'Ji ber şer zarok bi pirsgirêkên derûnî re rûbirû dimînin'

Şêwirmend û derûnînasa Navenda Şehîd Amara Fadiya El-Ewed li ser bandora şer û pevçûnan li ser derûniya zarokan dike got ku şer ji bo derûniya zarokan dergehê mayînkirî ye û da zanîn ku deriyê wan ji bo dermankirinê vekirî ye.

Hesekê - Zarok li herêmên ku şer û pevçûn lê hene herî zêde zirarê dibînin. Hem zirara fizîkî hem jî ya derûnî li ser wan dike. Zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji wan zarokên gelek deverên cîhanê ne ku her roj bi top, balafir û çekên dewleta Tirk tên û dibin qurbaniya berjewendîperestan.

Têkildarî vê mijarê Navenda Konseya Rêveber û derûnînasa Şehîd Amara ya bajarê Til Temirê Kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fadiya El-Ewed axivî.

'Zarokên li herêmên şer sêwî astengdar û koçber in'

Fadiya El-Ewed got ku şer ji faktorên herî girîng e li tenduristiya derûnî ya zarokan bandorê çêdike û wiha domand: "Li cîhanê 5 milyon zarok ji bandor û şopa şer li ser derûniya wan heye bi derûnî re rûbirû dimînin. Ev şer der mayinkirî ne ji bo bertengkirina zarok û windakirina wan e derûnî di nav zarokên xwe de daxwaz dikin ku zarokên xwe di warê derûnî de derman bikin.

'Bêparkirina ji mafê wan ê perwerdeyê bandorê li tevgera wan dike'

Fadiya El-Ewed da zanîn ku şoka ku zarok ji ber binpêkirinên li ber çavên wan çêdibin, dijîn, di wan de zû nexweşiyên derûnî çêdike û wiha sedemên din anî ziman: "Bêparkirina zarok ji mafên wan ên bingehîn re weke cih û perwerdekirin û neperwerdekirina. zarok dibe sedema têkçûn, stres û fikaran xwe, giran û qîrînên bê sedem, îzolebûna civakî, bêzarî û bêçaretî bandorê li ser rewşa fizîkî ya zarokan dike, ji ber wê her dem xewnên nebaş û kabûsan dibînin."

'Piştgirên zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê malbat û dibistan in'

Fadiya El-Ewed got ku piştgirên yekem ji bo pêketiyên nexweş derûnî malbat û dibistan in û wiha pêl da gotinên xwe: "Zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî para xwe ji vî şerî girtine, ji lewre pêwîst e heta dawî malbat bi zarokên xwe re alîkar. bin, wan derman bikin û hewl bidin wan bixwînin vî awayî em dikarin kesayeta zarok bidin guhertin ku hîn bêtir nêzîkî xwe û zaroktiya xwe bibin.

'Deriyên Navenda Şehîd Amara vekirî ne'

Fadiya El-Ewed bi vê peyamê ji malbatan re dawî li axaftina xwe anî: "Em hê jî di nava şer de dijîn, êrîş û binpêkirinên li herêmên min didomin, ji lewre pêwîst e her zarokên zarokên xwe hembêz bike, perwerde bike. Yên ku derûniya wan nebaş e dikarin bi destên wan bigrin û ber bi Navenda Şehîd Amara ve bînin ku em û wan bi hev re bikarin ji bo pêşerojeke baştir wan derman bikin Her kes dikare ji bo rewşa şer bi bandor bibe û tedawîkirina vê nexweşiyê jî di dema xwe de bike wê de pêwîstiyek demildest e bibînin, ev yek di pêvajoya mezinbûnê de wê bandorê li ser wan bike."