Dayikên Şemiyê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Kenan Bîlgîn ê ku di binçavan de hatibû windakirin, pirsîn.

Navenda Nûçeyan - Dayikên Şemiyê ku her hefte çalakiya xwe ya ku bi dirûşmeya “Kiryar diyar in winda li kû ne” pêktinîn, hefteya 857’emîn ji ber şewba vîrûsa koronayê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal pêkanîn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Huseyîn Aydemîr ê ku di 12’ê Cotmeha 1995’an de hat binçavkirin û winda kirin, hat pirsîn. 
Di çalakiyê de destpêkê şahidê destgîrkirina Kenan Bilgîn Saît Çoban axivî û got: "Wî hewl dida ku destê xwe yek ji şergehên hucreyê nîşan bide û dûv re wî da qira, 'Navê min Kenan Bilgin e. Wan qeydê min çênekirin, ew ê min bikujin.’ Ez bi xwe bûm şahidê vê yekê. Dema ku ez ji îşkenceyê vegeriyam, min dîsa heman deng bihîst. Ez bûm şahidê dengê Kenan. Piştî ku çend roj derbas bûn, qet deng ji hucreyê derneket. Bi îhtîmaleke mezin wan ew birine tesîseke li herêma Enqerê ya MIT’ê û rêheval Kenan qetilkirin. ”
"Em ê pey vê dozê bernedin" 
Şahidê duyemîn ê windabûna Kenan Bîlgîn Özer Akdemîr jî diyar kir ku hucreya wî nêzî cihê ku lê hatiye binçavkirin û wiha got: “Dema ku hevalê birin îşkenceyê min dengê îşkenceyê dibihîst. Rojekê, vî hevalî qêriya û wiha got ‘Navê min Kenan Bilgîn e. Ez nehatime qeyd kirin.’ Piştî çend rojan Kenan ji wir birin.”
Xwişka Kenan Bîlgîn Naciye Bîlgîn Okdemîr jî diyar kir ku 27 sal in bira xwe digerê û wiha got: “Dema ku navê 12’ê îlonê tê gotin timik êş, hesret û windabûn tê hişê mirov. Dayika min bi  vegotina navê kurê çavê xwe li jiyanê girt. Tiştêk ew qas hov nabe. Lê em ê dev ji vê dozê bernedin. Heta edalet pêk were emê têbikoşîn. Em ê li malê rûnenim û windakirina binçavanda tehemul nekin.”
 Serlêdan bê bersiv man
Daxuyaniya vê heftê yek jî Mirovê Şemiyê Ummuhan Kaya xwendin û çîroka windakirina Kenan Bilgîn parve kir.
Kenan Bîlgîn li rawestgeha otobusê ya li navçeya Dîkmen a Enqereyê hat binçavkirin û ew birin şaxa Têkoşîna bi Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê. Malbata wî, parêzer û Komelaya Mafên Mirovan hewil dan ku xwe bigihînin Kenan Bîlgîn, lê Midûriyeta Enqerê red kir ku ew hatiye binçavkirin. Li ser vê yekê, 11 şahidan ji raya giştî re ragihand ku wan Kenan Bilgîn li şaxê êşkencê ditinê. Gelek serlêdan li rayedaran hate kirin, lê ev serlêdan bê bersiv man.
DMME mehkûm kir
Ji ber ku di hiqûqa navxweyî de encamek nehat girtin, malbatê dosya gihand Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME). Dema ku dadgerên DMME dihatin Enqereyê û lêpirsîn dikirin, dadgehê biryar da ku Kenan Bîlgîn ji aliyê hêzên ewlekariyê ve di 12 Îlona 1994’an de hatiye binçavkirin; ku ew heta 3’ê Cotmeha 1994’an di destê hêzên ewlekariyê de bû; lê belê, tespît kir ku di vî warî de qeyde nayê girtin û bi yekdengî Tirkiye mehkûm kir. Lê belê, tevî biryara DMME'yê ya li Tirkiyeyê, hat gotin ku ti dane nahatiyê dîtin ku nîşan dide Kenan Bîlgîn birine yek ji girtîgehên Midûriyeta Polîsan a Enqereyê û bi hincetê dem derbas biryara neşopandinê da.