Bi sedan jin di zindanên Sûriyeyê de girtî ne

Girtiyên jin ên ku ji zindanên rejîma Sûriyeyê hatine rizgarkirin diyar kirin ku ji ber nêrîna civakê ya ji wan re re, nebûna parastinê û tunebûna piştgiriya derûnî di mercên pir bi êş û zehmet de dijîn

 
SUHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Rejîma Sûriyeyê li ser bendên kontrolê, pir jinan dide girtin û bi salan di zindanê de dihêle. Jinên ku tên girtin bi hemû awayên îşkençeyê re rû bi rû dimînin.
Jina bi navê Newal El-Mihemed 28 salî ye û dayik e, ji hêla rejîma Sûriyeyê ve hat girtin û piştî ku du salan di zindanê de ma hat berdan. Newal El-Mihemed dibêje: "Tiştên ku min di zindana rejîma Sûriyeyê de dîtin, nikarim bibêjim, êşeke wisa ye ku vegotina wê pir zehmet e. Bi her cure îşkenceyê re rûbirû mam." Newal El-Mihemed ji me re behsa tiştên ku di zindanê de dîtiye kir. 
Dema ku hat binçavkirin
Newal El-Mihemed li ser bendên kontrolê yên rejîma Sûriyeyê, dema ku wê dayika xwe ya ku bi nexweşiya penceşêrê ketibû, ji gundê xwe Knsfra dibir Şamê ji bo tedawiyê bibîne hat girtin. 
"Kêliyên ji tirsê"
Newal El-Mihemed diyar dike ku kêliyên dema binçavkirinê pir tirsnak bûne, nizanibûye ku dê çi were serê wê. Piştî birina gelek cihan wê di navbera şaxên cihêreng ên îstîxbarata Sûriyeyê de (Mûhaberat) birine û anîne û gelek tawanbarî li dijî wê hatine kirin. Diyar dike ku ew bi sûcên wekî karê bi dizî ji bo muxalifên rejîmê û destekdayîna kesên ku ji nava rejîmê derketine û li dijî rejîmê dixebitin hatiye tewanbarkirin û dûre wê birine zindana Edra ya Şamê, cezayê xwe di sala 2016’an de li wir qedandiye.
Newal Mihemed dibêje: "Piştî her cara ku îşkence û heqaretê li min dikirin, min berê xwe dida xewn û xeyalên xwe da ku ez ji wan hêzê bigrim û min ji xwe dipirsî gelo ez ê derkevim û zarokên xwe ji nû ve bibînim yan wê dawiya min di navbera van dîwarên zindanê de be." 
"Piştî mirinê jiyan"
Newal dide zanîn ku piştî du salan derketina wê ji zindanê ji bo wê weke jiyana piştî mirinê bûye, malbat û zarokên wê bi derketina wê pir kêfxweş bûne lê ji aliyê civakê ve bi awayekî sar hatiye pêşwazîkirin. Newal dibêje ku dema derketiye derve, pirsa yekem ku jê hatiye kirin ew bûye gelo di zindanê de rastî tacîzê hatiye yan na û wiha didomîne: “Wekî ku ez ji her tiştê hatiye serê min tawanbar bûm û bi nêrînên ku min tewanbar dikirin û pirsên wan min dida fikirandin. Ji bo wan tevî ewqas tiştên ku hatibûn serê min, tenê ya girîng ew bû destdirêjî li min hatiye kirin an na.” Newal diyar dike ku hevjînê wê ew nema qebûl kiriye, wê ji her du zarokan veqetandiye loma Newal mecbûr maye ku zarokên xwe bibe û biçe Tirkiyeyê û jiyana dûrî wan bîranînên bi êş bijî.
Gelek rewşên weke ya Newal Mihemed hene ku ji ber girtinê ji aliyê civakî û derûnî ve êş kişandine.
Jina bi navê Wela Hemîdo ya 26 salî bi mûcîzeyek ji zindanên rejîma Baasê xelas bû lê nikaribû xwe ji adat û teqalîdên civaka Lîbyayê xelas bike.
