Birînên xwe bi helbestan dikewîne

Rebîa Mihemed a 64 salî ya ji bajarê Dêrikê dibêje ku du zarokên wê di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine loma lehengiya şehîdan bi helbestan tîne ziman.

EBÎR MUHEMED

Dêrik- Welatparêzî gotineke bi tîpên xwe biçûk lê bi wateya xwe mezin û bi nirx e. Temen tenê hejmarek e û tu carî nebûye asteng li pêşiya jin û dayikên ku aşiqên welat û doza xwe ne. Her jin û her dayikek di nava Şoreşa Rojava de hewl daye bibe parçeyek ji şoreşê û ji bo wê jî bedelên mezin dane, parçe ji dil û kezeba xwe kirine qurban ji şoreşê re. Yek ji van dayikên ku ji bo şoreşê nimûne ne; Rebîa Mihemed a bi temenê xwe 64 salî ye ji bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Rebîa helbestan li ser şoreş û şehîdan dinivîsîne, du zarokên wê di ber şoreşê de di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine, ji wan hêzê digre û dibe xizmetkara şoreşa xwe. Di heman demê de li her aliyê Kurdistanê geriyaye di nav de Bakurê Kurdistan, herêmên parastina medyayê û Başûrê Kurdistanê. Rebîa Mihemed der barê helbest û hestên ku ji bo zarokên xwe yên şehîd dijî de ji me re axivî.

Li ser şoreşê û şehîdan helbestan dinivîsîne

Rebîa Mihemed behsa zaroktiya xwe dike ku çawa helbestên helbestvanê Kurd Cîgerxwîn bala wê dikişandin. Her wiha mijarên ku li ser wan dinivîsîne û wiha anî ziman: “Ez biçûk bûm, min ji helbestan hez dikir. Di wê demê de ez hînî zimanê Kurdî dibûm û min helbestên Cîgerxwîn dixwendin. Hêza min nema têrê dike, ez gelek tiştan ji bîr dikim loma ez helbestan dixwînim bi devkî bêyî ku ez wan binivîsînim. Piraniya helbestên ku ez dinivîsînim, li ser şehîdan in. Yek ji wan helbestên ku min nivîsî li ser keça min a şehîd bû her wiha li ser kurê xwe yê şehîd jî min nivîsand li kêleka çend şehîdên din jî. Di heman demê de helbestên min ên li ser şoreşê jî hene.”

‘Bi helbestên xwe dibim xizmetkara şoreşê’

Rebîa Mihemed bal kişand ser hezkirina xwe ya mezin ji welat û şoreşa xwe ya Rojava re, hîs dike ku helbestên wê dikevin xizmeta şoreşê û dozê û wiha pê de diçe: “Dema ku ez zarok bûm, Cejna Newrozê hat pîrozkirin, lê bavê min nehişt ku ez beşdar bibim ji ber ku ez jin bûm. Ev bûyer ma di dilê min de, bû kul, min digot ma gelo wê rojekê şoreş pêk were?. Ev şoreşa me ji bo min gelek girîng û bi wate ye. Ji ciwantiya xwe ve û heta roja îro min gelek kar û xebat kiriye ji bo ku bikaribim bibim parçeyek ji şoreşê, bi hemû derfetên xwe, min xwe kûr kir li ser felsefeya Rêber Apo û azadiya jinan. Ez wiha hîs dikim ku ez bi riya helbestên xwe xizmeta şoreşa xwe dikim.”

Di dilê min de hesretek ma..

Rebîa Mihemed bi çavên tijî hêstir û dilekî şewitî dibêje ku di nava vê şoreşê de hesreteke mezin di dilê wê de maye û pêk nehatiye, hesreta wê jî ev bû: “Di nava vê şoreşê de hesreta herî mezin a ku di dilê min de ma ew  bû ku min dixwest ez tevli refên Tevgera Azadiya Jin a Kurd bibim. Min xwest ez bibim endameke tevgerê û heta dawiyê li ser wê dozê têbikoşim. Ez aşiqê Tevgera Azadiya Jinêm Kurd im. Gelek mirovan xwe ji min dûr xist lê hezkirina welat ji bo min ji her tiştî girîngtir bû.”

‘Birîna şehadeta Cîhan û Kamûran bi helbestan derman dikim’

Rebîa Mihemed da zanîn ku ew bi riya helbestan êşa zarokên xwe yên şehîd Cîhan û Kamûran dikewîne û got: “Hezkirineke min a bêhempa ji helbestan re heye, li kêleka wê ez lorînan jî dibêjm. Bêguman di riya helbestan re ez êş û hestên di dilê xwe de derdixînim, birîna şehadeta du zarokên xwe bi helbestan derman dikim. Tu carî ez lawaz nebûme û moralê min ji bo şoreşê neketiye, bi qasî êşa windakirina du parçeyan ji kezeba min lê ez bi hêz im, têdikoşim û ji bo wan ez ê berdewam bikim.”

64 sal ji bo wê ne asteng e heta serkeftinê dê biçê!

Rebîa Mihemed bi van hevokên bi nirx axaftina xwe bi dawî kir: “Şoreşa me hêja ye ku em bibin xizmetkarê wê, bi taybetî şoreşa ku Serok Apo da destpêkirin. Dema ez ciwan bûm, me serdana Rêber Apo kir, hîna me şoreş nas nedikir û ne di giraniya wê de bûn. Her dem dibêjim ma gelo dê rojek hebe ku serokê me ji zindanê derkeve û  ez wî bi çavan bibînim. Niha temenê min 64 sal e belê hê jî di nava vê şoreşê de berdewam dikim û ked didim. Gere mirov şoreşa xwe bi pêş bixe her wiha kesayeta xwe jî bi pêş bixe bi taybetî jin. Heta ku hêza min têrê bike, ez ê ji bo şoreşê kar û xebatê bimeşînim.”