Bi werzîşê re zextên civakî derbas dike

Werzişvan Meryem Îsmaîl a ku li hemberî zextên civakî li ber xwe dide, xwe amade dike ku di haltera ku weke 'werzîşa mêran' tê binavkirin de bigihêje serkeftinê.

YUSRA EL-EHMED

Reqa- Her çend halter weke werzîşa mêran tê zanîn jî, di salên dawî de jinan di warê haltere de jî serkeftinên girîng bi dest xistine. Halter a ku ji sala 1896'an û vir ve weke werzîşeke olîmpiyatê tê qebûlkirin, di nava komên giran de tê çêkirin. Giranî dabeşkirina mirovan li gorî giraniya wan e.

Meryem Îsmaîl a ku bi werzîşê rolên ku civakê ji wê re diyarî kiriye, red dike, yek ji wan jinên ku dili daye halter ê. Meryem Îsmaîl a ku bi atletîzma wek bez, bazdana dirêj û hilgirtina giraniyê re mijûl dibe, diyar kir ku çima halter hilbijartiye.

Meryem Îsmaîl a 25 salî ku li bajarê Reqayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijî, dibêje ku salona werzîşê ya ku di 7 saliya xwe de çûbû kêfa birayê xwe yê mezin jiyana wê guhert. Werzişa ku wek hobiya xwe didomîne, van rojan ji bo wê şêwazek jiyanê ye. Meryem diyar kir ku ew bi saetên dirêj di spora şer û giraniyê de dixebite û got ku werzîş enerjiya erênî dide wê û ew dixwaze ji bo jinên wek xwe bibe model. Meryem her wiha tekez dike ku ew ji aliyê civakê ve di bin zexteke mezin de ye, lê ev zext zêdetir wê motîve dikin û dibêje: "Ji bo eşkerekirina jêhatiyên xwe min bêhtir xebitî."

Bi sporê re astengiyan derbas dike

Meryem Îsmaîl diyar kir ku ew xeyala wê ye ku bibe haltereke bi hêz û serkeftî û got: “Dema ku DAIŞ’ê Reqa dagir kir, min zehmetî kişand. Gelek qedexe li ser mirovan hatin danîn. Ez jî neçar bûm ku ji qada sporê dûr bimînim. Di sala 2017’an de dema Reqa hat rizgarkirin, tevî ku ez zewicîbûm û zarokên min hebûn jî vegeriyam sporê. Spor min diparêze. Werzîş bedenê xurt dike û ji we re dibe alîkar ku hûn çêtir hevseng bikin û pozîsyona laşê xwe baştir bikin. Her weha di sivikkirina êşa piştê û bihêzkirina tendon, lîgament û hestiyan de xwedî rolek e. Spor di xweparastinê de girîng e. Ji ber vê yekê divê jin werzişê bikin."