Demsala havînê bi gulberojan dixemile

Hala El-Elî ya ku ev 6 sal in çandiniya gulberoj û hin cureyên zebzeyan dike, ji bo çandina gulberojan wiha dibêje: “Çandina gulberojan baldarî û westandinê dixwaze, demsala havînê bi wan dixemile û xweşik dibe.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Demsalên gulberojê û awayê çandina wê ji bo cotkarên nûciwan xemeke sereke ye ji ber ku sûdên wê yên tenduristî û darayî di sektora çandiniyê de hene. Ji vî alî ve Hala El-Elî ya bi temenê xwe 37 salî ji Gundê Tenûriya yê bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ew û hevjînê xwe nêzî 6 sal in li ser çandiniya gulberoj û hin cureyên din ên zebzeyan dixebitin û debara mala xwe dikin.

Gulberoj çi ye û navê wê ji ku derê hatiye?

Navê gulberoj ji meyla nebatê tê ku pozîsyona xwe li ber rojê diguhezîne û navê wê ji du peyvên Yewnanî Helios ku tê wateya tav û Anthos ku tê wateya gulê pêk tê. Kulîlka rojê yan jî gulberoj ji aliyê Înkayan ve wekî sembola xwediyê rojê dihat bikaranîn û ew di perestgehên xwe de dianîn, kahînên wan jî gulberojê li xwe dikirin û di nav tac û cilên xwe de dikirin.

Bikaranîn û sûdên gulberojê di dirêjahiya dîrokê de

Gulberoj di dirêjahiya dîrokê de bi gelek awayên cuda hatiye bikaranîn û ji bo xwarin û derman jî tê çandin. Her wiha, tîrêjên gulberojê çavkaniyeke gelek vîtamîn û mîneral in ku dikarin pergala berevaniya mirovî piştgirî bikin û şiyana wê ya şerkirina bi vîrusan re zêde bike ji ber ku ew zinc û selenium di nava xwe de dihewîne. Di heman demê de, xwarina tîrêjên gulberojê dibe sedema kêmbûna rêjeyên nexweşiyên dil û damar, kolestrola bilind û tansiyona xwînê ya bilind, ji ber dewlemendiya wê ya bi rûnê saxlem, diparêze.

Kengê tên çandin kengê tên çinîn?

Tovên gulberojê piştî dawiya sermaya biharê dema ku germahiya axê digihîje 50 derece tên çandin û dema herî guncaw li hemû deveran dibe ku di navbera mehên Adar, Nîsan, Tebax û Îlonê de be. Kulîlkên tavê yek ji kulîlkên ku zû mezin dibin e, ji ber ku piraniya cureyên wê di 85 heya 95 rojan de digihîjin û di vê heyamê de guliyên kulîlkê digihîjin. Di bin şert û mercên hewayî yên herî zehmet de jî gulberoj dikare li ber xwe bide, û girîng e ku li cihekî tav lê hebe were çandin û di rojê de nêzî 8 saetan tavê bibîne, lewma zû digihîje û çandina wê bi ser dikeve. Zerbûna kulîlkên gulberojê û hêsanbûna veqetandina wan ji gulikê îsbateke nayê redkirin li ser gihîştina çandiniyê. Di dawiyê de serê nebata gulberojê zû tê birîn, du hefte berî derxistinê û paşê tên rakirin. Hin kes hene hê jî wiha bi nûbûna xwe bi kar tînin û hin jî di bin axê de yan jî li cihek paqij û ewle tên hilanîn.

6 sal in bi çandinê ve mijûl dibe

Hala El- Elî ya ji gundê Tenûriyê yê ku bi çandina gulberojan re mijûl dibe wiha dibêje: “Ev 6 sal in ez û hevjînê xwe bi karên çandiniyê re mijûl dibin. Destpêkê me erd cot kir, paşê jî me dest bi çandina tovên wekî gulberoj, bacanê sor, bîber, bamya, birîncan, tivir, beqdenûsê û hin celebeyên din kir. Bêguman her demsalek cureyên xwe yên taybet û cuda hene, li ser vî esasê em çandiniyê dikin. Berhemên ku ji vî erdê diderkevin, em ji wan dixwin û difiroşin jî.”

“Çandina gulberojan westandin û baldariyê dixwaze”

Hala El-Elî da zanîn ku çandina gulberojan westandin û baldarî dixwaze, her wiha bal kişand ser awayê çandin û sûdên kulîlkên rojê û got: “Tovên gulberojê di meha Gulan û Hezîranê de tên çandin û di vê meha ku em niha tê de ne, di meha Tebaxê de tên çinîn. Em tovên gulberojê di erdê de diçînin û ev kulîk gelek avê naxwaze weke cureyên din ên kulîkan. Gulberoj feydeyên xwe yên gelek hene, mîna rûnê wê ji bo çêkirina xwarinê, her wiha ji bo dermankirinê ji ber vîtamînên xwe yên pir  tê bikaranîn tevî xwarina guliyên wê. Çandina gulberojan gelek baldarî û westandinê dixwaze. Her wiha pirsgirêka avê jî derdikeve. Di salên berê de av pir bû lê mixabin di salên niha de av kêm bûye.”

“Di merheleya yekemîn de ev proje feydeyê dide me em ji xêrên vî erdê sûd digirin”

Hala El-Elî diyar kir ku di merheleya yekemîn de ev proje feydeyê li wan dike ku xêrên erdê dixwin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di merheleya yekemîn de feydeyên vê projeyê ji bo me hene ji ber ku em ji xêrên vî erdê dixwin. Ez gelek kêfxweş im bi vî karî, projeya me di mala me de ye û ez karê xwe dikim, debara mala xwe dikim. Em hêvî dikin ku di demên pêş de alîkariya me bê kirin da ku em bikaribin projeya xwe mezintir bikin.”