Bîbî Şîrîn li ruxmê zextên Talîbanê di baxçeyê xwe de dixebite

Li Afganistanê jina bi navê Bîbî Şîrîn ku zextên Talîbanê qebûl nekir, li gel keçên xwe li Parvanê baxçeyê xwe bi xwe dikole û çandiniyê tê de dik. Bîbî Şîrîn got ku dema bi axê re mijûl dibe xwe azad hîs dike. Bi berhemên ku diçîne, bi xwezayê re diaxive

BAHARÎN LEHÎB

Kabûl- Wîleyata Parvan yek ji 34 wîlayetên Afganistanê ye. Parvan li Bakur û Rojavayê paytext Kabûlê ye, di heman demê de navê bajarekî kevn ên li çiyayên Hindîkuşê ye. Dahata wê ya aborî herî zêde li ser çandiniyê û bi daran. Pervan bi nav û deng e û her sal pêşwaziya gelek ziyaretkaran dike.

‘Kes êdî tûkan nakire’

Me Bîbî Şîrîna ku li baxçeyê xwe yê mezin aliyek wê sebze û aliyê din jî darên tuyan tê de hebûn dîtin, ew bi xwe tê de dixebite. Em çûn gel wê ji me re diyar kir ku bi rêveberiya Talîbanê re dahata wan a aborî kêm bûye û wiha got: “Beriya ku Talîban vê derê desteser bike Tirkan li vê derê fabrîqeyek çikolatayan ava kiribûn. Tuk ji me kesên ku karên çandiniyê dikin û di wê demê de başiyek di dahata me ya aborî de çêbû. Mêrên gund piranî bi xebatê re mijûl bûn, bi hatina Talîbanê ya ser rêveberiyê fabrîqa hilweşiya. Niha kes tune ye tuyan bikire, gel jî wan hişk dike di bazaran de difiroşe.”

‘Talîbanê xebata jinan di baxçeyan de qedexe kiriye’

Bîbî Şîrîn bal kişand ser zextên Talîbanê yên li hemberî jinan û wiha domand: “Dema ku Talîban hat herêma me, ji mêran re gotin êdî mafê jinan tune ye ji malê derbikevin di baxçeyan de kar bikin. Lê belê jinan ev rewş qebûl nekir. Me li dijî vê biryarê helwesta xwe nîşan da. Em ji her demê zêdetir di baxçeyan de dem dema xwe derbas dikin. Em naxwazin azadiya xwe winda bikin lê belê cotkarên li herêmê ditirsiyan û rê nedidan jin di nava axa xwe de bixebitin. Gel guhên xwe neda wan û got ku tu mafê Talîbanê tune ye dewriyeyê li gund bigerîne.”

‘Ez bi keçên xwe re saetên dirêj di baxçeyan de dixebitim’

Bîbî Şîrîn da zanîn ku xebata di nava baxçe de bi westandin e û di heman demê de aramiyê dide û got: “Di nava baxçe de ez bi keçên xwe re bi saetan dixebitim, têkiliyek me ya bi hêz bi axê re heye. Dema ku ez bi axê re mijûl dibim, xwe azad hîs dikim, bi berhemên ku me çandine, ez bi xwezayê re diaxivim. Ez bi tu awayî azadiya xwe winda nakim ez xwe bi aram û kêfxweş hîs dikim.”