Dema deriyên perwerdeyê hatin girtin Farîmayê riyek din dît

Farîma Emîr ji bo pêşeroja xwe ava bike ji Daikundiyê hat Bamyanê. Li aliyekê perwerdeya xwe didomand, li aliyê din jî dikanek biçûk vekir.

BAHARAN LEHÎB

Daîkundî – Li Efganistanê piştî ku Talîbanê careke di hat ser desthilatdariyê û dest bi sînordarkirina xwendin û jiyana civakî ya jin û zarokên keç kir, gelek kes ji bo bijîn û serxwebûna xwe biparêzin berê xwe dan karsaziyên biçûk û xebatên hunerî.

Li kolana bazara hunerê (Art Bazaar) a bajarê Bamyanê, jin cil û bergên gelêrî û xişran li firoşgehên xwe difiroşin. Ferîma Emîr, yek ji wan jinên ciwan e ku ji parêzgeha Daikundiyê, hatiye Bamyanê û ji bo xwe firoşgeheke biçûk vekiriye. Hem xwendina xwe ya pola 12’an li medreseyek (dibistana olî) didomîne hem jî sibehê li firoşgeha xwe derbas dike. Li wir çermçêkirina gelêrî (*charma-dozî*) û terzîtiyê dike û berhemên xwe yên dest difroşe.

Farîma Emîr bawer dike ku şert û mercên li Bamyanê li gorî Daikundiyê guncawtir in.

Farîma Emîr da zanîn ku li Bamyanê, dewreyên perwerdeyê berdewam dikin û jin xwedî derfetên bêhtir in, hem dikarin perwerdeyê bibînin, hem jî li derveyî malê bixebitin. Berevajî vê, li Daikundê bi taybetî li deverên gundewar û dûr derfetên perwerdeyê pir kêm in.

‘Jin nikarin li derveyî malê bixebitin’

Farîma Emîr wiha got: “Li wir ne ders hene ne jî dibistan. Li hinek deveran, heta dibistanên olî jî tune ne. Dersên ne fermî yên li malê jî tune ne. Bi kurtasî, qada perwerdeyê bi temamî rawestiyaye. Jin nikarin li derveyî malê bixebitin û tu xebatên din nîn in ku xwe bi wan mijûl bikin.”
  

      

‘Hemû zarokên keç li malê ne’

Farîma Emîr da zanîn ku gelek zarokên keç ên li Daikundî di malên xwe de asê mane, rojên xwe tenê bi dirûtin û karên malê derbas dikin û wiha got: “Nebûna perwerde û derfetên beşdariya civakî wan dixin bin zexteke psîkolojîk a mezin. Hinek ji wan ber bi zewaca zû ve diçin. Niha hemû zarokên keç li malê ne. Li wir dirûtinê dikin û gelek ji wan ketine depresyonê. Her wiha gelek ji wan di temenê biçûk de tên zewicandin, ji ber ku ne diçin dibistanê, ne jî dikarin ji malê derkevin. Tu karekî din tune ye ku bikin û dema xwe pê derbas bikin.”

Ji derfetên jidestçûyî ber bi lêgerîna perwerdeyê ve

Mîna gelek kesan, piştî ku Talîbanê careke di li Efganistanê hat ser desthilatdariyê, Farîma Emîr ji derfeta berdewamiya xwendina xwe bêpar ma. Farîma Emîr destnîşan kir ku berî van bûyeran, Daikundî tevî cihê xwe yê dûr û çavkaniyên xwe yên sînorkirî, gav bi gav pêşketî bû, gotinên xwe wiha domand: “Keç dikaribûn beşdarî dibistanan, qursên Îngilîzî û dersên amadekariyê yên ezmûna zanîngehê (Kankor) bibin. Lê belê bi girtina navendên perwerdeyê re, gelek ji van zarokên keç neçar man li malê bimînin.”

