“Bihêzkirina jinan ji bo pêşîgirtina şîdetê merceke bingehîn e”

Projeya "OUM ACTION" a ku ji aliyê "Navenda Noor Deek ji bo Veguherîna Pevçûnan a" li Mexribê hatiye destpêkirin, hewl dide dayikan tevli bike û mekanîzmayên ku wan di civakê de jêhatî û çalak dikin fêrî wan bike.

HENAN HARIT

Mexrib- Hin dayikên li Mexribê di nav zarokên xwe yên ciwan de meyla şîdetê dibînin. Ew zarok bi hev re  şer dikin û yek ji wan tundiyê li hevalên xwe dike û carna jî kur li ser dê û bavê xwe diqîre û ji ber hêrsa xwe tiştê li pêş xwe dibîne dişkîne.

Dayikên bi vê rewşê re rû bi rû mane, xwe di nava matmayîneke mezin de dibînin. Gelo çawa dibe ku kurê wê van reftaran nîşan dide? Ji xwe dipirse gelo çawa dikare çareyek ji şîdetê re bibîne?

Projeya "OUM ACTION"

 Fatima El-Malhout, xebatkara şîrketek taybet a tevnê û endama Komeleya Dê û Bav û Parêzgeran û dayika çar zarokan e. Wê nizanibû çawa bi zarokên xwe re mijûl bibe lê bi saya dewreyên perwerdeyê yên di çarçoveya projeya "OUM ACTION" de, hîn bû çawa bi zarokên xwe re tevbigere û hemû pirsgirêkên ku bi wan re rû bi rû maye çareser bike.

Fatima El-Malhout dibêje: "Piştî hevberdanê, ez ketim depresyonê. Ev yek bû sedem ku ez bikevim rewşeke girtî lê piştî êşên dirêj ez dikaribûm ji wê rewşê derkevim. Ez ji wê çemberê derketim û min dest bi pirsê kir: “Çawa ez dikarim jiyana xwe dagirim, ji bo nekevim valahiyê. Lêgerîn bû sedem ku ez projeya "OUM ACTION"nas bikim. Pêdiviya min hebû ku bizanibim ka mirov çawa bi her pirsgirêka ku bandorê li têkiliya min a bi zarokên min re dike re mijûl bibim. Di çarçoveya projeya "OUM ACTION"de tevlibûna min a ji kursên perwerdeyê re, bû sedem ku ez têkiliya xwe ya bi zarokên xwe re ji nû ve ava bikim. Ez pê hesiyam ku ger pirsgirêkek zarokên min hebe ez ê bi aqilane û adil tevbigerim û ya herî girîng jî pirsgirêkê lêkolîn bikim û dûrî tundiyê li çareseriyan bigerim."

Tevlibûna jinan

Projeya "OUM ACTION" a ku ji aliyê "Navenda Noor Deek ji bo Veguherîna Pevçûnan a" li Mexribê hatiye destpêkirin, hewl dide dayikan tevli bike û mekanîzmayên ku wan di civakê de jêhatî û çalak dikin fêrî wan bike da ku pêşî li şîdeta di nav ciwanên Mexribê de bigre.

Rêvebera bernameyên navenda Noor Deek ji bo Veguherîna Pevçûnan, Fatima Zahra Benogazî, got: "Tundî bi hemû awayên xwe bûye diyardeyek giştî di nav koma ciwanan de. Ev tundutujî gelek awayan digre nava xwe û bi reftarên tundutuj ên ciwanan ve girêdayî ye.”

Der barê armancên bernameya "OUM ACTION" de, Fatima Zahra Benogazî teqez dike ku proje armanc dike rola dayikan a aktîf zêde bike, ji bo pêşîgirtina li tundutujiyê di nav ciwanên Mexribê de, da ku ew li ser erdê, bi beşdarî û hevrêtiya sivîlan were daxistin, bi tevkariya çalakiyên civaka sivîl û bi piştgiriya Wezareta Karên Derve ya Qraliyeta Hollandayê. Proje armanc dike ku karînên pratîkî yên dayikan li çar bajarên Mexribê, li Tangca, Tetwan, Meknes û Fasê zêde bike, ji bo ku bi awayekî baş li ser zêdekirina berxwedanê kar bikin ji bo şerkirin û dûrxistina tundutujiyê di nav zarokên xwe de û wan bi amûr û îmkanên xweser bi hêz bikin.

