Bîrên avê yên vekirî li Idlibê dibin sedema mirina zarokan

Bîr û cihên vekirî yên av di wan de heye li derdora malên sivîlan û yên nêzî kampan metirsiyek li ser jiyana zarokan çêdikin. Bi hezaran kesên ku ji ber şer koçber bûne û ji bo avê bîran li derdora kampan dikolin, nizanin ku dê ew bîr bibin cihê mirinê ji bo zarokên wan.

SOOHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Li Idlibê ji ber ku bîrên avê yên vekirî hene bûyerên ketina zarokan a wan bîran diqewimin. Her diçe ev rewş dubare dibe û kêm caran zarok bi saxî ji wan bîran tên derxistin. Tevî hemû hewldanên rizgarkirina wan jî ji ber ku kûr teng û kûr in gelek ji wan zarokan jiyana xwe ji dest didin.
Zarokê bi navê Hesen El-Zealan ê 10 salî, dema ku bi bavê xwe re li bajarokê Kefer Ruhîn li bakurê Idlibê bû, ket nava bîreke artezyayî û jiyana xwe ji dest da.
“Zarokên biçûk di karên dijwar û bi xeter de dixebitin”
Somaya El-Elwan a 32 salî ku nêzî malbata zarokê Hesen e, dibêje ku zarok bûye qurbanê xemsariyê û wiha got: "Ew wekî zarokên din ên di temenê xwe de nediçû dibistanê, ji bo ku alîkariya bavê xwe bike di kolandina bîran de bike, bavê wî wekî pîşeyek ji xwe re vê yekê dikir.”
Ew teqez dike ku xeternak e zarokên biçûk wekî Hesen di vî warê dijwar de bixebitin lewre ne li gorî temenê wan e. Ez nizanim ka malbata wî çawa dikaribû zarok tevli karekî wiha bike ku gelek ezmûn, jêhatîbûn û hişyariyê dixwaze.
Li aliyê din keça 6 salî ya bi navê Rana El-Hallaq ku li kampên Dêr Hesan dimîne, di 25’ê Tebaxê de winda bû. Piştî lêgerîna wê ya ku bi rojan berdewam kir, cenazeyê keçikê di bîreke vekirî ya li herêmê de hat dîtin
"Kesên wan bîran dikolin û vekirî dihêlin dibin kujerên zarokan"
Dayika Rana El-Hallaq, Henan El-Tawîl a 38 salî dibêje ku Rana derdikeve derve ji bo ku bi zarokên li kampê re bilîze, piştî çend saetan winda dibe. Di destpêkê de dayik fikiriye ku keça wê hatiye revandin, nemaze piştî bihîstina gelek çîrokên revandinê li Idlibê lê piştre cenazeyê keça wê di bîreke vekirî de dîtin.
Dayik guneh dixe stûyê kesên pêwendîdar û hemû kesên ku di kolandina wan bîran de xebitîne. Yên ku hewl nedane wan bîran ewledartir bikin, nemaze ji ber nêzîkbûna wan ji cihên niştecihbûnê û kampên tije zarok ku di her kêliyê de jiyana wan dixe metirsiyê.
Tê zanîn ku li herêma bakurê Idlibê gelek bîrên vekirî hene, nemaze piştî koçberiya ku vê dawiyê dest pê kir, koçber neçar man dest bi kolandina bîran bikin, ji bo bidestxistina avê yan jî ji bo çêkirina tankên avê yên bi kapasîteya mezin û berdewamî. Lê ji ber ku ketina zarokan ne di bala wan de bû, gelek qeza qewimîn.
"Zarokên mehsûm bêyî ku haya wan ji xeterê hebe dijîn loma divê di mercên ewle de bin"
Li aliyê din çalakvana sivîl Ruba Al-Halabi ya 30 salî li ser mijara zarokên ku dikevin bîrên vekirî axivî û got: "Zarok, bi cewherê xwe, bêyî ku haya wan ji xetereyên li pêşiya wan hebe, bi meraq derdora xwe keşf dikin. Ji ber vê jî divê derdora ku zarok lê digerin ji sedî sed bi ewle be û berpirsiyariya parastina wan dikeve ser milên her kesê. Divê ku hin komîte hebin çavdêriyê bikin û zarokan biparêzin her wiha çareseriyan bibînin da ku rastî tundî, revandinê neyên û jiyana wan nekeve xeterê.”
Tu daneyên diyarkirî yên ketina zarokan a bîrên vekirî tune ne û tevî cudahiya sedeman jî paşguhkirina bepirsyarên kesên ku bîran dikolin, dibe sedemek bingehîn di ketina zarokan de. Bi vî awayî jî çarenûsa zarokan di navbera mirin û paşguhkirinê de dimîne.