Ji ber ku Ferîma Emîr nikaribû xwendina xwe ya fermî bidomîne, ji bo berdewamiya xwendinê serî li dibistanên olî (medreseyan) da. Lê belê rastî astengiyên têkildarî sînordarkirinên temenî hat. Vê yekê bandoreke neyînî li ser moralê wê kir û hîs kir ku derfeta fêrbûnê nayê dayîn.

Malbatê piştgirî dayê

Di encamê de, piştgiriya malbata wê û ezmûna herdu xwişkên wê yên ku berê ji bo xwendina Îngilîzî çûbûn Bamyanê, Farîma jî teşwîq kir ku biçe wê derê. Malbata wê piştgirî da biryara wê û ew êdî dikaribû perwerdeya xwe bidomîne, beşdarî qursên curbecur bibe. Îro Farîma ne tenê perwerdeya xwe didomîne, di heman demê de firoşgehek biçûk jî birêve dibe, jêhatiyên xwe baştir dike û dahatê qezenc dike.

Nebûna gihîştina perwerde û xizmetên bingehîn

Pirsgirêkên li Daikundî ji sînorkirinên perwerde û civakî yên li ser jinan hatine ferzkirin zêdetir in. Farîma Emîr da zanîn ku erdnîgariya çiyayî û nebûna riyên baş, gihîştina xizmetên giştî ji bo mirovan dijwar dike. Di qada tenduristiyê de her çendî li paytexta parêzgehê tesîsên bijîşkî hene jî çavkanî li navçeyên dûr pir kêm in.

Farîma Emîr anî ziman ku hinek ji van navendên tenduristiyê bê alavên pêşketî û bijîşkên xwedî ezmûn in, ev yek jinan neçar dike ku ji bo zarokanînê yan jî girtina lênêrîna tibî ya bi kalîte biçin paytexta eyaletê û got: “Riyên xirab û şert û mercên erdnîgarî yên dijwar vê rêwîtiyê hîn tevlihevtir dikin.”

Farîma Emîr, bal kişand ser rewşa jinên li deverên dûr û got ku heta beriya qedexeyên heyî jî gelek jin dikaribûn hem li ser erdên çandiniyê bixebitin, hem jî perwerdeya xwe bidomînin. Farîma bal kişand ku wan jinan wek mînakên hewldanek berdewam ji bo baştirkirina şert û mercên jiyana wan dibîne û da zanî nku li gorî wê, ev hewldan ji ber girtina saziyên perwerdeyê û sînordarkirina beşdariya jinan di jiyana giştî de asteng bûye.

‘Ez hêvî dikim ku ew her gav xurt bin û li ser riya xwe berdewam bikin’

Farîma Emîr dide zanîn ku dema vegeriyaye Daîkundiyê ji bo serdana malbata xwe bike, ji ber rewşa zarokên keç û berê ji bo perwerde û pêşketinê têdikoşiyan xemgîniyek kûr hîs kiriye û wiha domand: “Carna dema ez bi xwişkên xwe re diaxivim, nikarim hêsrên xwe veşêrim. Ji ber zarokên keç li Daykundiyê gelek bi pêş diketin, hewl didan fêrî xwendin û nivîsandinê bibin û perwerdeya xwe bidomînin.”

‘Jinên Efgan her gav riya pêşveçûnê dibînin’

Tevî van hemû şert û mercan, Farîma Emîr hewldanên jinan ji bo berdewamiya xebat û fêrbûnê weke nîşandana redkirina wan a devjêberdanê dibîne û bang li jinên Efgan bi taybetî zarokên keç ên li Daykundiyê ku hêviyê biparêzin kir û got: “Ez hêvî dikim ku ew her gav xurt bimînin û li ser riya xwe berdewam bikin. Jinên Efgan her çend bi deriyek girtî re rûbirû bimînin jî her gav riyek pêşveçûnê dibînin. Berdewamiya wan, di şert û mercên wiha de jî çavkaniyek mezin a serbilindiyê ye.”