‘Bi perwerdeyek rast jin cewherê xwe dibînin û bi hêz dibin’

Perwerdeya malbatê ya bi awayê erênî, ji aliyê jinan ve gelek girîng e. Bi saya wê jin bi hişyarî li hemberî pirsgirêkên jiyanê radiwestin.

BÊRÎVAN KEMAL

Silêmanî- Xwekujî diyardeyek derûnî ye, gelek sedem hene ku kes digihîje xala dawî û dawî li jiyana xwe tîne. Ev diyarde zêdetir di navbera jinan de tê dîtin. Di nava civakê de ku zîhinyeta mêrsalarî tê de zordest e bûyerên wiha gelek caran diqewimin. Her wiha rola malbatê li ser avakirina kesayetan zêde ye, ji ber perwerdeya bi tendirust kesên bi tendirust di nava civakê de ava dike.

Mamosteya geşepêdana miroyî Sîver Mustefa behsa rola perwerdeya malbatê kir û got: “Malbat bingeha sereke ya civakek bi tendirust e û perwerdekrina jinek têgihîştî û jîr ku bikaribe li hemberî tundîtûjiyê bisekine û astengiyan derbas bike.”

‘Civaka me her dem ji mêr cudatir li jinan dinêre’

Sîver Mistefa di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku divê dayik û bav di destpêka perwerdekirina zarokên xwe de cudahî di navbera zarokên keç û kur de nekin û wiha got: “Rolek girîng a malbatê di avakirina kesayetek geşbîn û reşbîn de heye ku di pêşerojê de ziyanê bide xwe û derdora xwe. Mînak civaka me her dem ji mêr cudatir li jinan dinêre, ne tenê di salên borî de, heta niha civak bi çavek kêmtir li zarokên keç dinêre. Divê malbat azadiyê bi awayek ku têbigihîje û bawer bike fêrî zarokên keç bike da ku xwe bispêrin xwe, nexweşî û astengiyên jiyanê nikaribin bandorê li ser jiyana wan bikin û di demên pêş de li hemberî pirsgirêkên jinan bi hêz bin. Civaka me girtî ye û eve jî dibe sedema zêdebûna xwekuştina jinan, ji ber sedema wê civak û perwerdeya bê tendirust a malbatê ye, sedema avakirina jinek reşbînî ku piranî dibin qurbaniyê wê zihniyetê û jinbûnê weke wateya wê ya rast nizane.”

‘Di civakê de tu caran destek ji jinan re nayê dayîn’

Sîver Mustefa destnîşan kir ku jin di nava malbat û civakê de, li gelek cihan rastî tundîtûjî û destdirêjiyê tên û wiha domand: “Encama tundîtûjiya ku li hemberî jinan tê kirin, ji ber ku mêr hişyarî û perwerdeyek bi tendirust nabînin çêdibe. Dema ku malbat zarokek keç perwerde dikin rêz û hezkirinê fêr nakin û her dem ji birayê xwe cudatir tê dîtin û erk û mafên wê fêr nakin. Her dem ji ber sedema keçbûnê rêgiriya gelek tiştan lê dikin û di aliyê derûnî de zext lê tên kirin. Di pêşerojê de dema ku ew keç diçe cihek giştî, di nava civakê de rastî çend cureyên tundîtûjî û destdirêjiyê tê. Ev jî di aliyê derûnî de bandorek zêde lê dike û ji malê dernakeve.”

‘Divê ku jin tiştên dijîn vebêjin’

Sîver bi bîr xist ku zêdebûna zextên derûnî li ser jinan ji ber bêhişyariya civakê ye û wiha got: “Di civaka me de dema keç rastî pirsgirêk û destdirêjiyan tên nikarin biaxivin û ji kesê re behs bikin, ji ber ku ditirsin ji aliyê civakê ve werin tewanbarkirin û xwe weke sedema destdirêjî û tundîtûjiya ku li hember tê kirin dibînin. Ji ber ku civak tu demê ji aliyê jinan nake û di encamê de zextên derûnî li ser wan çêdibin, piştre jî ji nedîtî ve tên.”

Sîver Mustafa wiha behsa girîngiya beşên perwerdeya mirov kir ku di bingeh de kesek serkeftî ava dibe û wiha got: “Divê hemû civak bi wate û armanca perwerdeya mirovî bizanibe. Kes di kîjan temenî de be bila bibe û di aliyê kesayetî de kêm û kurtî hebin jî dikare bi hişyarbûn û perwerdeyê xwe bi rêxistin bike û ji kesek reşbînî vegere kesayetek geşbîn, bi zirekî li hemberî astengiyan bisekine. Gelek jinên ciwan hene, ji aliyê fikir û derûnî ve têk çûne, girîng e perwerdeya mirovî bibînin, bi vê riyê mafê xwe bizanin û bikevin ferqa girîngiya xwe û ji xwe hez bikin, ji paşverûtiyên jiyanê derbas bibin û deriyek nû yê hêviya jiyanê ji xwe re bibînin û vekin.”