Dayikên Şemiyê: Emê dev ji Meyîdana Galatasarayê bernedin!

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê heftê de li ser doza ku li wan hatiye vekirin rawestiyan.

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya  vê heftê de li ser doza ku li wan hatiye vekirin rawestiyan.
Navenda Nûçeyan - Dayikên Şemiyê, çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" di hefteya 851'emîn de ji ber vîrûsa koronayê bi awayekî online li dar xistin. Ji ber çalakiya xwe ya hefteya 700'emîn dayikên li hestiyên zarokên xwe digerin hatibûn binçavkirin û doz li wan hatibû vekirin. Rojeva Dayikê Şemiyê ya vê hefteyê jî li ser doza ku li  wan hatî vekirin dom kir.
“Ne me yên vê rewşê bi me dan jiyîn darizînin”
Xwişka Hesen Ocalan ê di bin çavan de hatibû windakirin Maside Ocak, danişîna kesên ku di hefteya 700'emîn de hatibûn binçavkirin û doz li wan hatibû vekirin bi bîr xist û da zanîn ku vê hefteyê ji agahdarkirina derbarê dozê re veqetandine. Maside Ocak, xwest ku pêwistiya hiqûqa navneteweyî ji wan re bê kirin û ev tişt got: "Ne me, kesên ku hezkiriyên me windakirin û vê rewşê bi me dan jiyîn darizînin."
Keça Fehmi Tosunê dibin çavan de hatî windakirin Besna Tosun daxuyaniya hevbeş xwend û got: “Em ne tenê ne. Car heye qurnefila di destê me de sedemê suc dîtin û em ji ber  wê girtin binçavan. Lê heta 18’ê Mijdara 2020’an di derbarê me de doz nehat vekirin. Di hefteya me ya 700’an de bi durişma ‘Dayê min bibîne’ li Galatasarayê dewam kir. Ev çalakiya me bi fermana Wezîrê Karêhindir û Qeymeqamê Beyogluyê ve hat asteng kirin. Hatiye belge kirin ku em hatin darbkirin û îşkence li me hatiye kirin. Ji wê rojê ve cihê hevdîtina me ya bi windayên me  re Meydana Galatasarayê li me qedexe kirin. Çend sal derbas bibe emê dev ji lêgerîna windayên xwe û cihê xwe yê lêgerînê Meydana Galatasarayê bernedin.”
Ji parêzerên dozê Metîn Îrîz û Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî axivîn û diyar kirin ku ewê bi Dayikên Şemiyê re têkoşîna windayan bidomînin.