Daxwazên jinên penaber vegera cihê wane
Jinên ku li Kampa Newroz a Dêrikê bi cih bûne, nêrîn, zehmetî û daxwazên xwe parve kirin. Di heman demê de, teqez kirin ku dê mafên wan ji dewleta tirk a dagirker re nemîne û dê vegerin ser axa xwe.
EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê Girê Sipî, Serêkaniyê û Efrînê welatî neçar hiştin ku koçber bibin û rastî zehmetiyan werin. Tevî hemû zor û zehmetiyan jî xelkên wan bajarên ku hatine dagirkirin li ber xwe didin û bi hêviya vegerê ne. Jinên koçber ên ji Girê Spî û Serêkaniyê ku li Kampa Newrozê ya girêdayî bajarê Dêrikê – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bûne, zehmetî, hêvî, berxwedan û daxwazên xwe bi ajansa me re parve kirin.
"Kanê mafên mirovan?"
Ji niştecihên Girsê Sipî Xezal Xidir Mustefa ya piştî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ji cihê xwe koç kir û niha li kampa penaberan Newroz a Dêrikê dijî wiha qala jiyana xwe ya koçberiyê dike: “Ez ji bajarê Girê Spî me, em li bajarê xwe bi aramî dijiyan. Dewleta tirk a dagirker di sala 2019’an de êrîşî bajarê me kir û em koçber kirin. Mala min mîna bihuştekê bû, hewşa ku min temenê xwe hemû di ber de qedand, hemû gul û giha bû lê hat wêrankirin. Dema ku dewleta tirk êrîşî bajarê me kir, em neçar man koçber bibin û em pir perîşan bûn. Ji dema koçberbûyîna me ve heta ku em li Kampa Newrozê ya li bajarê Dêrikê – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bûn, em li gelek bajaran geriyan û zehmetiyên zêde me kişandin. Dewletên Ewropayê bi gotina mafên mirovan bang dikin lê dewlet ji bo vê rewşa me bêdeng maye û tiştekî ji bo me nake. Kanê mafên mirovan? Ger ku mafên mirovan hebûya em ê ji malên xwe neçar nemana derbikevin û dê malên nehatana talan û wêrankirin. Eger mafên mirovan hebûya û dewletan dengê xwe kiribûya dê tu kes koçber nebûya, mal û milk nehatana dizîn û em ê bi çolan neketana. Heta roja îro jî, dewleta tirk rojane gefan li bajaran dixwe û dibêjej ku dê êrîş bike lê çima wiha dike? Her roj dewleta tirk zarokên me şehîd dixe û bedena wan parçe dike bêyî ku wijdanê wî biheje.”
"Em axa xwe ji dagirkeran re nehêlin"
Xezal di wê baweriyê de ye ku dê rojek were û vegerin bajarê xwe. Di heman demê de, di wê îsrarê de ye ku dê axa xwe ji dagirkeran re nehêlin û wiha bi dawî dike: “Em li van kampan bi cih bûne û em di nava zehmetiyan de dijîn. Di havînê de em ji germahiyê dişewitin û di zivistanan de jî hestiyên me ji sermayê diqerisin. Tu pîvanên exlaqî û wijdanî vê yekê qebûl nake. Em fermanên ku li ser me diqewimin qebûl nakin, em hê li bendê ne ku çete û dagirker ji axa me derkevin û em li bajarê xwe vegerin. Em dixwazin malên me û axa me bikevin destên me, ne tenê Girê Spî lê belê em dixwazin ku Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrîn jî vegere û bi kêf û şahî em derbasî bajarê xwe bibin. Ev 3 sal in em berxwedaniyê dikin û ji bo vê yekê jî em naxwazin berxwedaniya me wiha vala derkeve. Em ê li bajarê xwe vegerin û dê ax û malên me ji dagirkeran re nemînin. Dewleta tirk û DAIŞ’ê bi sedan jinên Kurd li bazaran firotin û bazarê li ser wan kirin lê bila baş bizanibin ku Kurd xilas nabin û her ku yek şehîd dikeve yan jî jiyana xwe ji dest dide bi dehan şûna wan digrin.”
Hedla Mustefa ji bajarê Serêkaniyê ye pirs dike ka çima Erdogan ewqas anî serê sivîlan û wiha dest pê dike: “Em li malên xwe rûniştî bûn û haya me ji tiştekî tunebû. Erdogan her dem gef li bajarê me dixwar û digot em ê êrîşî we bikin. Me digot qey tenê gef in û tiştek nabe lê di rojeke tarî de û ber bi êvarê ve êrîş kir. Êrîş bi balafir û top û tangan li ser sivîl, dibistan û malan hatin kirin. Di encama êrîşên dewleta tirk li ser Girê Sipî û Serê Kaniyê de bi hezaran kes koçber bûn ji bilî yên ku şehîd, birîndar, dîlgirtî û hatin binçavkirin. Pirsa me ya her car ew e: Erdogan çi ji me dixwaze? Em mirovên sivîl in, çima balafirên xwe şandin ser serê me û malên me wêran kir. Piştî ku dewleta tirk em koçber kirin û erdê me ji me stand, di malên me de DAIŞ’ê û çeteyên xwe bi cih kirin.”
"Em mafê xwe dixwazin"
Hedla dibêje ku dewleta tirk jiyana wan serûbinî hev kiriye û derûniya zarokan xirab bûye. Di heman demê de daxwaza mafên hemû pêkhateyan dike û wiha bi dawî dike: “Herî dawî jî em li van kampan bi cih bûn, jiyana kampan jî pir zor e. Dibe ku em li van kampan bikaribin debara xwe bikin ji bo ku em li çolan nemînin lê bêguman jiyana vê derê zor e û bi taybetî ji bo zarokan. Ji hemû aliyan ve jiyan zehmet bûye ji dema ku Erdogan em ji malên me koçber kirin û vir ve. Dewleta tirk jiyana me xerab kir, zarok ji dibistanan bêpar hiştin. Derûniya me hemûyan hatiye guhertin û bi taybetî derûniya zarokan. Ez dixwazim dengê xwe bigihîjînim dinyayê bi tevahî û dibêjim ku çima dewlet bêdeng mane, çima tu kes ji Erdogan re nabêje tu çi dixwazî ji van sivîlan? Em derbasî sala xwe ya 3’yemîn a koçberiyê dibin û heta roja îro cîhan bêdeng maye û çavên xwe ji rastiyê re girtiye. Ne tenê ji bo Kurdan, em Kurd û Ereb tofan hatin serê me û em bi hev re dijîn li van kampan, em mafên hemû pêkhateyan dixwazin.”