Cara yekemîn lêkolîn li ser şîdeta zayendî li Lubnanê tê kirin

Feryal El-Mexrabî bal kişand ser tundiya li ser bingeha zayendî ku dikare gelek kategoriyan bigire nav xwe û wiha got: "Me bi taybetî girîngî da ser jinan, ji ber ku ew jinên herî mexdûr in ji tundutujiyê û lêkolînê zêdetirî 100 jin di nav komên baldariyê de ji bilî anketek serhêl a li ser 300 jin girt nav xwe yanî bi giştî nêzî 400 jin. Di nêzîkatiya me ya li hemberî jinan de, em hewl didin şîdet û cureyên wê pênase bikin.”

SÛZAN EBÛ SAÎD
Beyrûd- Bihêzkirina jinan tenê bi piştgirîdayîna wan bi derfeteke kar, an hînkirina wan a pîşeyek sînordar nabe. Ev mijar mezintir û giştîtir e û bi giranî ji têgehên çandî yên li derveyî mîrata civakê ango ji berhevkirina haydariya ji pirsgirêkên wan û her tiştê ku bi jiyana wan ve girêdayî ye,dest pê dike. Ev e ya ku Saziya El-Farah a Civakî ji bo wê hewl dide, bi taybetî di projeya xwe ya heyî ya li ser şîdeta li ser bingeha zayendî de.
Projeyên mirovî, pêşveçûn û perwerdeyê
Rêvebera Projeyan a Saziya El-Farah a Civakî, Feryal El-Mexrabî ji nûçegihanên ajansa me re wiha got: “Saziya El-Farah a Civakî ku di sala 1988'an de hatiye avakirin, di 5 beşên cuda de kar dike ku ew beş alîkariyên mirovî ne, dabînkirina pereyê xwarinê, kelûpelên paqijiyê û tamîrkirina hin malan digre nav xwe. Beşa tenduristiyê jî heye, ji ber ku navendên tenduristiyê yên girêdayî komeleyê hene, ji bilî piştgiriya 30 navendên tenduristiyê û dabînkirina nexweşxaneyan li hemû navçeyên Lubnanê bi derman û yên din û piştre perwerdeya pîşeyî tê dayîn. Ji ber ku em piştgiriya perwerdeya çandinî û pîşeyî dikin û her wiha em piştgiriya ciwan û jinan dikin.
Feryal El-Mexrabî bal kişand ku beşa çandiniyê di saziyê de çar projeyên mezin dihewîne ku wek şitlixaneyên çandiniyê li herêma EL-Şûf (Çiyayê Lubnanê) ne û ev şitilxane bi rêvebirina wê ji aliyê kesên xwedî pêdiviyên taybet ve tên diyarkirin û derfetên kar ji bo kesên bi biryar li şitilxaneyê hatine peydakirin. Di heman demê de şitilxaneyek li bajarokê Baysûr, yek jî li bajarokê Ramliya û ya çaremîn jî li Raşaya (Beqaa) heye, li wir kar dikin ku tov û şitlan zêde bikin û wan bê pere li cotkaran belav bikin.
Piştgiriya ji bo jin û ciwanan
Der barê çawaniya piştevaniya saziyê ji jinan û kategoriya ciwanan re Feryal El-Mexrabî, dibêje: "Di vî warî de, em girîngî didin projeya karsaziyê ku tê de em ji hemû kesên ramanek wan heye bibe projeyek û ji saziyê re pêşniyar bike. Bi vî awayaî nêzî 20-24 tîm tên perwerdekirin û em sê tîman ji bo cîbicîkirina projeyan hildibijêrin.”
