‘Bi saya dayika xwe û jinan ji zewaca di temenê biçûk de rizgar bûm’

Sofiya Wehab a li Baglanê di 13 saliya xwe de bi têkoşîna dayik û hevjîna birayê xwe ji zewacê rizgar bû, diyar kir ku piştgiriya jinan û têkoşîna li dijî zîhniyeta mêr girîng e û got: “Divê em nehêlin jiyana me veguhere dojehê.”

BAHARÎN LEHÎB

Baglan - Li Efganistanê dema ku zihniyeta mêrsalarî di bin navê ‘kevneşopî’ de hewl da jinan bitepisîne, bi rêveberiya Talîbanê re, bû pergaleke sazbûyî. Jin û zarokên keç bi pirsgirêkên tundiya nava malê, zewaca di temenê biçûk de, bi darê zorê, bi gef, îşkence û binçavkirinên ji aliyê Talîbanê ve rû bi rû ne. Bi taybetî li herêmên gundewarî yên Efganistanê, jin neçar dimînin serî li ‘jiyana qirêj’ a ku mêran ji wan re afirandiye, bidin. Kesên ku piştgiriyê didin jinan jî jinên derdora wan in.

Bi piştgiriya jinan ji zewaca di temenê biçûk de xilas bû

Di gera xwe ya parêzgeha Baglanê de, me Sofiya Wehab a 25 salî ku rastî tundiya nava malê hatibû, nas kir. Sofiya Wehab a ku di 13 saliya xwe de neçarî zewaca di temenê biçûk de hat, diyar kir ku bi saya dayik û hevjîna birayê xwe ji zewaca di temenê biçûk de xilas bûye. Sofiya serpêhatiyên xwe bi van gotinan vegot:

"Ez nû bûbûm 13 salî, bi piştgiriya dayika xwe min bi tevî gelek pirsgirêkan jî dest bi xwendina refa 6’an kir. Bavê min û birayê min ê mezin biryar dan ku min bidin mêrekî ji bavê min mezintir. Dema ez ji dibistanê hatim, birayê min ê biçûk ji min re got ku me te daye melayê ku du hevjînên wî hene. Keça wî ji min mezintir bû. Min destpêkê got qey henek e û min xwe aciz kir. Haya dayika min jî jê tunebû. Dema ku dayika min bihîst matmayî ma. Bavê min jî pejirand. Dema dayika min û hevjîna birayê min ev yek hîn bûn, şer kirin, ez tenê digiriyam. Bavê min û birayê min guh nedan û teqez kirin ku ew kes dîndar e û ez ê jiyana xweş derbas bikim. Roja ku melayê mizgeftê û çend mêrên gund ji bo fermîkirina merasîma nîşanê hatin mala me, hevjîna birayê min û dayika min bi kevir, dar û ava germ, bi piştgiriya hemû zarokên gundê me çûn pêşiya wan. Ez jî di navbera wan de bûm û me nehişt ku ew bikevin mala me. Vê yekê melayê mizgefta me jî di nav de hemû mêran hêrs kir û qebûl nekir ku bi min re bizewice.”

‘Ez xwe weke keça herî bextewar a cîhanê dibînim’

Sofiya Wehab a ku beriya Talîban rêveberiyê desteser bike di dibistanên herêma xwe de mamostetî dikir got: “Ev çalakiya me bû sedem ku gel bi taybetî jin henekên xwe bi melayê mizgeftê bikin. Piştî mehek an du mehan ez neçar mam ji gund derkevim. Ger piştgiriya dayika min û hevjîna birayê min nebûya, ez bawer im ku ez ê jî weke bi hezaran jinên din bi zorê bihatama zewicandin û mehkûmê jiyana nexweş bûma lê niha ez xwe weke keça herî bextewar a cîhanê dibînim.”

Sofiya Wehab ji jinan xwest ku piştgiriyê bidin hev û wiha got: “Divê jin bi hev re li dijî zihniyeta mêr têbikoşin û nehêlin jiyana wan bibe dojeh.