“Bi zimanê zaynedperest hewl tê dayîn kesayeta jinan lewaz nîşan bidin”

Civaknas Kurdê Ehmed diyar kir ku têgehên zayendperest ji aliyê civakî ve cudahiyê dixin navbera jin û mêr û her du yan jî ji cewherên wan dûr dixe.

ŞINYAR BAYÎZ

Silêmanî- Bikaranîna gotinên weke nabe mêr bigrîn, dibêjin mêr bi hêz in, mêr merd in û hwd. di nava civakê de her dem tên gotin. Armanca bikaranîna van gotinan ew e ku mêr jinan kontrol bikin. Ne tenê bi gotinan îradeya jinan kêm dibînin, bi riya van gotinên qalibgirtî û zayendperest rojane mêr dixwazin jinan kontrol bikin û wan ji mafên wan dûr bixin da ku bikaribin xwe mezin nîşan bidin. Civaknas Kurdê Ehmed der barê bikaranîna zimanê zayendî de ji ajansa me re axivî.

Kurdê Ehmed têkildarî têgeha zayendperestiyê got: “Ziman û têgehên zayendperst herî zêde li hemberî jinan tên bikaranîn. Ji mêran re dibêjin merd in û gelek tiştên din. Dema ku zarokek kur tiştek bike, kesên derdorê û yên malbatê dibêjin ‘şerm e tu mêr î nabe tu wisa bikî’ bi zimanê zayenperestiyê di perwerdeya malbatê û qonaxên xwendinê de bandorê li ser zarok dikin ku ev sedema sereke ya cudahiya zayendî ye.”

“Bi aqilê malbatê zarok tên perwerdekirin”

Kurdê Ehmed diyar kir ku bi aqilê di nava malbatê de zarok tên perwerdekirin, gelek kes xwedî wê hişmendiyê nîn in, nizanin li gorî xwe zarokên xwe li ser fikrên cudahiya zayendî û bikaranîna zimanê zayendperstî perwerde dikin û got: “Bikaranîna gotinên wisa cudahiya zayendî ye. Dema zarokek kur tê jê re dibêjin şerm e nabe ku mêr wisa bikin û her wiha dema zarokek keç tê  dinyayê ji herduyan re dibêjin hûn ji hev cuda ne.” Li ser pirsa armanca bikaranîna van gotinan çi ye? Kurdê Ehmed dibêje: “Di nava gelek malbatan de armanca bikaranîna gotinên wisa girîngîdayîna zêde ya mêran e. Gelek jin jî hewl didin zêdetir girîngî didin zarokên kur. Piştre bandorê li ser jiyana wan kuran dikin û di jiyana cudahiya zayendî de reng didin. Pirsgirêk di bingeha perwerdekirina zarokan de ye. Ji ber zarok weke madeyek xam in dema tiştek çêdibe di perwerdekirinê de guhertinek mezin bi zarok re çêdibe. Ji ber wê divê ew guhertin ji bo bihêzbûna kesayetê be ne ku guherînek neyênî di jiyanê de çêbike.”

“Sedema sereke ya bikaranîna zimanê zayendperest paşverûtî ye”

Kurdê Ehmed bi bîr xist ku civak û çand xwedî rolek sereke ye ji bo bikaranîna gotinên zayendperestî, ji dîrokê ve ev yek heye û dema di çandekê de guherîn hebe, hewl û rûbirûbûn divê û wiha got: “Erkê dayik û bavan û perwerdekaran ew e ku zarokan perwerde dikin ji zarokatiyê ve fikrên neyênî û cudahiya zayendê divê nepejirînin. Bikaranîna van gotinan li hemberî jinan û kêmdîtina wan wisa dike ku mafên jinan were binpêkirin û di qada kar de di siyaset û aboriyê de jin nabin xwedî rola sereke. Di parlamentoyê de bi pergala kotayê jin tên hilbijartin, yan jî ji mêran kêmtir kar ji wan re tê dayîn.”

“Dezgehên medyayê bandorê li ser zimanê zayendperest dikin”

Kurdê Ehmed da zanîn ku dezgahên ragihandinê xwedî roleke serke ne ji bo belavkirina zimanê zayendperestiyê û wiha domand: “Her çendî bandora medyayê hebe jî nikarin guherînê ji bo jiholêrakirina zimanê zayendperestiyê bikin. Nikarin bi riya nûçe û mijaran peyamên Kurdan û jinên Kurd ji cîhanê re ragihînin. Li Kurdistanê gelek jin tên kuştin cîhan jê bê agah e lê belê dema jinek li cihekî din ê cîhanê tê kuştin dibe mijareke girîng a cîhanê. Ev jî cudahiyê derdixe holê.”