Wela Hemîdo di dawiya sala 2017'an de dema ku ji bajarê xwe Sraqib diçû bajarê Helebê ji bo xwendina xwe ya bijîşkiyê di sala duyemîn de bidomîne li ser bendên kontrolê yên hêzên rejîma Sûriyeyê hat girtin û salek girtî ma. 
Wela bi dilekî şewat dibêje: "Xewn û xeyalên min binpê kirin, dema ku hatim girtin, bi îdiayên bêbingeh hatim sûcdarkirin. Ez di nexweşxaneyan de xebitîme, karê ku min kiriye diyar e lê bê sedem min girtin. Min di zindanên wan de êş û zehmetiyên wisa dît ku bi çavan nehatiye dîtin û nebihîstin. Piştî ku derketim, ji ber nêzîkahiya civakî, malbat ji bo ji min xilas bibe, ez dam zewicandin."
Wela Hemîd niha bi hevjînê xwe yê ku 15 salan jê mezintir e re li kampa Etma El-Hidûdiye dijî û hevjînê wê her gav jê re dibêje ku wî ew ji rewşa nebaş xelas kiriye.
"Jiyana min piştî binçavkirinê guherî"
Jina bi navê Rawan El-Salim 34 salî ye ji Xûta ye û li kampa Idlib a bakûr dijî dibêje: “Jiyana min beriya ku ez werim binçavkirin ne wekî ya niha bû, ji ber ku kesên tên girtin çiqas bê sûc bin jî ji hêla civaka xwe ve wekî sûcdar tên dîtin."
Dema girtina Rawan El-Selîm
Der barê sedema girtina xwe de Rawan El-Selîm dibêje ku dema hêzên rejîma Sûriyeyê mala wan operasyon kirin ji ber derketibû qadan û tevli serhildanan bibû û daxwaza azadiyê dikir hatiye girtin.
Her wiha gotinên xwe didomîne û dide xuyakirin ku 5 salan di zindanê de maye bi hin tewanên derew hatiye sûcdarkirin. Wekî çek û dermanan ji muxalifan re peyda kiriye û diyar dike ku tewanên wan berî ku lêpirsîn bikin amade bûne, tenê bi zorê dihiştin ku em îmze bikin. 
Der barê derketina ji zindanê de dibêje: "Piştî ku ez ji zindanê derketim min baş dizanibû malbata min û civak min baş pêşwazî nakin ji ber ku ew vê yekê wekî şerm dibînin." 
Li cihê destekê bidin me em rastî bertekên paşverû hatin 
Her wiha Rawan El-Selîm destnîşan dike ku çawa ji zindanê derketiye malbata wê ew şandine gel metika wê ya li kampa Idlibê ya bakûr da ku li wir bijî. 
Rawan El-Selîm dibêje ku ew heya niha nikare tevî civakê bibe ji ber ku her dem bi wê didin xuyakirin ku ew ne weke wan e û dibêje: “Dema ku em herî zêde hewceyî destekê bûm, ji ber zîhniyeta zilam, adat û teqalîdan, tevî ku zulum û neheqiyê re rû birû mabûm jî rastî nêzikahiyên paşverû hatim. Çima ewqas neheqiyê li jinên ku ji zindanan derketine dikin ger ku girtiyên ji zindanan derketana mêr bûne wê civakê ev neheqî li wan bikira yan wê wekî lehengan ew pêşwazî bikirana. 
Bi hezaran jin girtî ne
Tora Sûriyeyê ya Mafên Mirovan bi raporeke ku di 8'ê Adara 2021'ê de weşand, diyar kir ku hemû binpêkirinên li dijî jinan ên li Sûriyeyê, bala Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî nakşîne û ji sala 2011’an ve heya niha nêzî 9264 jin li Sûriyeyê di zindanan de ne û winan ne, ji wan 8025 jin di zindanên rejîma Sûriyeyê de ne.