ser wê bingehê bidomînin. Lê di rastiyê de ev tê jiyîn, bi taybetî di van civaka me de ku her roj jin rastî tundî û îşkenceyê tê. Di serdema me de îşkence  û tundî hebû lê kêm bû, ji ber ku em bi karê zeviyan re mijûl dibin, heya ku dema me hebû jî me bi kar derbas dikin. Pale, berhevkirina pembû, çandinî, xwedîkirina lawiran. Her wiha di nava me de, civaka komînal hebû wek ku niha di van me de li ser bingehê kom û meclisan xwe bi rê ve dibin. Dema ku li gel min genim hebûn û li gel cîrana min tunebû, me dida hev ji bo em debara jiyana xwe bikin, hemû li ser berhemên hev bijîn, ew jiyan gelekî xweş û bi wate bû."
"Destên jinan bi derman û bereket e"
Zîn di dawiya axaftina xwe de dibêje; “Min sê nifş dîtin lê divê hîn ez bijîm û bibînim: "Ji bo ez van berhemên xwe bidim civakê yan jî bixim nava xizmeta civaka xwe divê ez hîn bijîm lê bêyî ku ez nexweş bikevim. Dema ku ez li rex hewşa xwe rûdinim zarok li derdora min kom dibin û ez çîrokan ji wan re dibêjim û şîrove dikin. Di van salên dawiyê de teknîk bi pêş ketiye, kesên ku teknolojî bi pêş xistine li ser esasekî pêşxistin armanca wan ew e ku van nifşan dûrî çand û exlaq bixin, ev yek bi xwe şerê taybet ku xwestek e dewletên navneteweyî ye jî di nava civakê de bê belavkirin û bê exlaqî û fihûş bê belavkirin. Kesên temen mezin divê zaro û civakê hişyar bikin, em ê çand, exlaq û çîrokan biparêzin, heya ku em hebin em ê nehêlin çanda me ya kevnar bê windakirin. Banga min ji dayikên temenê wan mezin re ew e ku em berhemên xwe biparêzin û fêrî nifşên xwe bikin."