"Derfetek li pêşiya me hatiye vekirin hûn jî werin fêr bibin"

Jinên beşdarî perwerdeya zimanê Kurdî bûne balkişandin ser girîngiya ziman û wiha gotin: "Her zimanek hebûneke lê zimanê Kurdî an jî zimanê zikmakî bi xwe hebûna me Kurdan tevahiyan e. Divê hemû Kurd fêrî ziman bibin."

 

DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Bi salane gelê Kurd ji bo zimanê Kurdî bi dest bixin û birêka zimanê dayikê xwe bidin îfadekirin, her rastî komkujî û qirkirinan re hatine. Ji wan rojan û heya roja îroj jî dema Kurdeke li kube bila bibe, dema behsa ziman bike an jî bi Kurdî binivîsîne, bixwîne û bihizire ne mumkine ku rastî işkence an jî kuştinê neyê. Li Rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî hatibû qedexekirin, ji bo ku gel neyên kuştin an jî neyin binçavkirin, bi awayên veşartî perwerdeya ziman didîtin. Ruxmî ku tirs û xof li ser şêniyan hebû jî lê gelek hezkiriyên zimanê Kurdî hebûn. Zarokên xwe û yê cîranan fêrî ziman dayikê dikirin. Piştî ku şoreşa 19'ê Tîrmehê di sala 2012'an de destpêkir, li rex wê kesên ku xwe fêrî ziman kiribûn dest bi avakirina Desteya perwerde û fêrbûnê kirin. Şagirtan bi hejmareke zêde berê xwe dane dibistanan de û xwe fêrî zimanê Kurdî dikirin, bi vê yekê re hema hema mirov dikare bibêje ku piraniya xort û keçan xwe fêrî ziman kirin û derbasî peymangehan bûn û li ser vê bingehê gihîştin asta Mamosteyan. Zarokên wan rojana îroj dayikan fêrî ziman dikin.
Hemleya fêrbûna zimanê Kurdî 
Ji ber şer û aloziya Sûriyê gelek keçik û dayik ji xwendinê bê par man.  Ji bo ku ev kes careke din li xwendin û nivîsandinê vegerin û xeyalên xwe pêk bînin. Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)'e ya Mclîsa Navçeya Şêranê bi hevkariya Desteya perwerde û fêrbûnê dest bi hemleya fêrbûna zimanê Kurdî li gundên Kobanê kiriye. Ev hemle derfete ji bo kesên ku ji xwendinê bê parmane. Perwerde di dibistanan de tê dayin, hejmara kesên perwerdeyê dibînin 19'e ji dayik û jinan pêk tê. Di halê hazir de perwerde li gundê Xerbîsan ku li Rojhilatê Kobanê dikeve tê dayin, beriya vê li gundê Elî Şarê hat dayin û nêzî 45 rojan berdewam kir. Her perwerdeyek derdora 45 rojan didome. Tê payin ku dê ev hemle li hemû gundên Kobanê bê dayin. 
Di vê çarçoveyê de Mamoste û  kesên ku beşdarî perwerdeyê bûne kêfxweşiyên xwe ji ajansa mere anîn ziman.
Dayik xuliqkare û afrîneriya civakê ye
Jina bi navê Fîdan Mihemed dayika 4 zarokan xwe fêrî zimanê Kurdî dike wiha balkişand ser girîngiya ziman kir û got: "Rojê du seatan em perwerdeyê dibînin, ev ji bo dayikan bi taybet derfetekî herî baş û xweşe. Ez sibe zûh radibim ji bo ez karê malê xilas kim da ku ez bê perwerdeya xwe bibînim. Ez demên xwe hemû ji hevdû vediqetînim da ku demên min vala neçe. Li malê ez lawiran xwedî dikim, karê xwe yê malê û xwedîkirina zarokan re jî mijol dibim. Ji bo vê tu bandor li min nake, dema ku dayik bixwaze dikare her tiştî biafirîne. Her çiqas zehmetî hembin jî tên derbas kirin. ez hin zarokên xwe li malê dihêlin û yê bi çûk jî bi xwe re tînim cihê perwerdê. Armanca min ji vê perwerdeyê ewe ku ez di demên pêş de zarokên xwe fêrî ziman bikim û di milekî din de jî ez bi xwe fêrî ziman bibim."
"Ez ji xwendin û nivîsandinê bê par mam"
Jina ciwan ya bi navê Xaliya Elî yek ji koçberên Girê Spiye û wiha behsa bêpariya xwe ji ziman dike: "Di destpêka şerê Girê Spî de min dest ji xwendinê berda, şer bû sedem ku ez ji dibistanê bêm qutkirin, em di dema şer de derbasî Bakurê Kurdistanê bûn, paşê em vegeriya û min xwast ez xwendina xwe bidomînim, lê ew derfet çênebû. Her ez dihizirîm ku dê xwendina min çawa bibe, hemû hevalên min dixwînin û ez jî li wan tamaşedikim. Her di xeyalên min de ku ez rojekê bi serkevim û bibim parêze. Bi saya van destkeftiyan îro perwerde ji mere hatiye vekirin û niha jî ez fêrî xwendin û nivîsandinê bûme, demê pêş de ez derbasî dibistanê bibim û xeyalên xwe pêk bînim. Destpêkê min zehmetî dikşandin lê niha na tu astengî tunene ji ber ku Mamoste xwe dide ber me heye ku em fêr dibin. Divê her kes fêrî ziman bibe û bi taybet vê derfetê ji dest xwe bernedin."
"Divê em zimanê xwe zindî bikin"
Mamoste Emîne Mustefa ya 25 salî ji gundê Xerbîsane da zanîn ku heya astekê rewşa dayikan başe lê divê ew li ser xwe bixebitin û wiha pêde çû: "Armanca sereke ji vê hemleyê ewe ku dayikên temen mezin fêrî ziman bibin, dema ku dayik fêrî ziman bû wê demê dikare zarokên xwe jî fêr bike. Her ferdekî ji civakê pêwîstiya wî,wê bi ziman heye, lê bi taybet jin ji ber ku kesên ku zarokan xwedî dike dayike, lewma divê yek ser dayik fêr bibe. Destpêkê min zehmetî pir dikşand, ji ber ku dayikên temen mezin hene, lê roj bi roj êdî ev dayik jî fêr bûn ku çawa bixwînin û binivîsinin. Helbet kesên temen mezin wê astengiya li pêşa xwe bibînin. Lê ya baş ku bikaribin xwe bi zimanê Kurdî ifade bikin, ev yek girînge ji bo me Kurdan. Rojê du seatan ders tên dayin, piştî ku ev perwerde bi dawî bibe wê bawername li wan bêne belavkirin û di nava wan de sê kesên ku xwendin û nivîsandina wan başe be em diyarî didin wan."