Dayika ku di kurên wê ketin tora madeyên hişbir got: Sûcê herî mezin ê dewletê ye

Aysel Ozkan a li Rihayê diyar kir ku temenê bikaranîna madeyên hişbir daketiye 11 salan, 2 kurên wê ketine nava tora madeyên hişbir û bal kişand ku tevî zarokên wê li dadgehan gotine wan madeya hişbir ji kê girtine jî tu lêpirsîn der barê firoşkaran de nehatiye destpêkirin. Aysel Ozkan bi gotinên; “Li vir sûcê herî mezin ê dewletê ye” bertek nîşanî tiştên ku ew û zarokên xwe dijîn da.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Riha - Li Kurdistanê di van salên dawî de roj bi roj zêdebûna rêjeya bikaranîna madeyên hişbir di temenê biçûk de malbatan dixe nava fikaran. Bikaranîna madeyên hişbir ku bi taybetî piştî sala 2015'an li Kurdistanê zêde bûye, li bajarên wekî Riha, Mêrdîn, Şirnex û Amedê gelek caran di rojevê de ye. Li gorî lêkolîna ku di sala 2021’ê de hat kirin, hat diyarkirin ku li Rihayê temenê bikaranîna madeya hişbir daketiye 11 salî. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê Ayşe Surucu jî di meha Kanûnê ya borî de der barê zêdebûna bikaranîna madeyên hişbir li bajêr ji meclisê daxwaza avakirina Komîsyona Lêkolînê kir.
Ji bo nifûsa 2 milyon û nîv, kapasîteya 50 nivîn!
Li gel zêdebûna bûyeran, di dawiya sala 2020'an de li bajêr Navenda Tedawiya Alkol û Madeyên Hînbûyî (AMATEM) û Navenda Tedawiya Tedbîrên Zarok û Ciwanan (ÇEMATEM) hatin avakirin. Kapasîteya razanê ya navenda ku li bajarê 2,5 milyon nifûsa wê hat vekirin 50 ye. Navenda ku meha borî dest bi qebûlkirina nexweşan kir, nayê zanîn ku heta niha çend serlêdanên nexweşan girtiye.
Du kurên wê di kemîna madeyên hişbir de ne
Malbatên ku ji ber madeyên hişbir ên tê îdiakirin li kolanan bi 40 TL tê firotin di nava fikaran de dijîn, bal kişandin ku li taxan madeyên hişbir wekî şekir tê firotin. Aysel Ozkan dibêje ku 2 kurên wê madeyên hişbir bi kar tînin û yek ji wan jî ji ber vê sedemê di girtîgehê de ye, diyar kir ku li bajar tenê destên xwe nadin bazirganan. Aysel Ozkan destnîşan kir ku piştî hîn bûye her du kurên wê madeyên hişbir bi kar tînin derûniya wê xirab bûye, ji ber wê piştgiriya derûnî dibîne, diyar kir ku ew jî bi zarokên xwe re di rojên pir zehmet re derbas bûne.
“Der barê navên ku hatine dayîn de tu lêpirsîn nehat destpêkirin”
Aysel Ozkan destnîşan kir ku her çend kurê wê yê ku madeyên hişbir bi kar dianî dema hat binçavkirin, nav û navnîşana kesên madeyên hişbir difroşin dabe jî der barê firoşkaran de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin û wiha got: “Min kurê xwe danî pêşberê xwe jê pirs kir; min got te ji ku derê stand, kî dide te. Wî ji min re got ku ji çawîşekî Pirsûsê standiye. Piştî wê jî ji ber di destên wî de madeya hişbir hat dîtin, hat binçavkirin. Tevî van gotinan li dadgehê jî got ne yên ku madeyên hişbir dane wî ne jî yên din nehatin darizandin, ji bo îfadeyê jî nehatin gazîkirin. Li vir rola herî mezin a dewlet ye. Li ser ciwanên me lîstik hene, dixwazin bi riyên wiha jiyana wan biherimînin. Ew yên firoşkar nagirin, tenê yên ku bi kar tînin digrin. Dewletê zarokên me anî vê xalê. Ger bixwesta nikaribû mudaxeleya vê yekê bikira? Çawa vê yekê li ciwanên me yên paqij dikin? Ew gumrik di destên wan de ye, ne yê me. Ger dewlet bixwaze pir xweş dikare mudaxele bike.”
“Ez nizanim ji bo du kurên xwe çi bikim”
Aysel Ozkan anî ziman ku ji bo zarok ji madeyên hişbir dûr bikevin yekane çareserî pêşîgirtina vê rewşê ye, diyar kir ku ciwan bê sedem ber bi vê riyê ve tên kişandin. Aysel Ozkan destnîşan kir ku kurê wê yê girtî ji ber bê piştgirî di girtîgehê de maye, piştî ku hatiye berdan jî nû ve xeteriya destpêkirina madeya hişbir pê re heye û wiha got; “Mîna şekir li her quncikê, firoşkar hene. Divê êdî dewlet destûr nede vê yejê. Bi rastî ji bo malbatê, ji bo me, ji bo ciwanan heyf e. Ez nizanim ji bo du kurên xwe çi bikim, çawa bi vê yekê re mijûl bibim. Di girtîgehê de dimînin lê piştî ku derdikevin dîsa dest bi madeya hişbir dikin. Divê ev bazirgan û ev baron bên teşhîrkirin. Ji bo ku dawî li vê rewşê bînin neçar in vê yekê bikin. Êşa hundirê me tenê em û Xwedê dizanin. Divê êdî ev rewş were bidawîkirin.”