Her wiha ev bername armanc dike ku kanalên pêwendiyê û pevguhertina ezmûnan di navbera her çar bajaran de veke û taybetiyên her bajarekî cuda li ber çavan bigire, zêdebarî pêşkêşkirina rêbazên nû di warê nehiştina tundutujiyê di nav ciwanan de ku ji aliyê pêkhateyên civakên xwecihî ve di çarçoveya nêzîkatiyeke beşdariyê de di navbera pêkhateyên civaka sivîl, sazî, rêveberiyên herêmî û meclisên herêmî yên hilbijartî de tên birêvebirin.

Jin di rewşeke bêhêz de ne

Der barê çawaniya hilbijartina jinên sûdmend a projeyê de, rêvebera bernameyên navenda Noor Deek ji bo Veguherîna Pevçûnan, diyar kir ku dayikên beşdarî vê bernameyê bûne jinên ku di rewşeke bêhêz de ne û zarokên wan di qonaxeke ciwaniyê de hene. Her wiha di danûstandina bi zarokên xwe yên ku meyla wan a tundiyê heye re jî zehmetiyan dikşînin.

Fatima Zahra Benogazî anî ziman ku proje di qonaxa xwe ya duyemîn de ye dê du salan dirêj bike, ji ber ku bername dê hewl bide rola dayikan çi di nav malbatê de û çi di nav civakê de bi bandor bike û ji têgihîştina wan a mezin di şopandina nîşaneyên tundutujiyê de sûdê bigre. Dê piştî cejna Remezanê dewreyên perwerdeyê ji bo dayikan li gelek deveran ji nû ve werin destpêkirin, ji bo ku bikaribin li dijî tundiya di navbera ciwanan de li ber xwe bidin. Her wiha yek ji armancên bernameyê jî ew e ku dayikan di civakê de çalak bike da ku rola wan ne tenê bi girtina agahî û serlêdanan û derdora malbata xwe de bi zarokên xwe re sînordar be.

Fatima Zahra Benogazî destnîşan kir ku avantaja bernameyê ku qonaxa yekem a wê di sala 2020'an de li bajarê Tanca li bakurê Mexribê dest pê kir, di beşdarbûna wê de bi civaka sivîl, rayedarên herêmî, akademîsyen û kesên ku bi rola jinan re eleqedar in ji bo pêşîlêgirtina şîdetê, temam dibe. Ji bo ku ciwan nekevin nava şîdetê divê xebat li ser xurtkirina jinan û piştgirîkirina îstîqrara malbatê ya di nava civakê de were kirin, ji ber rola bingehîn a ku dayik di malbatê de dilîze.

Çareseriyên ji bo tundiyê

Der barê dermankirina meyla êrîşkar a ciwanan de Fatima Zahra Benogazî, destnîşan kir ku diyaloga di nava malbatê de tiştekî esasî ye û ji ber vê jî projeya "OUM ACTION" hewl dide ber bi koka hişk û bi hêz ve biçe ku ew kok jî dayik e. Her wiha da zanîn ku bi riya bihêzkirina wê dê bikaribe komek mekanîzmayan bi kar bîne da ku bizanibe çawa bi zarokên xwe yên ku meyla şîdetê bi wan re heye tevbigere.

Di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku pêwîst e danûstandin bi zarokan re bi riya diyalogê bê kirin ku ev yek jî pêwîstiya wê bi aramî û sebrê heye lewre ew du faktorên sereke ne ku dibin sedema geşkirina bawerî û rêzgirtinê.