“Bila hestiyên min di binê axa min de birizin”

Zeynê Îso zaroktî, ciwantî û pîrbûna xwe li Serêkaniyê derbas kiriye, rêwîtiya koçberiya xwe ya bi êş vegot û daxwaz kir ku ger beriya Serêkaniyê azad bibîne, jiyana xwe ji dest bide, bila cenazeyê wê li ser axa wê veşêrin.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Dewleta Tirk a dagirker di 9'ê Cotmeha 2019'an de bi hevkariyeke rûşreş bi Emerîka, Rûsya û Sûriyeyê re êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di vê êrîşê de bi hezaran jin, zarok û mirov koçber bûn. Di heman wextê de zagonên navdewletî binpê kirin û sivîl hedef girtin, binesaziya herêmê û deverên giştî wekî dibistan û nexweşxane kirin hedefa êrîşên xwe yên hewayî û bejahî. Di encama vê êrîşî de her du bajarên sînorî û xwedî cihekî stratejîk Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.
Koçberî rêwîtiyeke bi jan û êş e yên nedîtine, nikarin zor û zehmetiyên wê jî hîs bikin. Koçberan hemû bîranînên xwe yên zaroktiyê, mal, lîstok û hemû bîranînên xwe yên bi cîran, heval û dostên xwe re li kolanan sêwî hiştin. Hemû mirovên koçber li ser axa xwe ya birîndar serpêhatiyên xwe hiştin, lê ew di yek rêyê de dimeşin û têkoşîna wê didin, ew jî vegera Serêkaniyê ye. Min xwest balê bikşînim ser serpêhatî, daxwaz û hêviyên dapîra Zeynê Îso ya 70 salî. Zeynê salek û 7 meh in ji Serêkaniyê dûr e, niha li dibistana Mîhenî ya taxa Hemra li navçeya Til Temir a girêdayî Kantona Hesekê - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî. Bi derketina ji Serêkaniyê re, gelek nexweşiyên wê derketin holê û herdu lingên wê felc bûn. 
Bîranînên dayika Zeynê
Zeynê bi dilekî şewat û hesreteke bêdawî wiha behsa bîranînên xwe yên Serêkaniyê kir: "Min hemû jiyana xwe li Serêkaniyê derbas kiriye, di her kolan û quncikeke wî bajarî de bîranînên min hebûn. Serêkaniyê ji êşên me re derman bû lê piştî dagirkirina wê ji aliyê dagirkerên dewleta tirk û çeteyên wê ve gelek tişt hatin guhertin. Ji buhiştê veguherî dojehê, hemû bîranînên min hatin dizîn, mal û milkên me bi ked û xwêdana eniya xwe ava kiribû hatin talankirin."
Roja êrîşên dewleta tirk li ser bajarê Serêkaniyê
Zeynê wiha behsa 9'ê Cotmeha 2019'an roja dagirkeriyê kir: "Mala me li taxa Xeraban bû, ew der destpêkê ji aliyê balafirên dewleta tirk ve hatin bombebarankirin. Ji tirsê zarokên me derketin, ez û bavê wan li malê man. Dîsa balafiran ew der bombebaran kirin, di encama dengê wê yê bilind de, guhên hevjînê min giran bûn û ez jî ketim êdî hêz û enerjiya min nema li ser lingên xwe bisekinim. Dema balafir bombe barandin min dît çawa leşkerên tirk û çete bi panzêrên xwe derbasî xaka min a pîroz dibin. Wê demê ez tirsiyam û fikirîm ger ez bimînim, wê çeteyên dewleta tirk min bikujin. Ji ber wê ez neçar mam derkevim û her tiştî li pey xwe bihêlim."
“Warê me, di nav lepên çete û hovan de ye”
Zeynê da zanîn ku mala wê niha ji aliyê çeteyan ve hatiye desteserkirin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Min bi xwîna canê xwe, bi xwêdana eniya xwe, mala xwe ava kir û hemû zarokên xwe li ser wê axa pîroz mezin kirin. Piştî em koçber bûn jî malbatên xêrxwaz em hembêz kirin. Lê niha di wê mala min de, malbatên çeteyan hene, hemû tiştên min bi kar tînin, li cihê min radizên û li hewşa min digerin. Rast e niha Serêkaniyê dagir kirine lê ez di wê baweriyê de me wê zarokên min, wê rizgar bikin û kêfxweşiya mizgîniya rizgarkirinê bijîn. Wê wiha nemîne, em xwediyên vê ax ê ne, em ê dîsa lê vegerin."
“Ji çavan dûr e lê nêzî dilan e”
Zeynê dibêje ku Serêkaniyê ji çavan dûr e lê bi qasî lêdana dil nêz e û wiha axaftina xwe domand: "Serêkaniyê ji bîr û hişê min naçe, nayê jibîrkirin û birîna wê nayê kewandin. Mala min û bajarê min, 70 sal in lê dijîm. 70 sal ne hindik e bi qasî wan salan êşa wê jî giran e û kûr e. Ne rojek û du roj in, min emrê xwe hemû li wir derbas kiriye. Dibe ku niha dûrî çavên min be lê baş bizanibe ew ji lêdana dilê min nêztir e. Yên li wir nejiyabin, bi êşa dûrketina wê jî hîs nakin."
Xeyal û xewna şevan
Zeynê got ku Serêkaniyê bûye xewna şevan û wiha pêde çû: "Serêkaniyê bi hemû detayên xwe jiyan bû, dermanê êş û nexweşiyan bû. Serêkaniyê war û hêlîna me bû, îro jî bûye xewna şevan. Her roj xewna vegera Serêkaniyê dibînim, ez dibînim ku vayê ber bi Serêkaniyê ve diçim, li kolanên wê dimeşim û deriyê xwe yê malê vedikim û bêhneke kûr dikşînim hundirê kezeba xwe ya şewitî, ji nişkêve ez ji xewê vediniciqim. Ax, xwezî min dîsa ew bidîta û maçî axa wê kiribûya. Lê wê ev ne qedera me be, em ê heqê wê bistînin çend sal û zeman jî derbas bibin. Ji tirsa bombe û balafiran, lingên min pûç bûn û nexweşiyên min jî derketin."
“Heta dagirker li ser axa me bin jiyan li me heram e”
Zeynê da zanîn ku ger rojek ji emrê wê bimîne wê Serêkaniyê rizgarkirî bibîne û wiha bi dawî kir: "Ger rojek ji emrê min bimîne, ez ê Serêkaniyê azad û rizgarkirî bêyî leşkerên tirk û çeteyan bibînim. Wê demê ez ê azad biçim deriyê mala xwe vekim û li bajarê xwe bigerim û bîranînên xwe yên di bîra xwe de bijîm. Ger ez mirim jî bila zarokên min, cenazeyê min li Serêkaniyê veşêrin, hemû mirov û dostên me li wir in. Bila li ser axa min be, bila hestiyên min di binê axa min de birizin. Bila dagirker ji xaka me derkevin, ew der ne cihê wan e û nabe cihê wan. Ew der warê dapîr û bapîrên me ne û dîrok rastiya vê yekê baş nîşan dide. Heya dagirker li ser axa me bin, jiyan li me heram e."