Dayikên Şemiyê pirsa faîlên du birayan kirin

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 862’an de aqûbeta du birayên hev Huseyîn û Îskender Sevîm ên di 16'ê Cotmeha 1993'an de ji Êlihê ji bo çinîna titûnê çûbûn bajaroka Girêsîra û li wê hatibûn binçavkirin û careke din agahî ji wan nehatibû girtin pirsîn.

Stenbol- Dayikên Şemiyê, di hefteya 862'emîn de jî ji ber fîrosa koronayê çalakiya xwe li ser online lidarxistin. Dayikan di çalakiya xwe ya ji bo hînkirina aqûbeta xizmên xwe yên winda û cezakirina faîlên wan li dar xistin de aqûbeta birayên hev Huseyîn û Îskender Sevîm pirsîn. Her du bira di 16'ê Cotmeha 1993'an de ji Êlihê ji bo çinîna titûnê çûbûn bajaroka Girêsîra û li wê hatin binçavkirin û careke din agahî ji wan nehat girtin pirsîn. Di çalakiyê de xwarziya Hesen Ocak Dilcan Acer axivî.
“Aqûbeta wan di tariyê de hat hiştin”
Dilcan Acer diyar kir ku Êlih yek ji bajarên ku herî zêde bûyerên faîlên meçhûl lê pêk hatine Êlih e û wiha got: "Malbat Sevîm li Girêsîra dijiya û bi cotkariyê re mijûl dibû. Di 16'ê cotmeha 1993'an de dema ku malbat çûbû çinîna titûnê, 15 kesên serçavê wan rûpoş bi ser wan de girtibûn û Huseyîn Îskender û Vahdettîn Sevîm binçav kiribûn. Dema ku hevjînê wan ji binçavkirinê re bûbûn asteng ji wan re gotibûn ku wê heta çend saetan wan berdin. Piştî demekê Vahdettîn Sevîm hat berdan lê Huseyîn û Îskender careke din agahî ji wan nehat girtin.
Hemû hewldanên malbatê yên ji bo dîtina wan bêencam man. Bêyî ku lêpirsîneke bibandor bê kirin aqûbeta wan di tariyê de hat hiştin."
Dilcan Acer bibîrxist ku dayik û bavên Huseyîn û Îskender berî ku bigihîjin edalet û heqîqetê jiyana xwe ji dest dane û bang li desthilat û darazê kir ku aqûbeta Huseyîn û Îskender aşkera bikin û wiha domand: “Çend sal derbabibin jî ji bo Huseyîn û Îskender Sevîm û hemû windayan lêgerîna edaletê ya dewam dike dê zorê li normên hiquqa dewletê bike ku têkeve tevgerê. Emê dev ji cihê lêgerîna windayên xwe Meyîdana Galatasarayê yak u 163 hefteye li me hatî qedexekirin bernedin.”