Dayikên Şemiyê aqûbeta Talat Turkoglu yê 26 salin winda ye pirsîn

Dayikên Şemiyê, aqûbeta Talat Turkoglu yê 26 sal berê hat windakirin pirsîn û gotin: ”Em daxwaz dikin ku di dosyaya Talat Turkoglu de hemû biryarên demboriyên yên dijî hiqûqî bên rakirin.”

Stenbol- Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta windayan bipirsin û darizandina kujerên wan, her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev, çalakiya xwe ya vê hefteyê jî ji ber şert û mercên pandemiyê, bi riya online li dar xistin. Di çalakiya hefteya 888’an de çîroka Talat Turkoglu yê 1’ê Nîsana 1996’an dema ji Edîrneyê diçû mala xwe ya Stenbolê hat windakirin û carek din agahî jê nehat girtin, hate vegotin. 

“Bi sedan kes di binçavan de hatine windakirin”

Di daxuyaniyê de malbata Talat Turkoglu ji raya giştî re axivî. Malbatê diyar kir ku Talat Turkoglu jibo malbatê bibîne ji Edîrneyê ket rêya Stenbolê û careke din agahî jê nehat girtin, anî ziman ku hemû serlêdanê malbatê yên rayedaran bê encam mane. Endamên malbatê diyar kirin ku 26 sal in li Talat Turkoglu digerin û gotin: “Talat Turkoglu sosyalîst, karker, sendîkavan û kedkarek bû. Ew ji bo mirovên din bikaribûn jiyanek wekhev bijîn têkoşîn dikir. Divê em îro ne li vir bûna. Li welatê me bi sedan kesên ku di binçavan de hatine windakirin heye. Ev sûcê mirovahiyê nayê jibîrkirin.”

“Talat Turkoglu ne yê yekem û ne yê dawî ye”

Malbatê diyar kir ku Talat Turkoglu di binçavan de hatiye windakirin û wiha got: “Talat Turkoglu ne kesê yekem û ne jî yê dawî ye ku li vî welatî di binçavkiribe de hatiye windakirin. Wan bi gotina demborî dosyayên windahiyan girtin. Em ji bo birayê xwe û ji bo hemû kesên xwe yên winda edaletê dixwazin. Em lêpirsînek bandor dixwazin. Kesên windakirine dê hertim di dîrokê de sûcdar bin. Tiştê dewlet nekir, em ji bo birayên xwe dikin. Sûcdara rastî dewlet e.”

“Turkoglu bi taybet kirin hedef û winda kirin”

Parêzera malbatê Gulizar Tuncer jî anî ziman ku di salên 90’î de li herêmê mirov dihatin windakirin û înfazên bê daraz dihatin kirin û wiha got “Turkoglu beriya ku bê windakirin gelek caran hat binçavkirin. Hat girtin. Turkoglu bi taybet kirin hedef û winda kirin.” 

"Me serî li DMME'yê da"

Gulizar Tuncer, anî ziman ku ji ber kujer nehatin darizandin lêgerîna xwe li derve berdewam kirin û wiha got: “Ji ber ku me ji hiqûqa Tirkiyeyê encam negirt, me serî li DMME’yê da. DMME’yê Tirkiye mahkum kir. Hiqûqa Tirkiyeyê bi hinceta dem boriye ser dosyayê girt. Eger dewlet erka xwe pêk bîne divê kujeran ronî bike û ceza bike. Dewletê dikarîbû ev erka xwe pêk anîbûya. Lê dewletê wekî yên din ser van dosyayan jî girt û dem di ser dosyayan re derbas kir. 

“Ji Stenbolê heta Edîrneyê hat şopandin”

Piştre daxuyaniya çapemeniyê ya hefteya 888'an endama Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Zeynep Yildiz xwend. Zeynep Yildiz, derbarê Talat Turkoglu de agahî da û wiha got: “Turkoglu 45 salî bû. 4 caran hat binçavkirin. Gelek caran hat girtin. Di 29’ê Adara 1996’an de ji bo malbata xwe ziyaret bike ji Edîrneyê çû Stenbolê.Heta malê polîsan ew şopand. Di 1’ê Nîsana 1996’an de dema vegeriya mala xwe ya Stenbolê hat windakirin.” 

“Hemû hewldan bê encam man”

Zeynep Yıldız diyar kir ku malbata wê serî li Komeleya Mafên Mirovan û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û hemû saziyên pêwendîdar ên dewletê jî dane, kampanyayan danê meşandin û ev rewş anîne Meclîsê jî. Lê Zeynep Yildiz diyar kir ku hemû hewldanên malbatê bê encam mane û wiha got: “Di sala 1997’an de endamê JÎTEM’ê Kasim Açik îtîraf kir ku Talat Turkoglu li nêzî Edîrneyê li Çadirkentê ji aliyê yekîneya polîs, leşker û îtîrafkaran ve hatiye binçavkirin. Kasîm Açik, anîbû ziman ku Talat Turkoglu bi îşkenceyê qetil kirine û avêtine Çemê Merîçê.

“Divê lêpirsînek bi bandor bê meşandin”

Zeynep Yildiz, sêrledanên hiqûqî ya malbatê û mehkûmên DMME’yê yên der barê Tirkiyeyê de bi bîr xist û got, “Tevî îtîrafên endama JÎTEM’ê ku di sûcê windakirina Talat Turkoglu de cih girtiye, mehkûmiyeta DMME’yê ya Tirkiyeyê û hemû rêyên çareseriyê hatin darizandin jî, qanûn nehatin sepandin, bi demboriyê re dosya hat girtin. Ziyneti Turkoglu heta nefesa xwe ya dawî bi çav û guhên xwe li benda kurê xwe ma. Aqûbeta Talat teslîme zarokên xwe kir û jiyana xwe ji dest da. Em daxwaz dikin ku di dosyaya Talat Turkoglu de hemû birdarên demboriyên yên dijî hiqûqî bên rakirin û bi ji nûve vekirina dosyayê lêpirsîneke bi bandor bê kirin.