Dayikan bang li Wezareta Edaletê kirin û gotin girtiyên nexweş berdin

Jinên xizmên girtiyan bal kişandin ser zextên li ser girtiyan û mirina li girtîgehan her wiha ji bo demildest berdana girtiyên nexweş bang li Wezareta Edaletê kirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Di hefteya dawî de 3 girtiyên nexweş li girtîgehên ku lê dihatin girtin jiyana xwe ji dest dan. Dema binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên nexweş roj bi roj zêde dibe, girtî bi taybetî jî mafê tenduristiyê ji gelek mafan bêpar tên hiştin. Nobeta dayikên ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin edaletê dixwazin, li 4 bajaran, 10 meh in didome, Wezareta Edaletê jî li hemberî daxwazan bêdengiya xwe didomîne. Xizmên girtiyan ên der barê binpêkirinên mafan û cenazeyên ku ji girtîgehan derdikevin de axivîn, ji bang li saziyên pêwendîdar kirin ku hiqûqê bi cih bînin.

"Wezaret dengê dayikan nabihîse"

Xizma yek ji wan girtiyan Safiye Akdag, diyar kir ku di nava 8 mehan de 44 girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane, da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gihîştine astên xirab. Safiye Akdag bal kişand ku dayik li dijî binpêkirina mafan, 10 meh in têkoşîna edaletê didomînin û wiha got: “Wekî ku her kes dizane di hefteya dawî de 3 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Li hemberî van 10 meh in malbat li 4 bajaran nobeta edaletê digrin. Ne Wezareta Edaletê, ne jî kesên berpirsyar, dengê xwe dernexistin. Li vir dengê dayikên ku 10 meh li ber xwe didin jî nebihîstin. Malbat bi mehan e ji bo berdana girtiyên nexweş û li dijî şewitandina înfazan bernedana girtiyan têdikoşin.”  

“Tecrîda li ser girtiyan zêde dibe”

Safiye Akdag diyar kir ku li gelek girtîgehan, girtî ji ber binpêkirinan greva birçîbûnê dane destpêkirin, da zanîn ku girtiyên di grevê de rastî êrîşan tên û tên derbkirin. Safiye Akdag, bang li xizmên girtiyan kir ku ji bo bibin dengê girtiyên nexweş û dawî li zextên li ser girtiyan bînin, xwedî li girtîgehan derbikevin û wiha got: “Di hiqûqa Tirkiyeyê de cezayê îdamê nîn e lê em di pratîkê de van mînakan dibînin. Zextên li ser girtiyan û derbkirina girtiyan roj bi roj zêde dibin. Girtiyên nexweş bi tu awayî nayên dermankirin û li girtîgehan ji hemû mafên xwe bêpar in. Tecrîda li ser girtiyan her roja derbas dibe hin zêdetir dibe. Em ji vir bang li hemû malbatên girtiyan dikin; ji bo berdana girtiyên nexweş bila her kes xwedî li wan derbikeve. Ger ev xwedîderketin nebe dê hejmara miriyan zêdetir bibe.”  

“Dayik 10 meh in têkoşîna edaletê didomînin”

Xizma yek ji girtiyan Dîlek Diyar Ozer jî diyar kir ku malbat 10 meh in li hemberî hemû êrîşan têkoşîna edaletê didomînin û ev têkoşîn tevî êrîşan jî dê bidome. Dîlek Diyar Ozer anî ziman ku Wezareta Edaletê nobetên tên girtin jî nedîtî ve tê, diyar kir ku divê wezaret erka xwe pêk bîne û girtiyên nexweş tehliye bike.

“Pêwîst e wezaret gav biavêje”

Dîlek Diyar Ozer bal kişand ser mirina kesên li girtîgehan û wiha axivî: “Di 8 mehên dawî de hejmara kesên li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane ji çil kesan derbas kir. Em nikarin wan ji tecrîda li ser birêz Ocalan cuda bibînin. Tevî di xala berdana girtiyên nexweş de gelek hewldan hene û raporên ATK'ê jî pirsgirêkeke cidî ye ku girtiyên nexweş hê jî di girtîgehan de ne. Em vê pirsgirêkê dikarin di bûyerên di hefteya dawî ya hat jiyîn de jî bibînin. Li hemberî vê yekê pêwîst e Wezareta Edaletê demildest gav biavêje. Di pêvajoyên dawî de ji ber şewitandina înfazan, girtiyên cezayên wan xilas bûne hê di girtîgehan de ne. Girtiyên ku ji ber şewitandina înfazan cezayê wan qediyaye, hê jî di girtîgehan de ne. Pêwîst e girtiyên nexweş werin berdan û dawî li şewitandina înfaza cezayê wan were.”