Feryal El-Mexrabî behsa wê yekê dike ku ew hewl didin di zêdetir destpêkê alîkariya jinan bikin, di nav de jî kirîna pêwîstiyan ji jinên ku di malên xwe de amade dikin da bikevin nav parên xwarinê û wiha didomîne: "Ji bo jinên ku dixwazin dest bi projeyên taybet bikin, projeyek alîkarî û deyn heye. Ev mûçe di navbera ji sedî 70 de wek alîkarî û ji sedî 30 de wek deyn tê dabeşkirin. Ji bilî projeyên din di warên cuda de, di nav de projeya vê dawiyê ya ku ji aliyê sefareta Dewletên Yekbûyî ve tê fînansekirin, "Insiyatîfa Hevkariya Rojhilata Navîn a Emerîkî" ku ji me re eşkere bû, di dema belavkirina parên xwarinê di dema pandemiya koronayê de, tundîtûjî pir zêde bûye û vê mijarê me hişt ku lêkolîneke berfireh li ser wê bikin, me pêşniyarek ji bo vê projeyê pêşkêş kir ku aliyê bexşkar ev yek girt û fînanse kir.”
Şîdeta li ser bingeha zayendî
Der barê lêkolîna ku ji aliyê saziyê ve, bi tundîtûjiya li ser bingeha zayendî ve girêdayî ye ku di dema parên xwarinê de hat dîtin, Feryal El-Mexrabî ev yek destnîşan kir: "lêkolîn li deverên EL-Şûf û Aley (Çiyayê Lubnan) û Trablusê (Bakurê Lubnanê) pêk tê ku ev sê qadên şîdeta li ser bingeha zayendî lê zêde bûne ne. Lêkolîn ji komên baldariyê "Focus Groups", bûn ku bi jinên ji komên ji temenê cuda re bi amadebûna lêkolînerek serbixwe, şêwirmenda projeyê, Dr Nada Khadaj Sobh ku di vî warî de pispor e danûstandin dihat kirin, bi awayekî ku pirs ji van jinan tê kirin. Bi riya agahdarî û analîzan em ê lêkolînek li ser sedemên zêdebûna şîdetê di vê heyamê de biweşînin.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Feryal El-Mexrabî bal kişand ser tundiya li ser bingeha zayendî ku dikare gelek kategoriyan bigire nav xwe û wiha got: "Me bi taybetî girîngî da ser jinan, ji ber ku ew jinên herî mexdûr in ji tundutujiyê û lêkolînê zêdetirî 100 jin di nav komên baldariyê de ji bilî anketek serhêl a li ser 300 jin girt nav xwe yanî bi giştî nêzî 400 jin. Di nêzîkatiya me ya li hemberî jinan de, em hewl didin şîdet û cureyên wê pênase bikin, ji bilî rênîşandana wan li ser çawaniya rûbirûbûna tundiyê ku berê xwe bidin rayedarên pêwendîdar ji bo danûstandina bi wan re bi riya pêşkêşkirina pirsan û derxistina encaman ji bo mebestên lêkolînê digel nepeniya mutleq ya sê koman, jinên ciwan, pîrejin û jinên lêdanxwarî. Ev lêkolîn dê li ser malpera Saziya El-Farah û rûpela sefareta Emerîkî li Lubnanê were weşandin.  Lê vîdyo, kampanyayên hişyariyê û bultenên perwerdeyê dê li ser malperên cihêreng ên medyaya civakî û komeleyên ku piştgiriyê didin vê projeyê bêne weşandin.
Yekem car lêkolînek bi vî rengî li Lubnanê tê kirin
Der barê pîvanên lêgerînê de, Feryal El-Mexrabî diyar kir ku beriya destpêkirina komên baldariyê, belgeyek hatiye îmzekirin ku ew agahdarî dê bi tevahî nepenî bin û dê ji bo lêkolînan werin bikaranîn û bêyî bibîrxistina navan were binavkirin, digel baldariya ku di koman de wêne nayê kişandin û tu agahî der barê projeyê de neyê weşandin. Heta di dema bibîrxistina serpêhatiyan di nav komên baldariyê de dê nav xeyalî bin.
