Daykundî bûye cihê qedexe û polîtîkayên zordariyê

Li Daykundiyê, jin ji bo dîtina perwerde, kar û çûyîna sûke, bi sînorkirinên Talîbanê re rûbirû dimînin. Jin dibêjin ku hem erdnîgariya dijwar hem jî polîtîkayên zordar riya wan a ji bo jiyana baştir di civakê de teng dikin.

BEHARAN LEHÎB

Daykundî – Daykundî yek ji 34 parêzgehên Efganistanê ye û di navbera çiyayên bilind de ye. Mîna gelek parêzgehên li Efganistanê, li vir jî behskirina derfet û riyên rast ne pêkan e. Mirov û bi taybetî jî jin, ji bo bigihîjin navendeke tenduristiyê neçar in bi saetan bimeşin û li van navendan pêdiviyên herî bingehîn jî tune ne.

Lê belê tevî van şert û mercan jî mîna yên li seranserê Efganistanê jinên li Daykundî jî hewl dan fêrî xwendin û nivîsandinê bibin, şert û mercên jiyana xwe û ya malbatên xwe baştir bikin.

Lê di dema pênc salên desthilatdariya Talîbanê de, tepeserkirina jinan bû parçeyek çanda Talîbanê. Jinên Daykundî yên di nava çiyayên bilind û riyên dijwar de dijîn, di ewlehiyê de nîn in. Mixabin, ev rewş tu carî bi awayekî berfireh di medyayê de cih nagirin. Mîna Heratê û li parêzgehên din, binçavkirina jinan ji aliyê rayedarên saziya Fermankirina Qencî û Qedexekirina Xerabiyê ve bi hinceta "hîcaba ne guncaw", li vir jî tê jiyîn. Lê tu kes di vê mijarê de neaxive. Sedema sereke ya vê yekê, dûrbûna vê parêzgehê û kêmbûna derfetan e.

Têkildarî rewşa jinên li vê parêzgehê em bi Zahra Wahab re axivîn.

Zahra Wahab, di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku Daykundî yek ji parêzgehên dûr ên Efganistanê ye û wiha axivî: “Bi rastî herêmeke pir dûr e û çiyayî ye. Rewşa li wir bi rastî jî ji bo jinan dijwar e. Wekî li her derê Efganistanê, hemû qurs, dibistan û medrese girtî ne û mafê jinan tune ye derkevin derve. Cilê nimêjê (serpoşek mezin ku tevahiya beden digre), burqa û heta hîcaba li wir jî nayên qebûlkirin. Hîcab, cil û bergek reş ê dirêj, pêçeke reş û maskeyek reş e ku bi taybeti li Kabulê û li piraniya parêzgehan ji aliyê jinan ve tê lixwekirin.”

‘Jin bi qamçî yan jî kabloyan rastî tundiyê hatin’

Zahra Wahab, diyar kir ku tevgera karbidestên Fermankirina Qencî û Qedexekirina Xerabiyê li hemberî jinên ciwan tirsnak e û bi van gotinan behsa zexta li ser jinan û jinên ciwan kir: “Ji ber ku dema jinên ciwan dixwazin ji malê derkevin an jî biçin bazarê, her çendî di nîvê rê de bin jî ger agahiya hatina karbidestên Fermankirina Qencî û Qedexekirina Xerabiyê ya ji bo bazarê bigrin, riya xwe diguherînin. Ji ber ku tevgera wan bi rastî jî tirsnak e. Bi taybetî jî di demên ewil de tirsnak bû. Ji ber ku wan çend caran bi qamçî yan jî kabloyan tundî li jinên ciwan dikirin. Her wiha jinên ciwan siwarê cureyekî wesayîda leşkerî dikirin û bi xwe re dibirin. Qanûnek pir hişk danîn. Her jineke ciwan an jî jineke ku bê mehrem an jî bê cilê nimêjê bihata bazarê dibirin. Bav, dayîk an jî hevjînên wan ji bo berdana wan, an 5 hezar, an 10 hezar an jî 15 hezar pereyê Efganistanê didan.”

‘Jin û jinên ciwan pirsgirêkên derûnî dijîn’

Zahra Wahab, axaftina xwe wiha domand: “Her kes ditirse. Êdî ders an jî çûyîna qursê nîn e. Bi rastî jî rewş xirab e. Tevahiya jinan zarokên keç di malên xwe de hatine hepskirin û ji nîvê wan zêdetir pirsgirêkên derûnî dijîn.”

Binçavkirina jinan û jiyana rojane ya li Daykundiyê

Zahra Wahab, der barê şêwaza binçavkirina jinên li Daykundiyê de jî wiha got: "Jinan rasterast dibin girtîgehên li parêzgeha Daykundiyê û gefa 'Ger hûn bê çarşef û bê serpoş derkevin, em ê we bigrin gel xwe. Divê hûn ji bo girtina zarokên xwe pere bidin’ dixwin. Gel ditirsînin loma mirov bi tu awayî nikarin derkevin derve.”

‘Şert û merc dijwar bûne’

Zahra Wahab, da zanîn ew pir kêm derdikeve derve û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Heta mêr jî ji karbidestên Fermankirina Qencî û Qedexekirina Xerabiyê direvin. Şert û merc dijwar bûne. Destûr nedihat dayîn ku mêr porê xwe bibirin, rihên xwe çêbikin an jî cilên herêmî li xwe bikin. Dema ku ez çûm bazarê, çend caran min ferq kir ku mêr di kolanên bazarê de direvin. Di destpêkê de min fêm nekir û jî hevalek xwe pirsî. Hevala min jî got ku ji ber rihê wan nîn e, dixwazin van binçav bikin û bi vî awayî mêran ceza dikin.”

Ev vegotinên ji Daykundiyê, nîşan didin ka çawa qedexeyên Talîbanê ji dibistan û perwerdeyê, ber bi astengkirina jiyana rojane ya jinan ji derketina derve bigre heta siwariya wesayîdan û çûyîna deran belav  bûye. Li cihekî ku dûrbûna ji navendên xizmetê bi serê xwe astengiyek e, tirsa binçavkirin û cezakirinê ne, derfetên jinan ên sînordar, hebûna di qada civakî de, tengtir kiriye.