Buthaina Al-Hasan: Yekane riya li dijî dagirkeriyê berxwedan e

Endama Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Minbicê diyar kir ku li dijî dagirkeriya tirk, ya ku bibe bersiv tenê berxwedan e û bal kişand ku ji ber wê yekê rêxistinbûn pir girîng e.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic – Bajarê Minbicê yê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, beriya ku ji aliyê hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve were rizgarkirin, bi salan di bin destên leşkerên bi pere yên dewleta tirk de dagirkirî ma. Endama Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Minbicê Buthaina El-Hasan, behsa dema ku dewleta tirk bajar dagir kiribû, pêvajoya rizgarkirinê û bûyerên li qewimîn kir.

‘Projeya neteweya demokratîk tê hedefgirtin’

Buthaîna Al-Hasan, bal kişand ser pêvajoya zor û zehmet a deh salan û wiha got: "Van pêvajoyên zehmet ên ku me derbas kirin, bûn sedem ku em xwe bi hêztir bikin. Her çendî me zehmetiyan kişand jî em dikarin li ser piyên xwe rawestin. Dewleta tirk bi welatên kapîtalîst re di nava hevkariyê de ye û bi desteka welatên herêmê projeya neteweya demokratîk hedef digre. Dagirkeriya tirk hewl dide împaratoriya Osmanî careke din zindî bike loma bi êrîşan dixwaze axa Sûriyeyê dagir bike.”

‘Bi nêzîkbûna Lozanê re êrîş zêde bûn’

Buthaîna El-Hasan diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne, sedema vê yekê jî nêzîkbûna sedsala peymana Lozanê ye û wiha got: “Peymana Lozanê di 24’ê Temûza sala 1923’yan de çêbû, nêzî sedsaliya xwe dibe. Ji ber vê yekê dewleta tirk êrîşên xwe zêde kiriye. Nêzîkbûna hilbijartinên li Tirkiyeyê jî sedema êrîşan e. Tirkiye hewl dide di vê pêvajoyê de careke din kontrola xwe çêbike û baweriya gelê Tirkiyeyê bi xwe bîne.”

‘Mafên gelan binpê dike’

Buthaîna El-Hasan bal kişand ser rola gelên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û wiha axivî: “Li dijî gelên herêmê gelek sûc tên kirin. Sûcên herî xirab jî yên siyasî ne û ji aliyê netew dewletên ku li ser gelan hakîmiyet ava kirine ve tên kirin. Ji bo pêşî li azadiya gelan bigrin û serhildanên li dijî neheqiyê asteng bikin her cure sûcên girtin, îşkence û binpêkirina mafan dikin.”

‘Divê gel berxwedana xwe bidomîne’

Buthaîna El-Hasan, da zanîn ku armanca dewleta tirk ew e gelek herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike ji ber vê yekê jî êrîşên ji bo dagirkeriyê zêde dike. Buthaîna El-Hasan, herî dawî got: “Tu mafê dagirkeriya tirk tune ye ku wisa êrîşê herêma me bike û axa me dagir bike. Mirov ji bo axa xwe biparêzin û pêşî li êrîşan bigrin canê xwe feda dikin. Divê gel li dijî dagirkeriya tirk têkoşîn û berxwedana xwe bidomîne, xwe bi rêxistin bike, û bi rêbaza şerê gelê şoreşgerî şer bike. Li hemberî dagirkeriyê, ya pêwîst berxwedan e. Her kesê tu dikare çekê bigre divê beşdarî şoreşê bibe. Tevahiya gelên herêmê xwedî îradeya parastina destkeftiyan in.”