Li ser sedema zêdebûna şîdeta li dijî jinan di dema pandemiya koronayê de wiha got: "Guman nîn e ku ev zêdebûn heye, bi taybetî ji ber şert û mercên aborî, rewşa ambargoyê û krîzên din ên ku welat dijîn. Niha tu agahiyên me nîn in û em li benda encama lêkolînê ne ku bi van pîvanên hilbijartî, ango şîdeta zayendî ya di dema pandemiya koronayê de, li Lubnanê ya yekem tê hesibandin.”
Feryal El-Mexrabî bal kişand ser vê yekê ku gelek cureyên tundiya devkî, exlaqî û fizîkî hene, û armanca me ew e ku em hişyariyê bidin û jin bigihîjin asta ku şîdet û cureyên wê bizanibin, îmkan û awayê wergirtina alîkariyê bizanin û her wiha sedemên ku li pişt vê tundiyê, çareser bikin her wiha agahiya wan ji mekanîzmayên ragihandinê hebe. Em ê kampanyaya medyayî ya herî mezin ji bo gihandina agahiyan bişopînin. Dema lêkolîn û berhevkirina agahiyan sê mehan domiya, piştre jî 3 mehan ji bo kampanyaya medyayê bi riya medyaya civakî, parên xwarinê û yên din heye. Em li benda encamên lêkolînê ne ji bo pêkanîna hin qonaxên din ji projeyê ji bliî pêkêşkirina wî ji aliyên bexşkar re. 
“Şikandina tirsê û bidestxistina baweriyê”
Pispora civakî Amanî Hemade der barê rola xwe ya di amadekirina lêkolînê de got: "Rola me weke pisporên civakî ew bû ku em bi jinan re qeşayê bişkînin da ku baweriyê ava bikin ku bikarin xwe îfade bikin û armanca vê lêkolînê bi riya lêkolîn û jimartina şîdeta li ser bingeha zayendî di dema pandemiyê de pêk bînin. Her wiha bi riya pirsên ku ji sê koman li sê herêman tên pirsîn, li ser pênaseya şîdetê, şîdeta li ser bingeha zayendî tê çi wateyê û raporkirina dema ku rastî şîdetê tên.”
Amanî Hemade amaje bi wê yekê jî kir ku ev mijar pir hesas in û di komên baldariyê de mijara sereke naskirina hev û vegotina serpêhatiyên xwe be û wiha domand: “Li yek ji kom û herêman, ji bo ku jin karibin tiştên li ber xwe didin îfade bikin divê em danişînên xwe zêde bikin. Di destpêkê de, dibe ku hin ji wan şerm bikin biaxivin lê piştî demek, bi pirs û bersivan ji wan re, ew tên teşwîqkirin ku bibêjin ka çi tê serê wan, nemaze dema ku ew guh didin serpêhatiyên kesên din.”
“Şîdeta devkî û derûnî bêtir zirarê dide”
Amanî Hemade bal kişand ku ev dosyaya dawî delîleke zelal e li ser baweriya ku ji beşdaran bi dest xistine û bi çîrokên beşdaran, ev tundutujî li ser malbat û zarokan xuya dike û wiha bi dawî kir: “Kesê destdirêjkar meyla îstîsmarkirina kesek din dike û ew li derdora wî û li ser têkiliya wî ya bi kesên din re diyar dibe. Tundî ne şert e ku ji aliyê hevjîn ve be lê belê tiştê ku me dît ew e ku li gorî perwerdeya civaka baviksalarî ya mêrên di nav malbatê de li ser jinan tercîh dikin, dibe ku şîdet ji bav û birayan be. Şîdeta devkî ji şîdeta fizîkî pirtir bûye û ew bêtir zirarê dide derûniya jinan. Ev encam û yên din dê ev lêkolîn hewl bide binirxîne û lêkolîn bike ku li ser gavên paşerojê bixebite.”