Destara ku bi kar tîne temenê wê 85 sal e

Leyla Derwîş diyra kir ku diya wê gelek xweş destar dixebitand, ew ji diya xwe hînî çêkirina xwarinên li ber destar bûye û niha jî ji bo pêdiviyên rojane dixebitîne.

 
RONÎDA HACΠ
Hesekê – Jin yekemîn parazvana çandê ye. Di destpêka civakbûyinê de, ji bo pêşxistina jiyana hevpar û di çandê de jinê roleke sereke lêyisitiye û rola wê heta roja îro didome. Di dîroka mirovahiyê de destar amûrekî girîng di jiyanê de ye. Her çiqas alavên teknîkî pêşketibin jî jinê herdem bi armanca parastina çanda xwe xwedî dîroka dayika xwe derdikeve. Bi keda destê, destar zatên mîna genim, nîsk, genim û ce diherîne. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê – Rojava parastina alavên dîrokî dikin û heta roja îro jî wan amûran bi kar tînin. Bi kar anîna wan amûran çanda dayikê derbasî nifşên din dibe. 
Leyla Derwîş a 39 salî dayika 3 zarokan e, ji taxa Til Hecer a bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Leyla   Derwîş ji zaroktiya xwe ji dayika xwe hînî destarê dibe. Heya roja îro destarê bi kar tîne û çanda dayika xwe diparêze. Her wiha dema destar bi kar tîne, cil û bergên kurdî li xwe dike û stran li ber dibêje. Leyla Derwîş têkildarî destarê nêrîna xwe parvekir. 
"Temenê destarê 85 sale"
Leyla diyar kir ku destarê bi kar tîne temenê wî 85 saliye û got: "Ez destarê ji dayika xwe hîn bûm. Dayika min bi destarê hemû pêdiviyên malê bi cih dianî. Dayika min jî yek ji wan jinan e ku xwedî dîroka xwe derketiye û heta roja îro aniye. Em ji dayika xwe hîn bûn ku jin xwedî li çanda jinên afrîner ên dîroka kevnar derdikevin û çanda xwe derbasê nifşên din ango zarokên xwe dikin. Hin tiştên çandî hene ku tucaran nayê ji bîr kirin, yek ji wan destar e. Destar amûreke xwezayî ye û tiştê ku pê tê hêrandin xwezayîbûnê winda nake. Loma dayikên me heta roja îro anîne û îro em jî çanda wan dewam dikin. Destar heta roja îro bi ked û parastina jinan hatiye van rojan û jin niha jî parastina wê çandê dike da ku neyê helandin. Çiqas çand were parastin ewqasî dîrok tê mayinde kirin."
"Parastina çandê parastina nasnamêye"
Leyla da zanîn bi derketina teknîkê re, çanda kevnar tê helandin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Di jiyanê de tişta herî bi qimet keda destê ye, lê bi derketina teknîkê re her tişt bûye amade. Mirovahî divê demê de hatiye wê astê ku bê ked dijî, ev yek jî dihêle ku çanda kevnar ên dayikan were helandin. Em niha bi wê zanebûnê çanda dayikê xwe diparêzin û naxwazin ji hêlandinê derbas bibe. Ji ber parastina çandê parastina nasnameya mirovahiyê ye."
"Bi kar anîna destar çanda dayika xwe nûjen dike"
Leyla Derwîş destnîşan kir ku ew bi cil û bergên gelerî destarê bi kar tîne û wiha pêde çû: "Dayik mamosteya jiyanê ye, çi hînî zarokê xwe bike ew tişt tucaran winda nabe. Dayika min jî dema destar bi kar dianî cil û bergên gelerî li xwe dikir, em hemû li derdorê wê kom dibûn û bi stranên gelerî zatê xwe dihêrand. Di roja îro de jî dema ez destar bi kar tînim cil û bergên gelerî li xwe dikim, bi gerandina kevirê destar, şikandina libên genim, ez stranan dilorînim û çanda dayika xwe zindî dikim. Dema ez destarê bi kar tînim çanda dayika xwe nûjen dikim. Hebûna destarê di mala min de xwedî wateyek pir diyardeye. Bi destarê em nîsk, genim, ce, savar û garis dihêrînin. Temenê destarê me 85 sal e, heta ez bijîm ez ê parastina çanda dayika xwe bikim û derbasî nifşên nû bikim. Em tucaran amûrên kevin ji bîr nakin, ji ber ev amûr çanda me ya kevnar temsîl dike. Di heman demê de cil û bergên gelerî nasnameya me diyar dike, ji bo wê jî erka me ya sereke ewe ku xwedî çand û nasnameya xwe derkevin."