Cotkarên jin ên Dêrazorê li benda piştgiriyê ne

Li kantona Dêrazorê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çandinî berhemek serekeye ji bo debara malbatên gundan. Jinên Dêra Zorê ên ku bi karê çandiniyê ve mijul dibin ji bo karê wan baştir bibe, dixwazin hê zêdetir piştgiriya wan were kirin.

ZEYNEB XILEF

Dêrazor- Çandinî ji bo jinên gundewarên Dêrazorê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo debara jiyana xwe bikin karê sereke ye. Îsal li gora salên borî kêmbûna avê bandorek neyînî li zeviyê çandiniya gundiyan û jiyana gelek malbatan kir.

Her sal jin li Dêrazorê berhemên zeviyên çandiniyê bi hev re kom dikin, piştre dibin bazarê difroşin û sûdê ji berhemên xwe digrin.

Meryem El-Hesen yek ji jinên bi karê çandiniyê ve mijûl dibe û di erdê xwe de zebzeyên havîn û zivistanê diçîne. Seatên sibehê yên zû ji bo bi baxçeyê xwe ve mijul bibe di rabe û derdikeve, sebzeyên ku çandiye kom dike.

‘Em nikarin dest ji çandiniyê berdin’

Meryem El-Hesen derbarê karê xwe yê çandiniyê de wiha got: “Em wek jinên vê herêmê em dema xwe bi çandiniyê ve derbas dikin, tevî ku av tune ye jî em nikarin dev ji çandiniyê berdin, em zeviyên xwe bi riya bîrên Tirwazî av didin. Îsal min  xiyar, bacan, îsot, bacanên reş, milûxiyê û xirtik çandine. Piştgiriya ji bo me kêm e, ji ber sotemenî jî tune ye em di çandiniya erden xwe de zehmetiyan dikşînin, em nikarin semad û bizran ji ber buhabûna wan bikirin, av tune ye, li vêderê projeyên ku ji bo karê me bibe alîkar pêwîste.”

‘Çandinî debara me ya jiyanê ye’

Meryem El-Hesen da zanîn ku çandinî ji mêran zêdetir, li ser milê jina ne û wiha got: “Ji ber ya ku erdê diçîne û paqij dike jin e, ya ku giyayên bi zirar radike û gelek tiştên din dike jin e, lê ewqas hewildan jî nagihêjin armancên xwe, ji ber sektora çandiniyê li Dêrazorê di 3 salên dawiyê de gelekî paş ketiye. Ji ber dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê qut kir, bi qutkirina avê re jî niha gelek lêçûn li çandiniyê diçe û pêwîstiyên wê bi zehmetî peyda dibin. Daxwaza me ji aliyên peywendîdar ewe ku  piştgiriya projeyên me ên çandiniyê bikin. Tevî hemû zehmetiyan jî em dest ji çandiniya xwe bernadin, ew debara jiyana me ye.”