‘Bi perwerdeyê pêşî li tundiyê dikare were girtin’
Çalakvanên Ranyayê diyar kirin ku ji bo kêmkirina tundîtûjiya li hemberî jinan divê malbat werin perwerdekirin û her wiha di perwerdeya dibistanan de jî divê ev mijar di dersan de were dayîn.
DÎVA SIHAD
Raperîn – Li Başûrê Kurdistanê ji ber aqilê kevneperst û mêrsalariyê tundîtûjiya li hemberî jinan zêde dibe. Li gorî daneyên sala 2022’an ajansa me berhev kiriye tenê di nava salekê de 73 jin hatin kuştin û neçarî xwekuştinê hatine kirin. Nûçeyên kuştina jinan jî di ragihandinan de bûye mijarek asayî û weke nûçeyek rojane tê derbaskirin. Herêma Raperîn a li Başûrê Kurdistanê yek ji wan herêmane ku tundîtûjî lê tê pêkanîn e. Li gel bûyerê tundî û herî dawî Naske Qadir ku di sala 1976’an de ji dayîk bûye û dayika pênc zarokan bû, di 23’ê Mijdara 2022’an de bi awayek kuştî hat dîtin.
Çalakvanên herêma Ranyayê der barê zêdebûna rêjeya tundîtûjiyê de axivîn û diyar kirin ku ji bo kêmkirina bûyerên tundîtûjiya li hemberî jinan divê malbat û dibistan kesan perwerde bikin.
‘Divê jin hişyar bin û maf û erkên xwe bizanin’
Endama Yekitiya jinên Kurdistan a Raperînê Nesrîn Hemed Emîn diyar kir ku tundîtûjiya ku li hemberî jinan li cîhanê tê pêkanîn Başûrê Kurdistanê jê bêpar nîn e û wiha got: “Tundîtûjî cîhanî ye lê belê li gorî herêman cudahiya wê heye. Li herêma Raperînê ji destpêkê ve tundîtûjî heye, em di aliyê neteweyî, herêmî û rêgezî de rastî tundîtûjiyê tên, ev jî li ser derûniya kesan bandorek mezin çêdike û kesek tundîtûjî bi kar bîne derdikeve. Divê jin hişyar bin maf û erkên xwe bizanin, jin zarokan perwerde dikin. Ji ber wê divê jin hişyar bin, daku tundîtûjî di nava mal, malbatê de mêr li beramberî jinan bi kar neynin. Ji bo civakek bi hişyar derbikeve, ew erk tenê ne li ser milê jinê ye. Erkê mêr jiye ku bikare tundutûjiyê ji holê rake. Ev jî divê ji malbatê destpê bike û divê jinên ciwan yên di nava malê de jê parê bigre ji ber jin dibe dayik û kesek ji tundîtûjiyê dûr perwerde dike.”
Nesrîn behsa erkên hikumetê û ragihandinê kir û destnîşan kir ku divê bi amadekirina bernameyên hişyariyê û perwerdeyî pêşkêşî civakê bikin û wiha got: “Qenalên Kurdî wisa rêzefîlmên biyanî pêşkêş dikin ku balê nakişînin ser bernameyên perwerdeyî ji bo civak jê sûdê bigre.”
‘Zagon nayê bicihanîn û tundîtûjî zêde dibe’
Çalakvana jinan û endama Yekitiya Jinên Kurdistanê ya Raperînê Meryem Heme Şêx bi bîr xist ku tundîtûjiya li herêma Raperînê li gorî welatên cîhanê zêde ye û wiha got: “Gelek cureyên tundîtûjiyê hene, wek tundîtûjiya fizîkî, derûnî, aborî û hinek din. Çareseriya herî girîng perwerdeya malbat û kesî ku li dibistanê dest pê bike da ku tundîtûjî ji holê rabe. Her wiha rêxistin jî dikarin bi karên hevgirtinê bi riya semîneran hewldana jiholêrakirina tundîtûjî û hişyariya kesî bidin. Ji ber ew tundîtûjiya ku tê pêkanîn ji malbatê dest pê dike, dibistan û civakê bi xwe digre. Ji ber wê jî perwerde girîng e. Zagon girîng in, dikarin tundîtûjiyê kêm bikin. Li Başûrê Kurdistanê zagon tên derxistin lê belê nayên bicihanîn. Mînak zagona tundîtûjiyê malbatê derketiye lê belê tundîtûjî berdewam dike û zêdetir dibe. Ji ber zagon nayên bicihanîn, dema ku mêrek jinekê yan jî zarokek dikuje li gorî zagonê ceza nagire û ev jî dibe çavlêkirin. Ji ber zagon, beriya hemû tiştî tên, ji ber wê ger zagon neyên bicihanîn civak jî ber bi xeteriyê ve diçe."