Bijîşk Mîrna Tomît: Di vê pêvajoyê de karê hemşîreyan gelek zore

Mîrna Tomit diyar kir ku karê hemşîreyan pir zor e ger wiha bidome dê ber bi karesateke ku pêşî lê neyê girtin ve biçin û got; “Em ê nikaribin vê merheleya bi zehmetî derbas bikin.”

KAROLÎN BIZÎ
Beyrûd – Li Lubnanê di astên cur be cur de rastiya hemşîretiyê ango vê beşa tenduristiyê, ji ber belavbûna nexweşiya koronayê karesatek dijî. Ji  2000 zêdetir xebatkarên tendirustiyê bi nexweşiyê re rû bi rû ne. Ev beş jî şahidiya koçberiyek girseyî ya kesên ku xwedan bawername û tecrubeyan in sedem jî vedigere rewşa aborî ya dijwar û asta nizm a mûçeyan.
Rewşa tenduristiyê cihê xemgîniyê ye û ev beş jî hatiye terikandin
Bijîşk Mîrna Tomît a li Lubnanê dixebite, ji ajansa me re axivî û got "Rastiya hemşîretiyê li Lubnanê zor e. Hemşîreyên ku koç dikin kesên xwedî diploma ne. Tecrubeya wan di vî warî de zêde ye û yên mayî jî kaxizên xwe yên koçberiyê amade dikin. Di qonaxa niha de, nexweşxane hemşîreyan nagirin ji bo ku li şûna hemşîreyên ku ji welat derketine bigrin. Hemşîreyên heyî berpirsyariya jimareyek pir mezin a nexweşan digirin, ev yek jî dibe sedem ku karmend gelek biwestin.”
Tevî barê giran ê hemşîreyan jî hin nexweşxane hene ku fonên wan kêm dikin an jî fonên wan bi rêkûpêk nadin. Hemşîre jî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne, wekî kêmbûna amûrên tenduristiyê yên pêşgir mîna destmal û maskeyên parastinê. Li hin nexweşxaneyan, hemşîreya ku bi nexweşiya koronayê bi bandor bûye, li ser lêçûna xwe qonaxa karantînayê digire. Ji ber ku nexeweşxane ji meaşê wî yê mehane ku ji heştê dolaran derbas nake kêm dike, diyar dike ku ev mijar jî qanûnên wezareta kar binpê dike.
Zehmetiyên ku hemşîre di warê fizîkî de lê rast tên bi dawî nebûn. Ew jî ji ber ku yek ji hemşîreyên bi koronayê ketibû vegere ser kar, tê zanîn ku hîn tam baş nebûbû jî ji ber sedema kêmbûna hejmara hemşîreyan bû. Dr. Mîrna Tomit hebûna van bûyeran piştrast dike û wiha lê zêde dike "Hin nexweşxane hene ku karkerên wan bi koronayê ketine lê ew mecbûr kirine ku karê xwe berdewam bikin. Hin nexweşxaneyên din jî hemşîreyan mecbûr kirine ku bihayê testa koronayê bi lêçûna xwe bidin. Xebatkarên hemşîre her deqîqe di bin xeterê de ne û bi riya wan malbatên wan jî dikevin bin xeterê, ji ber ku ew nexweşiyê bi xwe re dibin malên xwe.”
Mîrna Tomit gazî xebatkarên hemşîre dike ku ji nexweşxaneya ew lê dixebitin hemû bûyerên binpêkirinê ku bi wan re çêdibin ragihînin lê ji ber tirsê kes nikare rapor bike.
