Dayik Menekşe Aydinlar: Çi bi kurê min kiribin bila eşkere bikin

Dayikên Şemiyê vê hefteyê ji bo aqûbeta xwendekarê zanîngehê Cuneyt Aydinlar ê 28 sal berê hat windakirin û doza wî ji ber demborî hat girtin, hatin cem hev. Dayika Cuneyt Menekşe Aydinlar di çalakiyê de wiha got: “Em, edaletê dixwazin. Çi bi kurê min kiribin bila bê eşkerekirin.”

Stenbol- Dayikên Şemiyê ji ber şert û mercên pandemiyê çalakiya xwe serhêl li dar xistin. Dayikên Şemiyê di çalakiya hefteya 883'an de aqûbeta xwendekarê Fakulteya Aboriyê ya Zanîngeha Stenbolê Cuneyt Aydinlar ê ku di 20'ê Sibata 1994'an de ji aliyê polîsan ve li Rawestgeha Omûr a Bakirkoyê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin pirsîn.
Dayika Cuneyt Aydinlar, Menekşe Aydinlar wiha axivî: “Cuneyt 28 sal berê hat binçavkirin û ji wê rojê heta niha ve winda ye. 9 rojan di bin binçavan de ma. Ji wê demê heta niha tu agahî em jê nagrin. Em, edaletê dixwazin. Em dixwazin zarokên me bên dîtin. Em ê dev ji Qada Galatasarayê bernedin. Çi bi kurê min kiribin bila bê eşkerekirin."
“28 sal derbas bûn lê Cuneyt nehat” 
Birayê Cuneyt Aydinlar Emrah Aydinlar jî behsa serpêhatiyên ku wekî malbat jiyane kir: 
“Dema me di sala 1994’an de agahiya binçavkirina birayê min a ji aliyê Şaxa Siyasî ya Gayrettepeyê ve bihîst em weke malbat perîşan bûn. Di 28'ê Sibatê de bi gotina ‘Tu ji mirinê re amade yî’ bi hinceta cih nîşandanê, li Çukurcumayê hat windakirin. Piştî ku hat windakirin, me gelek serlêdanên hiqûqî kirin lê hemû jî hatin redkirin, astengkirin. Em jî li benda hêviya vegera Cuneyt man. Dayika min, qenepeyek danîbû ber deriyê malê û 7 salan li ser wê qenepeyê li benda vegera Cuneyt ma. 28 sal derbas bûn lê Cuneyt nehat. Cuneyt, li ku ye? Êdî taqeta dayika min nemaye. Xwarzî û biraziyên wî bêyî dîtina wî mezin bûn. Em dev ji têkoşîna xwe bernadin.”
“Qeyda wî ya binçavkirinê heye”
Parêzera malbatê, Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn mafê axaftinê girt û der barê dosyayê de agahî da. Eren Keskîn bi bîr xist ku Cuneyt Aydinlar bi 15 hevalên xwe re li Bakirkoyê hatiye binçavkirin û bal kişand ku qeyda wî ya binçavkirinê heye. Eren Keskîn got, "Heta niha di hiqûqa navxweyî de der barê windakirina Cuneyt de tu encam nehatiye bidestxistin.”
“Em dev ji parastina hiqûqê bernadin” 
Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Gonul Sonbahar ku daxuyaniya çapemeniyê ya hefteya 883'an xwend, diyar kir ku ew ê dest ji lêgerîna Cuneyt Aydinlar bernedin û wiha axivî: "Em bi israr li ser daxwaza xwe ya heqîqet û edaletê di hawirdoreke bêedaletiyê ya hatiye afirandin de, daxwaza heqîqet û edaletê dikin. Em di şertên heyî de nikarin qala Qanûna Bingehîn, qanûn û hiqûqa gerdûnî bikin lê tevî vê yekê jî em ê dev ji parastina hiqûqê bernedin. Em dizanin ku ji bo derbaskirina van şert û mercên dixwazin gel ber bi bêhêvîtiyê ve bikşînin û bi dest bixin aştî, demokrasî û serweriya hiqûqê tu riyeke din tune ye.”