Rastî; xemgîn e, beş bi tenê maye û nexweşxane li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Mîrna di berdewamiya axaftina xwe de got; "Nexweşxane bi koçberkirina xebatkarên hemşîre re eleqedar nabin, ji ber ku ew alîkarî ji hemşîreyên ne profesyonel digerin, hejmarek mezin ji nexweşan tên serdana wan û ew hemşîreyên ku bi sendîkayê ve ne girêdayî ne jî bi kar tînin. Ev yek jî berevajî zagonan e, ev yek tevahî ji ber tunebûna berpirsyariyê ye. Bêguman hemşîre bêyî tevlibûnê berpirsyariya karê xwe di nexweşxaneyê de digrin ser xwe lê em nikarin berpirsyariya nexweşxaneya ku ne pargîdaniyan bi kar tîne paşguh bikin. Ji ber ku endamtiya sendîkayê mecbûrî ye. Tu hemşîre bêyî endamtiya sendîkayê nikare karê hemşîretiyê bike, ji ber ku hin kontrol hene her wiha ciyawaziyek di navbera bawernameya hemşîreyek û bawernameya alîkarê hemşîreyek de heye. Her kesê ku kincê hemşîretiyê li xwe kiriye nikare bibe baş karê xwe bike û bi rastî jî bibe hemşîre.
Tirs nahêle ku hemşîre doza mafên xwe bikin
Dr. Mîrna Tomit hemû rê û rêbaz bi kar anîn da ku xebatkarên hemşîretiyê bikşîne çalakiyê û mafên wan bixwaze. Wê ji bo mafên endamên sandîkayê li her deverê dengê xwe bilind kir, li ser vê yekê wiha dibêje; "Min ji xebatkarên hemşîre re wateya lezgîniya hemşîretiyê şîrove kir û ji hemşîreyan re got ku çareserî di destên we de ye. Heke hûn ji rastiya xwe razî bin, ev yek bi were ye lê gilî û rexnekirin qedexe ye. Heke hûn dixwazin tevbigerin ez bi her gavê li pêş we û li rex we me û ji ber vê yekê hûn neçar in ku dest bi civînan bikin da ku bigihîjin çareseriyê. Min sê caran banga grevê kir lê wan ji tirsa derkirinê dest pê nekir.”
Mîrna Tomît got; "Gava ku yek an du hemşîre diaxivin, dibe ku ji kar bên avêtin lê gava ku ji sedî 70 an jî 80 hemşîre bi yek helwestî bin an li hev dikin, rêveberiya nexweşxaneyê nikare dev ji wan berde û ev e ya ku min hewl da vebêjim ji bo wan. Min li medya civakî û konferansan deng veda lê mixabin, pêdivî pê heye ku hemşîreyên li Libnanê xwedî mafên xwe bin û ev çênabe ji ber ku maf tê girtin, nayê dayîn.”
Sînorê tirsê bişkînin û rabin ser xwe
Mîrna Tomît da zanîn ku ji 16,700 hemşîreyên li Lubnanê divê bi kêmasî deh hezar kes meş û çalakiyan bikin û bang li hemşîreyan kir ku zû tevbigerin û ji wan pirsa "Hûn li benda çi ne? Sînorê  tirsê bişkînin” kir.
Tomît bal kişand ser hewldanên ku wê ji bo bidestxistina fonê alîkariya xebatkarên hemşîre bike û diyar kir ku wê otêlek ji bo hemşîreyên bi nexweşiya koronayê ketine veqetandiye jixwe wê piştî teqîna Beyrûdê fonek din wergirtiye û alîkariya madî û manewî pêşkêş kir.
Li ser hêviyên xwe ji bo qonaxa hatî jî got; "Ez deh meh berê fikirîm ku ev tişt dê îro bibe. Min ji wan re got ku xebatkarên hemşîre dê koç bikin û tişta ku qewimî ev bû. Ez texmîn dikim ku em li benda kareseteke mezin in û em nikarin wê derbas bikin. Dê ketina nexweşxaneyê ji her nexweşiyê re bi tirs be. Ji ber ku dê li Lubnanê bimîne ew ê nikaribe jê koç bike yan jî bawernameya zanîngehê wernegirtiye.
Dr. Mîrna Tomit axaftina xwe bi bangek ji bo hemû hemşîreyên Libnanê bi dawî kir û got; "Bikevin tevgerê, bi hev bigrin, mafên xwe biparêzin. Ger ku hûn tev negerin dê kes mafên we nede.”